Asya Weşûkanî
Pir zelal diyar dibe ku di dunyaya mêran de jiyan, bê wate bûye û hew têye tehemûlkirin. Pergala mêrperest jiyan li jin, civak û xwezayê reş û tarî kiriye û ji bo ku jin xwe biprêze; tekez gerek pergala xwe ya parastinê sazûman bike. Ta jin xwe ji bandora pergala serwer û destpot biparêze teqez têkoşîn û kedek bê hempa gereke û ya din jî; gerek pir bi hêza xwe bawer be. Tekez gerek jin pir baş zanibe ku xebatek pir zehmet û demdirêj li pêşiya wê ye û gerek xwe li gorî wê hazir bike. Sedsal di ser destpêkirina têkoşîna jinan re bûriye û gihaştiye qunaxek pir pêş û ya din jî ew e ku jin hîn bêhtir zana û jîr bûne û dikarin biryara xwe bi vînek azad bidin û bibêjin em ne namûsa ti kesî ne, em namûsa xwe ne û serî li hemberî zaliman rakin û li ber xwe bidin.
Bi rastî pêşveçûna jinan mirov serbilind dike û mirov hîn bêhtir bi xwe bawer dibe û kelecana tekoşînê digire. Jinên Kurd xwe bi bîrdûzî û felsefeya Rêber APO biçek kirine û ji dil û can tekoşîn dikin. Ji bo ku jin haj li heqîqeta dîrokî hebe gerek lêkolînek pir xûrt bike ji bo ku kok û rastiya xwe binase û bi felsefê xwe biparêze. Rastî di qelîştokên dîrokê de veşartiye û gerek di hûrguliyan de were gerandin. Rêber APO di vê mijarê de wiha şirove kiriye û gotiye: Rastî di hûrguliyan de veşartiye û erka jinan jî ew e ku bi baldarî tekoşîn bikin û dîroka ku bi destê mêrê serwer û zalim hatiye nivisandin û dîroka xwe bi destê xwe xêz bike. Hişmendiya mêrperest a 5 hezar salan û bi taybet jî di van 500 salên dawiyê de gihaştiye lûtkeya şer û tundiyê.
Pergala mêrperest ya dîn û harbûyî di roja me ya niha de gihaştiye lûtkeya tundrewiyê û jiyana civakê ji dojehê xerabtir kiriye û hinas li jin û ciwanan çikandiye. gerek demeldest destwerdan li pergala tundrew û dirinde were kirin. Tekez ew destwerdan jî gerek bi destê hêzên şoreşger û demkoratxwaz be. Tekez encamên ku civaka mirovahiyê ji piratîka xwe ya dewranên bûrî bi destxistiye û gihaştiye qinyata ku bi desthilatdariyê re jiyan hew debar dibe û gerek li şûna pergala desthilatdar pergala demokratîk jiyanî bibe. Car din hate îsbatkirin ku her çiqasî pergala dewletparêz xwe rasture bike jî wê nikaribe xwe ji rizînê rizgar bike. Ya din jî pir zelal diyar e ku wê guhertin û veguhertin bi rengekî xwezayî xwe ferzî pergala serwer bike. Şoreş jî bi hevkariya jin û mêran wê pêkan bibe.
Tişta niha li vir girîng jî ew e ku gerek civak û bi taybet jî jin û ciwan vê rastiyê bibînin û çalak bibin. Li kêleka şoreşgeran mil bi mil têbikoşin û rûxandina pergala desthilatdar û destpot bi leztir bikin û pêşeroja xwe ya azad û demokrat xêz bikin. Lê di vê mijarê de ti kes xwe nexapîne û nêzîkatiyên wiha sivik nekin û xwe nexapînin û bera ti kes jî nebêje wa QSD û YPJ şer dikin û wê me rizgar bikin. Ji ber ku şerê heyî serdema xwe ya stratejîk a çaremîn jiyan dike û ev serdem jî serdema şerê gel ê şoreşgerî ye. Şerê ku şoreşger û gel bi hev re şer û tekoşîn dikin heyanî serkeftinê. Ji şoreşa gel re gelek ked û fedekarî pêwîste û ya herî giring jî ew e ku ked û fedekariyek kolektîf be û hestê walatparêziyê li pêş be û ji serkeftinê bawerbûn tekez be.
Cardin gerek were zanîn ku heyanî civak dîrokê, lêkolîn neke û rastiya hişmendiya desthilatdar a mêrperest dernexe holê û beyanî jî neke û wê wateyê jî nede têkoşîna jinan a li dijberî tund û tûjiya mêrê serwer, wê nikaribe destekê jî bide jinan û bibe xwedî, helwestek xurt û rast. Tekez ger ku mêr xwe nekin şûna jinan û êşên wan hîs nekin wê nikaribin rewşa jinan fêm bikin û li kêleka wan şerê desthilatdar û tundrewan jî bikin. Tekez heyanî ku mêr êşên jinan û zehmetiyên wan fêm nekin wê nikaribin ji wan re bibin bav, kur, hevjîn, dost û hevalên rast û dirust. Naxwe gerek em vegerin dîrokê û lêkolîn bikin û zanibin ka di dîroka 25 meha mijdarê de çi hatiye serê jinan û çima di rojek wek îro de tevahî jin çalak dibin û serî radikin?
Tişta herî girîng jî ew e ku gerek civak bi gelemperî têbigihêje ku deyndarê tekoşîn û keda wan jinên berxwedêr û qehreman in. Weke ku çawa jinan di dewrana zêrîn a newlotîk de fedekarî û pêşengtî kirin û bi rengekî xuliqkar bûn xwedî berhem û civaka mirovahî xwedî kirin û pêş de birin. Di her dewranê de jin bûne hêza parastina cewhera civaka mirovahiyê. Tekez gerek were zanîn ku keda jinan a bê hempa civaka mirovahî, domdar kiriye û aniye vê qonaxa girîng. Wek têye zanîn her ked û berhema jinan ji hêla mêrên xasok û serwer ve hatiye înkarkirin û xwe jî wek qehreman û mêrxas dane nîşandan. Gerek pir baş rol û hunera jinê û girêdana wê ya bi jiyanê re were dahurandin û rastiya wê were biyanîkirin. Di heman demê de jî jin gerek li têkoşîna xwe ya azadiyê xwedî derkevin û ber bi pêş de gav biavêjin û wek mertalên zindî yên jiyanê xwe birêxistin bikin.
Gerek jin û ciwan ji civakê re pêşengtiyê bikin û bi hûrgulî dîroka 5 hezar salan lêkolîn bikin û bêjin dem dema tolhildanê ye. Bi lêkolîna di derbarê dîroka civakê de wê tevahî kiryarên pergala mêrperest derkevin holê û werin teşhîrkirin. Ji wan kiryarên pergala mêrperwer ya herî susret jî ya 25 meha mijdarê ye ku 3 jinên çalakvan li komara Domînîk de bi rengekî pir hovane têne revandin û tecawizkirin û di dawiyê de jî têne qetilkirin. Ew her sê jinên têkoşer ên bi navê xwişkên Mîrabel ku serê xwe ji pergala dîktator Firanko re netewandin û bi wêrekî têkoşîn kirin. Lê mixabin pergala mêrê desthilatdar wan hedef digire û ji bo ku jinan bê deng bike her sê xwişkan qetil dikin û paşê hewil didin ku ser bûyerê jî bigirin. Lê ser bûyerên wiha susret qet nayê girtin û rastî wek rojê dertê holê û tevahî jin li wan qehremanan xwedî derdikevin.
Jin qefle bi qefle li tevahî welatên Ewrûpayê xwepêşandan dikin û her sal di vê dîrokê de li tevahî cîhanê jin çalak dibin û li ked û tekoşîna wan xwişkan xwedî derdikevin. Gegr ku di roja 25 meha Mijdarê de jin li her devera tevî mêran bi rojan li kolanan çalak bûn û bi silogana; jin jiyan azadî bi geşedan bilind kirin tekez ev jî berhema ked û têkoşîna wan jinên dilêr û qehreman e. Li pey wan her sê xwişkên çalakvan jinên wek Rosa Loksemborg, Kilara Zetkîn, Sara Dersim, Sema Yuce û Zîlan hatin û hîna jî şêre jin û qehreman tên. Ew jinên çeleng ên ku bûne nimûne û remza jinên çalakvan û azadîxwaz. Bi taybet jî her sê xwişkên wêrek û serhildêr ên ku li dijî tund û tûjiya kedxwar û zalimê dîktator Firanko derketin û bi hemû hêza xwe ya fikrî têkoşîn kirin û bûn pêşengên wê serdemê.
Ew bûyera susret a kuştina wan her sê xwişkan ku di roja 25 Mijdara sala 1960`an de hatiye pêkanîn lê tekez ew bûyer hîna jî zindî ye û xwedî bandor e. Têkoşîn û berxwedana wan jinên qehreman ji tevahî jinan re bûye mîrateya dewlemend a ku jinan di hêla ruh, fikir û vîn de dike yekpar û xwe li hemberî pergalên desthilatdar û serwer dikin yek û çalak dibin. Tekez dîktatorî û hovîtiya pergala Firanko bi sedema tirs û xofa xwe ya ji jinên bi hêz û çalakvan bû sedem ku wan her sê xwişkên Mêrabel bikin hedef û armanc û ew tune kirin. Lê mixabin wan hesab nekirin ku wê kuştina wan her sê xwişkan, hêrsa jin û civakê xurtir bike û wan rake serhildanê. Em îro jî dibînin ku çawa şopdarên wan şêre jinan têkoşîn dikin û destanên qehremaniyê xêz dikin. Wek têye zanîn li tevahiya cîhanê tund û tûjî li ser jinan hîna jî domdar e.
Wek têye zanîn jin her dem dibin qurbana hişmendiya serwer a mêrê tundrew û ferdperest. Li vir car din gotinên Rêber APO hate bîra me, gotina ku dibêje: Mêr ji jinên zana û bi hêz ditirsin. Bi rastî mêr ji jinên zana û bi hêz ditirse û rojane em dibin şahidê bûyerên wiha susret û hov. Nimûne bûyera kuştina sê jinên têkoşer a li paytexta Fernsa Parîsê nimûneya herî ber bi çav e. Di heman demê de kuştina sê jinên Kurd ên li bajarê Silopya yê jî kuştina jina bi navê Kerem Elhemed a ku di çalakiya mirovî de ya li ser bendava Tişrînê de ciyê xwe digirt ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve hate hedefgirtin û şehîd ket. Ev bûyer tevahî rastiya dîrokî ya mêrê ferdperest radixe ber çavan û tund û tûjiya pergala desthilatdar a îro jî berdewama wê dîroka reş a hişmendiya Şamanizmê ye. Di vê mijarê de Rêber APO gelek nirxandin û gotarên xwe yên diyarker û zelal hene.
Rêber APO di perspektîfên xwe yên di derbarê rizgariya jin de wiha dibêje: Tekez gerek jin bi xwe bawer bin û xwe bi rêya perwerdekirinê pêş bixin û pileya zanebûna xwe bilind bikin. Gerek jin ji tund û tûjiya mêrên kevnar netirsin, ji ber ku mêr ji jinên fehman û jîr ditirsin û pir bi hêrs û kîn bi ser wan de diçin û hewl didin ku çavê wan bitirsînin. Lê tekez gerek jin di rastiya vîna xwe de bin û ji xwe bawer bin. Weke ku çawa hemû pergalên desthilatdar xwe li ser şer û tundiyê dane birêkûpêkirin bi heman rengî jî pergala sermayedar a 500 salên dawiyê de jî, xwe li ser şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn navendî kiriye. Pergala serwer bi tundiya li ser jinê xwe serwer kiriye û di kesayeta jinê de serweriya xwe ji civakê û xwezayê re jî pêkan kiriye.
Bi rastî dema ku mirov li temenê serdema şer û tundiyê temaşe dike, mirov pir zelal dibîne ku pergala ferdperest û desthilatdar mirov, xweza û tevahî gerdûn jî di nav de gihandine rewşek ku hew têye nas kirin. Ji xwe temenê dîroka şer jî gihaştiye 5 hezar salî lê hîna jî ew hişmendîya şer, tund û tûjiyê zindî ye û hîna jî domdar e. Ji xwe pergala desthilatdar li pişt perdeya dewlet netew, artêş, şer û tundiyê rewa dike û civakê dike hevkarê xwe. Her wiha civak jî kiryarên dewletê yên tundrew xwezayî dibîne. Nexasim ku jin jî şer û tundiyê mafdar û xwezayî bibîne yan jî ji wan re bibe amûr û destek. Di van salên dawiyê de pergala sermayedar û hişmendiya wê ya mêrperest jinan jî di kar û barên leşkerî, siyasî û bîrokratîk de bi kar tînin û dikin xizmeta dewlet netew de. Weke ku têye zanîn sersedema kolekirina jin û civakê ya bingehîn jî hişmendiya mêr a dewletparêze û niha jî bi heman hişmendiyê dixwazin ku jin û civakê têxin xizmeta heman hişmendiyê.
Vê jî têrker nabînin, vê carê jî jinan bi darê zorê tecnîd dikin. Yanê bi darê zorê dibin leşkeriyê. Niha li 27 welatan jin wek serok dewlet û serok hikûmet hatine erkdarkirin û hejmara welatên ku jinan bi darê zorê sewqî leşkeriyê dikin jî gihaştiye dehan. Wek nimûne di serî de dewleta Îsraîl, Perava Fîldîşî, Kuba, Erîtîrya, Koreya Bakur, Sudan, Çat, Norviç, Îsvîç û Danîmarka ye û ev jî tekezkirina haziriyên şer û gengeşeyên cîhanî ye. Ji xwe jina ku bibe hevkarê mêr di her hêlê de jî xeternak dibe. Bi taybet jî li welatên Îskendenavya dixwazin ku hişmendiya xwe li şûna bîrdoziya azadiya jinê bi cih bikin. Ya din jî wek têye zanîn zagonên dewletan tekez li dijî nasnama jinê û mafê wê ye û gelekî jî li hemberî jinan zalim û tundrew e. Wek nimûne jî li welatên weke Îraqê jî mijara pirjinan ji hêla mêran ve bi navê şerîeta Îsalmê de têye kirin û paşî zewaca jinan ji 15 saliyê daxistin 9 saliyê.
Li Tirkiyê jî jin paşnavê mêr digirin û li welatê Hîndistanê ji jinên ciwan ên pehlîvan gotin ku bi sala ye ku ji terefê perwerdegar ve têne tecîz kirin, gerek ev bûyer ti carî xwezayî neyên dîtin û li dijberî wan kiryaran helwesta jin û civakê gelekî tund be. Wek tevgerên jin û jinên ciwan û tevahî beşên civakê, ji bo ku dawî li tund û tûjiyê were anîn gerek; têkoşîn û çalakiyên xwe wergerînin rewşek lezgîn û awarte. Di rastiyê de kiryarên tund û tûjiyê ne bûyerên ji rêzê ne û ne jî girêdayî ciyekî diyar in, an jî girêdayî pergala welatekî yan jî civakekê ye û ya herî rast jî; ew e ku di hişmendiya her mêrekî de tund û tûjî heye. Ger ku pirsgirêk bi kuştina mêran çareser bibaya, tekez wê şoreşgerên jin ji zû ve li her cihekî mêr kiribana hedef û armanc. Naxwe mijar hişmendiya mêrperest e û ew hişmendî tenê li cem mêran nîn e û li cem jinan jî heye û beşek mezin ji jinan bi hişmendiya bav û bira hatine mezinkirin. Gerek tekez were zanîn ku bi pêşengtiya jinên azadîxwaz wê cîhan ronahî bibe û wê jin û mêr wek hev jiyan bikin. Bi pêşengtiya jinên şoreşger ên YPJ wê cîhana reş û tarî ya mêran rabe û li şûna wê; cîhana bi ronahî û geş serwer bibe.