Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo bi merasîmeke girseyî 7 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

26/01/2025
in NÛÇE
A A
Li Qamişlo bi merasîmeke girseyî 7 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim \Qamişlo

Şîniyên bajarê Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmeke girseyî 7 şervanên QSD`ê hatin oxirkirin.

Îro di seat 11’an de li goristana pakrewanên azadiyê ya Delîl Saroxan, li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî 7 şervanên QSD’ê bi navê Şêrzat Qamişlo, Kato Qamişlo, Çiya Qamişlo,Harûr Qamişlo,Kenco Qamişlo, Ibrahîm Murad û Ceger Serêxaniyê ên ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrînê şehîd bûn hatin oxirkirin. Herwiha di merasîma oxirkirinê de bi hezaran şîniyên bajarê Qamişlo, endamên Saziyên Rêveberiya Xweser û Civaka Sivîl beşdarbûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat destpêkirin.

Piştre li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan Umer Mûsa axivî: “Rêber Apo dibêje kar û qehremantî ne tenê karê Mezlûm û Egîdaye bi hezaran keç û xortên kurd ew qehrmantiya di hundirê xwe de afirandin. Herwiha Rêber Apo dibêje ku gelê kurd gelekî qehreman û çi qasî êrişî li ser gelê me were kirin divê em mezintirîn qehremantiya xwe lidarxînin û destkeftiyên xwe biparêzin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazên dagirkeriyê êrişî gelê kurd dike, dixwaze armancê xwe pêkbîne û tevahiya axa Sûriyê dagir bike. Dewleta Tirk bi alîkariya hêzên tûndrew êrişî gelê kurd dike, lê em nahên ku dagirkeriya Tirk bigihêje armanca xwe. Bi hemû pêkhateyên Sûriyê emê biratiya gelen pêkbînin û nahên pilanên dewleta Tirk pêk werin. Herwiha heta roja îro berxwedaniyeke bêhempa li Bendava Tişrînê ji aliyê gel û şervanan ve tê kirin.”

Herwiha li ser navê Hêzên Leşkerî Nezîr Sofî axivî û got: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û bi taybet şehîdên her çar parçeyên kurdistanê ên ku di dîroka gelê kurd û kurdistanê de jiyana xwe feda kirine ji bo gelê xwe, şopdariya xeta şehîd wê gavek bê li hemberî hovîtiya dijmin li her çar parçeyên kurdistanê û bi taybet herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di heman demê de Bendava Tişrînê bûye bendava berxwedanê ya ku Şehîd Mezlûm digot Berxwedan jiyane niha li bendavê berxwedan jiyana kir û bi fikir û ramanên Rêber Apo dane meşandin. Herwiha cihên xwe di dîroka gelê kurd û kurdistanê de bi xetên zêrîn danîn û ew jî şehîdin û divê gel bi hêz, coş û kelecaneke hîn mezintir piştgrtiya hêzên xwe ên QSD`ê bikin .”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin, cenazeyê şehîd Ibrahîm Murad û Ceger Serêxaniyê  sipartin axê. Lê cenazeyên 5 şervanên QSD’ yên bi navê Şêrzat Qamişlo, Kato Qamişlo, Çiya Qamişlo,Hanûr Qamişlo û Kenco Qamişlo merasîma wan bi rengekî xiyabî hatin kirin.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.