Hemza Sêvo/ Qamişlo
Hunermend Sefqan Orkêş da zanîn ku bi armanca bîrxistina berxwedana Kobanê û pêkanîna yekrêziya kurdî ev berhem hat derxistin. Herwiha Orkêş diyar kir ku ew strana Em Şew diyarî gel, şehîd û hemû şoreşgerên kurdan dike.
Sefqan Orkêş hunermendekî kurd ji bajarê Amûdê ye. Sefqan bi aramnca ku bi hest û dengê xwe bibe jêderek ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî kilîpek çêkir. Kilîpa hunermend Sefqan a bi navê ‘Em Şew’ ango (Îşev) berhemeke wî ya dawîn bû ku di 26’ê meha Çile de hat belavkirin. Stran bi zaravayê Soranî hatiye gotin, peyvên wê jî di bingeha xwe de ya helbestvan Renc Sengawî ye û awaza wê jî ji gewriya hunermend Sefqan Orkêş e.
Derbarê vê berhemê, hunermend Sefqan Orkêş bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Çîroka vê stranê çi ye?
Di destpêka êrişa li ser Serêkaniyê di sala 2019’an de helbestvan Renc Segcawî derkete ser Rûdaw TV û piştgirtiya xwe ji bo kurdên Rojava da nîşandan. Di wê demê de Renc Sencawî helbestekê dibêje, tê de tîne ser ziman ku Qazî Mihemed bi cilên şervanan, Şêx Seîd bi ala Kurdisatanê û hemû pêşiyên me bi hawara kurdên Rojava ve hatine. Herwiha tê de jî li ser rewşenbîr û hunermedan axiviye, bi taybet helbestvan Dildar ê ku sirûda Ey Reqîb nivîsandiye. Di heman demê de balê dikşîne ser Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî û dibêje wan sirûdeke nû ji kurdan re nivîsandine. Pê re jî Renc dibêje ku helbet ew xewin û nexşa dilê me de wê bikeve nav nexşa cîhanê, yan em ê çar welatan ava bikin û yan jî em ê yek sirûdê ji bo yek alê bixwînin. Dema ku Renc Sengawî stran xwend bala min kişand û min di heman rojê de bi awaz kir. Ev stran li ser yekrêziya kurd e, min di kilîpê de silav daye ala kurd û sirûda netewî.
Armanca te ji vê berhemê çi bû û te kengî dest bi çêkirina wê kir?
Di wê kêliya ku Renc Sengawî helbesta xwe digot, bala min hat kişandin ku stranekê çêbikim. Di wê şevê de min dest bi stranê kir, min di heman şevê de bi awaz kir. Min dixwest ku di wê demê de ez bi dawî bikim û belav bikim, lê derfet û hêza aborî tune bû. Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî sê mehan xebat ji bo derxistina vê berhemê tê kirin. Min li malê stran û muzîk qeyd kir, herwiha jî beşek jê li hunergeha Dirîms a kesekî suryanî hat amadekirin. Di heman demê de dîmenê kilîpê jî li gundewarê Qamişlo hatiye kişandin. Hêjayî gotinê ye ku Kampaniya Aavar destek da min di warê amadekirina kilîpê de. Min bi du zaravayên kurdî ev stran çêkiriye, di serî de weke dengbêjiyê bi kurmancî heye, ew dengbêjî ji helbesta Xalid Umer e, min parçeyek jê biriye, qehremaniya Derwêşê Ebdî tê de tê vegotin û di kilîpê de jî cihê lingê hespê Derwêşê Ebdî xuya dibe. Ev tê wateya ku ji hespên Derwîşê Ebdî û fincana rûmetê ya ku wî rahiştiyê, şensê me xuya ye ku em ê bi ser bikevin. Wekî tê zanîn niha nêzîkbûn di navbera kurdan de çêdibe, min jî xwest ku ev hestên netewî derkevin holê û yekrêziyek di mala kurdî de ava bibe. Derxistina vê stranê di 26’ê ne hema tiştekî jixweber e, lê belê wek vê rojê Kobanê bi saya şervanan û yekrêziya kurdî rizgar bû. Min xwest bi bîr bînim ku dema em li Kobanê yek bûn, em bi ser ketin.
Erkê hunermendan di warê piştgirtina şervanan û yekrêziya kurdî de çi ye?
Niha berxwedaniya ku li Bendava Tişrînê tê kirin, ez her tim dibêjim ku rojeke şevanên me di çeperên şer de bi qasî sed salên xebata rewşenbîrî, hunerî û şêwekariyê ye. Hêjayî gotinê ye ku ji çîrokên wan şervanên me yên di sengerên bervaniyê de fîlm çêdibin. Ji sedî sed çiqasî em şanoyan, stran û tabloyan çêkin jî ne layiqê wê berxwedaniyê ye, ji ber ku ew bi xwîna xwe bervaniyê di ber me de dikin. Li Bendava Tişrînê berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin, li wir her kes li ber xwe dide, berî çend rojan şandogerê me yê mezin Bavê Teyar jî gihaşt asta şehadetê. Lewma jî pêwîste her hunermendek bi wê erkê rabe û ji bo yekrêziya gelê kurd û piştgiriya hêza xwe xebatê bike. Em bi hêvî ne ku hunermend bi stranên xwe, şêwekar bi tabloyên xwe û hwd… kêmasiyan neke. Dîsa jî em dibînin ku heya ji hunermendên me tê ew kêmasiyê naxin warê xebata xwe. Ew yekrêz in, lê rêxistin û partiyên siyasî ne yekrêz in, lê dîsa jî hêvî û omîda me hene ji aliyên siyasî ku bibin yek, da ku em ji bo yek alê û yek welatî srûda xwe bêjin.
Gotina we ya dawî çi ye û Sefqan Orkêş strana xwe diyarî kê dike?
Wekî tê zanîn Min ev stran bi zaravaya Soranî çêkiriye, gotin û awazên wê li ser min ne zehmet bûn, zaravaya Soranî zaravayeke xweş û hêsan e. Lê di navbera me û xelkên me yên soran de qutbûyînek heye. Li cem ereban ev yek tune ye, em gelek devok û zaravayên wan hene, her zaravayek ji wan ji ya din fêm nake. Lê bi saya têkiliyan û dezgehên mediyê dûrbûyîn û qutbûyîna di navbera wan de ji holê rabûn. Li cem kurdan mixabin ev yek tune ye, pirek di navbera me û hunermendên soran de heye. Da ku ev qutbûyîn û pira di navbera me û hunermendên hemû zaravayên din de rabe min ev stran çêkir. Min berî çend rojan ji Renc Sengawî re got, pêwîste ev kelem di navbera hunermendên kurd rabe û divê hunermendên soran, stranê kurmancî bêje û yên zaza stranên soranî û hwd… bêje. Ez vê strana xwe dikim diyarî ji bo zindî û şehîdên me ji pêşiyên kurdan heta roja îro di çeperên şer de li berxwe didin. Herwiha em ji şervanên QSD’ê re dibêjin ku hûn ne bi tenê ne, em li pişta we ne û çi were xwestin em amade ne. Hêviya me ew ku şer bi dawî bibe, êdî nema em ji bo şer stranan bêjin, lê belê ji bo bedewiya Kurdistanê re stranan bêjin.