Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mamosteyên bajarê Amûdê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

22/01/2025
in NÛÇE
A A
Mamosteyên bajarê Amûdê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan Kêfo/ Amûdê

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û ji bo piştgiriya QSD’ê meşeke girseyî ji aliyê mamoste û xwendekerên bajarê Amûdê ve hat lidarxistin.

Şêniyên bajarê Amûdê bi awayek girseyî tevlî meşê bûn. Meş ji qada jina azad destpêkir heta qada şehîd Cîhad veguherî mitîng. Şeniyên bajêr bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyana şehdan rawestiyan. Ji bo protestokirina kiryarêndewleta tirk Rêveberê rêveberiya dibistanan ya bajarê Amûdê Hena Xalid di dawiya mêşê de  daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin:” Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek destkeftî hatin bi destxistin, yek ji destkeftî û berhemên şoreşa Rojava, damezirandina  Rêveberiya Xweser bû. Ji damezirandina Rêveberiya Xweser heta niha 11 salên tijî kar û xebatên girîng ji bo xwedîderketina gel û rêxistinkirina civakê hatin meşandin. îro bi hezaran xandekar bi zimanê dayîkê dikarin bixweynin. Her wiha di qadên  siyasî, leşkerî, aborî û civakî de jî destkeftiyên mezin û bi nirx hatin bi destxistin û ev rêveberî bû nemûneyên çareserî û jiyanek azad di dema ku tevahî surî di kirîzek mezin derbas dibû. Ev yek jî bi qehremanî û lehegiya Şervanên YPJ ú QSD ê bû ku her bihistek ji axa Rojava bi xwîna qehrmana hat avdan. Dewleta tirk li hemberê qehremaniya şervanan hemû rêbazên qirêj êrîşên xwe pêk tîne ku aramiya heremê têk bibe. ”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Zêdeyê mehekiye ku sûriye di pêvajoyek nû de derbas dibe lê dewleta tirk a qirker bi tu awayê êrîşên xwe nedaye seknandin. Niha jî li bendava tişrînê berxwedaniyeke bê hempa tê meşandin û gel qafle qafle bere xwe dide bendavê ji bo parastina av û axa xwe. Dewleta tirk û çeteyên wî kervanên gel kirin hedef ew jî têrê nekir dema kum ilet dîlan digirt bûn armanca dfirokên dewleta tirk hijmarek bîrîndar û şehîd çêbûn.”

Herî dawî jî êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û wiha hat gotin:” Yek ji wan birîndaran Hevseroka Desteya  perwerdê Semîra Hac Elî bû. Em weke rêvebirina dibistanan ya bajarê Amûdê êrişên ser bendavê şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo QSD’ê  nîşan didin, ji ber bi hêza QSD û hebûna wê em dikarin pêşerojeke azad ava bikin û zarokên civakê bi rehetî û aramî  perwerde bikin. Di dawiyê de jî em ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin ji malbatên şehîdan re jî sersaxî dixwazin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.