Amara Cîhan /Qamişlo
Bendava tişrînê ku îro wek bendava şehîdan û bendava berxwedanê tê naskirin, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî di 8’ê Kanûna 2024’an de, bi awayekê hovane êrîşê bendava Tişrîn û pira karakozaqê kirin, di wan êrîşan de gelek berdêlên giran biha hatin dayîn. Şervan û gelê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn bi “Felsefeya em ji mirinê mezintirin” bi têkoşîna xwe li ser rûpelên zêrîn dîrok nivîsandin.
Gelê Bakur û Rojhlatê Sûriyê geleke ku bi salane li hemberê Çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk a dagirker têkoşînê dimeşîne. Şoreşa Rojavayê kurdistanê bi hevgirtina gel û şervanan ku heta roja îro hatiye pêşxistin û bi şoreşa Rojavayê kurdistanê re gelê Rojava gelek destkeftiyên binirx bi dest xist, dewleta tirk û çeteyên wê ji bo ku wan destkeftiyan ji holê rake bi salane erîşên xwe didomîne. Dewleta tirk carekedin bi awayek êşkere li ber çavên hemû cîhanê êrîşên sivîlan dike û komkujiyan pêk tîne. Çawa ku li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê sivîl qetilkirin bê ku bêje ev jine, zaroke an jî extiyare bi tang, top û firokên xwe kumkujî li ser gel pêk anî, îro jî heman pratik tê jiyan kirin. Rûxmê ku cîhan tev û rêxistinên mafê mirovan vê dibînin jî, lê li hemberê vê yekê bê dengin.
Gel bi duruşma Berxwedan Jiyane li hemberê astengiyan li ber xwe dide
Gelê ku ji bo parastina av û axa xwe bi coşeke mezin berê xwe dide bendava tişrînê bi duruşma ” BERXWEDAN JIYAN E” bi rihekî berpirsiyar rûxmê hemû astengiyan jî berê xwe dide bendavê. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi çuyîna gel re êrîşên xwe dijwartir dike. Rûxmê ku birîndar û şehît rojane di van êrişan de çêdibin, lê gel bi israre ku axa xwe û çavkaniyên jiyana xwe biparêze û gav paşda navêje. Gelê ku li bendavê nobet digre gotin ku ger bendav hilweşe wê bandorê li ser tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê metirsiyeke mezin ava bike. Li gorî zagonên cîhanê hedef girtina bendavan sûce, lê dewleta tirk ew 43 rojin bê navber êrîşê bendavê dike, ger îro ew bendav hilweşe bi dehan cîhên Nîştecîhbûnê di bin avê de wê bimînin.
Gelê Bakur û rojhilatê suriyê bi vîneke xurt berê xwe didin bendava Tişrînê
Dewleta tirk a dagirker ji 8’ê Kanûn a 2024’an de li Bendava Tişrînê dest bi êrîşan kiriye û her roj di çapemeniya xwe de digot ku me bendava tişrînê dagirkiriye, bi berxwedanî û têkoşîna şervanan derewên dewleta tirk derketin holê. Di bendava Tişrîn û pira karakozaqê de kêliyên dîrokî têne jiyan kirin û şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bi berxwedaniya xwe careke din kêlî bi kêlî rastiya dewleta tirk û çeteyên wê nîşanê cîhanê dan. Dewleta tirk a dagirker îro dixwaze komkujiyan pêk bîne û mêtingeriya xwe berfireh bike. Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO, zêdetirî meheke êrişên dijwar dibin ser Bendava Tişrînê. Xelkên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermen jî li dijî êrişan berê xwe dan Bendava Tişrînê. Ji 8’ê Çileyê, li ser banga Rêveberiya xweser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî van êrişan ji gelek bajaran ber bi herêmê ve çûn. Tevî hewayê sar jî gel nobeta xwe didomîne. Dewleta Tirk rojane li ser gel komkujiyan pêktîne, lê gel her di têkoşîna xwe de bi israre. Di encamê de 140 sivîl û di navde jî 4 rojnamevan birîndar bûn û 22 sivîl jî şehîd ketin.
Bendava berxwedanê rûmeta me ye
Çalakvanên ku 18 rojin li bendavê bê dorveger nobetê digrin, mesac û bersivên dane dagirkeriya tirk û cîhanê û gotin ku emê heta hinaseya xwe ya dawiyê dev ji bendavê bernedin û heta dawiyê li kêleka şervanên xwe bin. Têkoşîn û berxwedana şervanên azadiyê berxwedaneke dîrokî ye û ji bona me jî cihê hêz û coşê ye. Dewleta tirk a qirker û dagirker 100 salin ku tehamula navê kurdan nake û hebûna wan ji bo xwe xeter dibîne, ji ber wê jî bi qirkirinê dixwaze hebûna xwe rewa bike. Gel got ku “emê ti carî li hemberê êrîşan dev ji berxwedana xwe bernedin. Çavê me li axa kesî nîne û ne jî em êrîşê axa kesê dikin, ev ax ya me ye û emê bi berxwedaniya xwe bi awayekê azad bijîn.”
Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze vîna gel bişkîne
Ji 8’ê Kanûnê ve êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter li ser bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. Berxwedana li dijî êrîşan 43 roj in bê navber didome. Di 8’ê Çileyê de li ser banga Rêveberiya Xweser bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo av û axa xwe biparêzin berê xwe dan bendava Tişrînê. Li gel êrîşên li ser bendavê, gelê ku berê xwe da bendavê gelek caran rastî êrîşan hatin. Rûxmê hemû êrîşan jî gel ji doza xwe venegeriya û bi israr xwe gihand bendavê. Her roj bendav ji aliyê balafirên şer ve tê bombekirin., lê tevî vê yekê jî bi sedan kes ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobedê berê xwe didin bendavê. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze vîn û berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişikîne. Rûxmî hemû êrîşên dagirkeriyê dewleta Tirk jî çalakiya gel a ku ji 8’ê Çileyê ve destpê kiriye heta niha bê navber didome. Gelê ku diçe bendavê jî bi gotinên Em ji mirinê mezintirin û heta ku yek ji me jî bimîne emê axa xwe ji dagirkeriyê re nehêlin û heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.
Bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê, bendavê biparêzin
Piştî banga rêveberiya xweser a demokratîk bi hezaran jin, ciwan û zarok û kesên emir mezin ji 7 heta 70 salî berê xwe dan bendava tişrînê. Welatiyên ku derbasê bendavê bûne rûxmê hemû êrîşan jî bi îradeyek xort mesajên giring da dewleta tirk a dagirker. Em yek deqe û yek kêliyekê jî ranawestin û em li hemberî dagirkeriyê serî natewînin. Em careke din dubare dikin ku em dev ji bendavê bernadin û piştevaniya QSD’ê bikin û berxwedana xwe bidomînin. Em ê li vir bin û bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê li ber xwe bidin û axa xwe biparêzin. Em ê bi ser kevin û em ê Sûriyeke azad, demokratîk û federal bi hemû pêkhatiyên xwe ava bikin. Dayîka bi navê Edlê rûxmê ku di êrîşên hewayî yên dewleta tirk de birîndar jî dibe bi israr û bi vîneke xurt bê ku bi êşa birîna xwe bihise coş da çalakvanan û bang li dewleta tirk dikir û digot ” Em ji mirinê mezintirin” tû nikarî bi tang û topên xwe çavên me bitirsîne.
Bi rihê şerê gelê şoreşgerî parastina av û axa xwe dikin
gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rihê gelê şoreşgerî li bendava tişrînê bi parastina nirxên şoreşê, av û axa xwe dike. Axa ku bi xûna hezaran şehîda hatiye parastin dewleta tirk a dagirker dixwaze ku carek din dagir bike. Gelê ku li ser bendava Tişrînê bi biryardarî nobet digre, bi coşeke mezin ji dewleta tirk re gotin ku heta dilopek xûn di canê me de hebe emê dev ji axa xwe bernedin, ger pêwîst bike emê bi şervanên xwe re çeperên şer bigrin. Tang û topên dijmin nikare îradeya me bişkîne, em gelekî ku bi ramanê Netewa Demokratîk mezin bûne û emê bi şerê gelê şoreşgerî li ber xwe bidin. Dewleta tirk bi konseptekî taybet û pilankirî êrîşên xwe li heremê pêk tîne, bi armanca dest avêtina destkeftiyên gel û şoreşa rojava ev yek tên kirin. Bi van êrîşên qirêj dixwaze ku gel bitirsîne da ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê terka cih û warê xwe bike. Her roj sivîl tên hedefgirtin û bi vî awayê şerekê qirêj û dermirovî û ne yasayî tê meşandin.
Bi hildana tiliyên serkeftinê dijmin har dibe
Birîndarên bendava Berxwedanê û Şehîdan bi hildana tiliyên serkeftinê tirsekê mezin dikin dile dijmin û ew çi bike jî nikare yekîtiya kurdan ji holê rake. Me di gelek dîmenan de jî dît ku gelek kesên di êrîşa dewleta tirk de birîndar bûn û rûxmê êş û azara birînin wan jî tiliyên serkeftinê radikirin û digotin ku em ê heta dawiyê têkoşîn bikin û tu caran gav paş de navêjin. Bila Erdoxan nefikire ku wê me tune bike, bila baş bizanibe ku em çiqas ser hişkin em gelekî wêrekin ku me çawa 2014’an de kefenê mirinê çirand emê îro jî kefen biçirînin. Heta ku em bigîjin serkeftinê emê ax, av û bendava ku bi xwîna şehîdan hat avdan biparêzin.






