Kemal Necim
Ji ber ku li herêmê di mijara parastina mafên dahênana wêjeyî de tu dezgehek taybet tune ye, carna hin dahêner û nivîskar gazinan dikin ku danîn û nivîsên wan têne dizîn bêyî ku karibin mafên xwe bixwazin. Wilo xuyaye ku ji niha heta ku dezgeheke wiha çê bibe dê ev rûdan berdewam bike. Lê mijareke din ya trisnak ku niha bala daneran dikşîne bi taybet ya helbestvanan, mijara (jîriya çêkirî) AI, ye ku li gorî hin lêkolînan êdî Jîriya Çêkirî dikare helbestan binivîse ku mirov nikare cudahiya di navbera wan helbestan û helbestên ku mirov dinivîsin de zanibe.
Ev lêkolîn ji hêla du fîlozofên zanistê Brian Porter û Edward Machery ve hatiye çêkirin. Di encama lêkolînê de diyar dibe ku nimûneyên helbesta ku ji hêla AI`ê ve hatin çêkirin ji hêla pir kesan ve hetine pejirandin.
Di lêkolînê de 696 kes beşdar bûn, û şêwazên deh helbestvanên navdar ji helbestvanên klasîk ên wekî Geoffrey Chaucer û William Shakespeare, heya helbestvanên hevdem ên wekî Dorothea Laski hatin zarvekirin. Encaman destnîşan kir ku beşdaran di pir rewşan de helbestên çêkirî ji yên mirovan baştir dîtine.
Di rewşeke wiha de gelo ew kesên ku êdî ditirsin AI`ê li şûna mirovan helbestan binivîse mafdar in, lê ew ji tiştekî ku tune ye dirtisin.
Bê guman pir sedem hene ku daner û nivîskar û bi taybet helbestvan li ser bitirsin, lê kî divê bêhtir li ser xwe û helbestên xwe bitirse û kî divê netirse?
Tê zanîn ku helbesta mirovî, ango ya ku mirov dinivîsin helbesteke wihaye ku dikare hevgihîneke hestyarî û civakî biafirîne, lê ev hestyarî di deq û danînên çêkirî de tune ne. Her wiha helbest ne tenê teknîkek an şêwazek e, lê belê kiryar û reftareke civakî ye armanca wê ew e ku têgihîştina me ya der bar hev de zêde bike.
Her çiqas Jîriya Çêkirî di hin waran de serwer e, lê hîna jî karîna wê ya hilberandina nivîsan bi kûrahiya hestyarî û afirîneriya rastîn, cihê guman û pirsê ye.
Helbest bi giranî xwe dispêre peywendiya di navbera xwendevan û nivîsê de, ku li vir rola sereke ya xwendevan e ku karibe peyvan bi giyan bike û şîrove bike.
Jîriya Çêkirî kariye heta asteke mezin xwe nêzî nivîsîna helbestan bike, lê armanca bingehîn a helbestvanan her afirînerî ye, ne çêkirin e. Jîriya Çêkirî dikare bi algorîtmayên xwe helbestan çêbike, lê navika helbestê her mirovahî ye. Helbest ne algorîtma ye, ew wate, hest, raman û hişmendî ye.
Bi van çend peyvên dawiyê (wate, hest, raman û hişmendî), mirov dikare bighêje bersiva pirsa xwe, ka kî li ser xwe û helbestên xwe ditirse.
Ew kesên ku li gorî wan danîna helbestê reftar û kiryareke hêsan yan rêzkirina peyvan e, ew ên ku der barê dîroka helbestê, hêman û binyadê helbestê û şêwe û teşeyên helbestê tiştekî nizanin, tenê radibin bê rêgez û pîvan, bê hest û wate û raman, peyvan û hevokan li pey hev rêz dikin û ji me re pêşkêş dikin û dibêjin me helbest nivîsiye, ew kes dê li ser xwe û helbestên xwe bitirsin, ji ber ku êdî Jîriya Çêkirî jî dikare li şûna wan di kêmî xuleyekê de helbestên bê hest, raman û wate çêbike.