Ayşa Silêman/Qamişlo
Dagirkeriya Tirk hemû hewildanên xwe dike da ku xaka Sûriyê dagir bike û pirojeya Netewa Demokratîk hilweşîne û îradeya gelê kurd bişkîne. Dagirkerî şerê taybet bikar tîne da ku bi siyaseta xwe ya qirêj bandorê li hişmendiya civakê jî bike.
Di derbarê siyaseta dagirkeriya Tirk li ser herêmê û parçekirina civakê Helbestvan û Şanoger Beşîr Mele Newaf bersiva pirsên Rojnameya me dan, hevpeyvîn wiha bû:
-Hûn siyaseta dagirkeriya Tirk a şerê taybet ku dixwaze tevilheviyê di nava gelên herêmê de derxe çawa dinirxînin?
Yek ji hêmanên ku dagirkerek yan jî xwînmijek karibe miletekî dagir û talan bike, ji hevxistina civakê ye. Ji bo tu miletekî vala bixî ji çand, nasname û ji nirxên wê, wê demê bihesanî dikare wî dagir jî bike. Bi taybet dewleta Tirk xwedî ezmûneyên gelekî ziravin di dîrokê de, him ji bav û bapîrê xwe hîn bûye û him jî ji gelek dagirkerên nûjen jî ev hêman girtiye. Her wiha ji bo Rojavayê Kurdistnê bi taybet destwerdana dagirkeriya Tirk ji sala 2014’an û vir de pilan û pirojeyên wê eşkere bûn. Dewleta Tirk destpêkê bi rêbazekî ne yekser destwerdan di hundirê Sûriyê de kirin, dema dît ku tecrûbe û ezmûna Rêveberiya Xweser bilind bû li hemberî wê jî hewqasî destwerdanên xwe zêde kirin. Komên DAIŞ derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin, mebesta wî ew bû ku pirojeya Rêveberiya Xweser têk bibe û kurdan ji holê rake. Di heman demê de dema rêjîma Sûriyê hilweşiya êdî gomanên dewleta Tirk bêtir mezin bûn ku wê kurd bikevin destûra sberoja Sûrî de. Careke din niyetên xwe yên xirab derxistin ku êrişî Şehba,Til rifet û Helebê kirin û ragihandina erebî jî heya astekî pêre bû alîkar, ku tevlîheviyê çêbike û tiştên ku ev 10 sal in ku li ser hêmanê hevjiyana azad û biratiya gelan a ku hatiye avakirin were hilweşandin.
–Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve û heta roja îro sîstema Rêveberiya Xweser isbat kir ku bi hevgirtina gelan li ser bingeha Netewa Demokratîk çareserî di pêşeroja Sûriyê de pêkan. Ji bo ev sîstem bibe çareserî pêwîste çi were kirin?
Pirojeya netewa demokrat tiştek nûye ji cem Rêber Apo derket, piştî pêvajoya Êmralî. Heger em ji aliyê tewrî li vê pirojeyê binêrin, ev pirojeyeke erêniye lê li hemberî wê gelek bertek hene. Bi taybet li devereke ku bi demên borî ve girêdayî ne, di bin îdiyolojiya misilmantiya kevin de ye. Lewma rewşên demokratiyê û biratiyê ne bi hêsanî tê rûniştin, lê ji bo me kurdan ji ber ku di cîhanê de ne naskirîne. 70 melyon rêjeya miletekî heta niha nensa kirî ji hêla Netewên Yekbûyî helbet wê vê pirojeyê ji bo xwe bingeh bigre. Ji bo kurdan heya ku bibin xwedî hêmanek û hêzek bi destê wan bikeve, ew hêz jî mafdariya me de ye. Bi riya mafdariya me em ê karibin van tevin û sîwanên reş yên ku li ser me hatine vedan têkbibin. Di heman demê de bi giştî ev rêjîmên ku Kurdistan dagirkirine miletê xwe yê belingaz bikar tînin wek enerjî da ku kurdan bi çewisînin, lewma yek ji hêmanên guncaw ku em bikaribin mafên xwe biparêzin û doza xwe bi wan bidin naskirin bi riya Netewa Demokrat û biratiya gelan e. Her wiha ev piroje ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve li Rojavayê Kurdistanê hatiye pêkanîn û helbet ev piroje vekiriye ji guhertin û veguhertinan re li gor rewşên heyî.
-piştî ketina rêjîma Baas û di rewşa heyî de ku Sûriyê tê re derbas dibe, pêşbîniyên we çi ne?
Di salên 1945’an heya 1960’î kêferat û gengaziyek hebû ku Sûriya ber bi dewletek demokrat ve here, lê hizrên netewperest ên ku ji derdorê hatin, ew bûn astengiyên herî mezin di pêşketina hêviya ku Sûriya bibe dewleteke demokrat. Lê bi hatina rêjîma Baas re di baweriya min de reştirîn serdeme ku li ser dîroka Sûrî re derbas bûye. Ev pêvajo hemû derfetên ku Sûriyê ber bi dewleteke moderin ve biçe, çewisandin û ket bin xizmeta partiya Baas de. Bûyerên ku hatin kirin ji serdema rêjîma Baas ve heya roja îro gelek bi êş û bişewat bûn, ji ber ku di Sûrî de netenê ereb hebûn. Raste çanda erebî çanda serdest bû, lê dibingeha xwe de a gelek netewaye. Miletê dûyemîn piştî ereba kurd in û di heman demê de Siryan, çerkes jî hene. Hilweşîna rêjîma Baas heger bi şêwazekî şoreşgerî ban, dibe ku karîban amadekarî ji bo sberoja Sûriyê yan jî destûreke nû hatiban danîn. Lê di kûrahiya xwe de dema ku em bala xwe didin, bûyerek ku ne di xeyalê tu kesî de bû, ev bûyer hêlişt ku hemû siyasetmedar jî jê bawer nekin ku Mala Esed bi hêsanî hilweşe û artêşa wî li hember HTŞ’ê li berxwe nede. HTŞ’ê jî herkes paşxaneya wê nasdike a ku ji Elqaîde hatiye, piraniya pêkhateyên wê jî kesên xerîbin yên ku hîn xemil û xeyalên xwe bi hêviya ku karibin dewletekê di bin navê misilmantiyê de avabikin. Lê wê nikaribin welatekî weke Sûrî ji hemû rengan pêk tên ku rêveberiya wê bikin an jî destûrekî jê re deynin.