Idrîs Henan
Dewleta Tirk a dagirker êriş û dijatiya xwe li ser destkeftiyên gelan li Bakur û Rojhilatî Sûriyê bi hemû hêza xwe dewam dike. Faşîzm û çeteyên wê hewl didin bi rêya komkujî û sûcên şer gelê Kurd li ber rûyê cîhanê qir bikin û li ser tunebûna wî konseptên xwe bi cih bînin. Lê mixabin; raya giştî jî bê helwest e û bêdengiya wî jî raftarên dijminane yên faşîzma Tirk rewa dike. Lew re jî, berxwedana gelan bi serperştiya gelê Kurd û projeya wî ya demokratîk, bi ruhê seferberî û hevgirtinê li dijî van planên dagirkeriyê bê navber didome û rojane rûbirûkirina van xeteriyan re jiyana xwe dewam dike. Bi gotineke din, terzê jiyana Şerê Gel ê Şoreşgerî veguheriye modêlekê misogerkirina jiyana azad û wekhev. Ji ber vê jî, ancax ev modêl xilasker be ku siberoja têya payîn tekûztir bibe.
Piştî ketina rejîma dîktator a Esad, li Sûriyê qerebalixek desthilatdariya feudal çêbû. Paralelî wê yekê jî şandeyên herêmî û yên navneteweyî yên aborî, siyasî û ragihandvanî, bi mebestên cuda cuda, berê xwe dan Şamê. Hemû jî hewl didin rûyê vê desthilatdariya nû ya xwedî kokên selefî ya tundrew, vebiriqînin ku hewl didin weke bijardeyeke rêveberiyê ya qaşo guncaw û tekane li ser stûyê gelên Sûriyê tivî bikin. Bi vê yekê re jî hewl didin rê li ber çi projeyên demokratîk bigirin. Bi gotineke hê rasterast, dixwazin tekane projeya demokratîk a modêla Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatî Sûriyê di meriyetê de ye ji nav bibin û bi rêya şer û êrişan biratiya gelan qir bikin. Lew re jî bi rêbazên ferzkirin, şîdet, vebiriqîn û restorekirina terora DAIŞ, dixwazin rêveberiya welat mande bikin û îradeya gelên Sûriyê bi metodên destpotiyê desteser bikin.
Çi civînên di bin navê piştgiriya gelên Sûriyê û rakirina sizayên navneteweyî yên li ser Sûriyê li dar dikevin jî, hîkaye ne. Armanca wan a cewherî ew e ku navê HTŞ û lîderên wê ji lîsteya terorê werin rakirin. Îcar dixwazin vê teoriya xwe bi zorê bi gelên herêmê bibin qebûlkirin ku bineya wê jî şerê navxweyî ya gelan e.
Ji ber vê zihniyeta parçeker ku li ser tunebûna gelan xwe dide jiyîn, îroj li Bendava Şehîdan – Tişrîn – berxwedana gelên azadîxwaz û demokratîkxwaz di lûtkeya xwe de ye. Ango; îroj li wê herêmê destan û efsaneyên çandên cuda cuda ji nû ve tên nivîsandin û pozê wê teoriya faşîst bi erdê ve dûz dikin. Bi gotinek din; îroj li Tişrînê, bi vîna gelên xwebexş û berxwedêr govendên azadiyê tên gerandin û rûyê kirêt ê desthilatdariya dixwazin li ser me bidin ferzkirinê, têye deşîfrekirin.
Li Tişrînê hemû maskên hêz û aliyên berjewendiya xwedanmaliyên taybet û destwerdanê hatin xwarê. Dixwaze tevger, partî, rêxistin, sazî û dezgeh be, dixwaze akademisyen, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan be. Hemû jî bi yek qêrîna berxwedanê hilweşiyan û tenê vîna ewladên gelê şoreşger li holê ma. Çîrokên metafîzîk, liberal, arstokrat û borjua ku bi bayê keştiya modernîteya împeryalîst re dizivirin, li ber estetîka karakterê Şerê Gel ê Şoreşgerî ku li Bendava Şehîdan – Tişrîn – xwe daye der, bê wate man û badilhewa çûn. Bêalîbûna ku hewl tê dayîn were raberkirin, fena Kurdan gotiye; Gayê zexel e timî li mexel e. Êdî gelê me, di şexsê her pakrewanekî rêya azadiyê de, bi heqîqeta xwe re bûya yek beden. Çi helwest û hizirîneke ku şiyana berxwedêran dike mijara nîqaşê, dijatiya rasterast a ji îradeya gelê şoreşger re.