Esma Mistefa/ Qamişlo
7 sal li ser êrişên dagirkeriya Tirkiyê ji herêma Efrînê warê zeytûnê re derbas bûn. Berxwedana Serdemê ya 58 rojan muhra xwe li dîroka berxwedaniya gelan xist. Ev têkoşîn tenê di Efrînê de nehat rawestandin bi îradeya gelê berxwedêr 7 sal ji koçberiyê li herêma Şehbayê li pey xwe hêla.
Efrîna ku serjimariya wê zêdetirî 172.095 kes pêk tê û weke herêmeke Kurdî resen li Rojavayê Kurdistanê ye. Efrîn jî bi destpêkirina aloziya Sûriyê re serî li hember Rêjîma Sûriyê rakir û di xeta sêyemîn ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de; Xweseriya Xwe ya demokratîk îlan kir. Li ser van bingehan bajarê Efrînê li kêlek destkeftî û zengînbûna xwe ya sererd û binerd bibû herêmeke herî bi ewle û ya pêşesaziyê ji hemû herêmên cîran re.
7’emîn Salvegera êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêma Efrînê di 20’ê Çileyê de xwe nû dike. Faşîzma Tirkiyê bi pilaneke navnetewî di 20’ê Çileya 2018’an de bi amedekarîyeke mezin ji artêşa Tirkiyê û Çeteyên girêdayî wê; berê xwe dan Efrînê. Piştî berxwedaniya 58 rojan ku li hember hêza 2’emîn ya NATO yê li ber xwe dan, di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn bi pilaneke navnetewî hate dagirkirin û serweriya xwe tê de îlan kirin.
Herêma Efrînê di giştî Sûriyê de yek ji herêmên herî berhemdar yê zeytûn û zeyta zeytûna ye. Ji derveyê wê herêmeke çiyeyî ye û bi ava xwe ya zêde û xwezaya xweşik tê naskirin. Bi derbasbûna dagirkeriyê û komên çeteyan re, li kêlek kiryarên dijmirovî yên ku di derheqê gelê wêyê resen de pêkanîne û hê jî didome, Efrîn ji her alî ve hate talankirin û di asta yekemîn de faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan darên wê yên zeytûnan û bi deh hezaran dar, daristan, cihên dîrokî û şûnwarên wê talan kirin. Bi salvegera 7`emîn ya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê Hevseroka Meclîsa Gelan ya Kantona Efrîn û Şehbayê Mûşîre Mele Reşîd ji rojnameya me re axivî.
Efrîn yek ji pilanên avakirina pirojeya Rojhilata Navîn ya mezin bû
Mûşîre di destpêkê de Berxwedana gel ya li bendava Tişrînê silav lkir û hemû Şehîdên ku di oxira vê dozê de şehîd bûne bi bîr anîn. Herwiha bal kişand ser girîngiya Cografiya Efrînê û wiha pê de çû: “Em dizanin ku girîngiyeke mezin ya Efrînê di aliyê ciyostratejîk de heye, di pirojeya hegomoniyê ya dîzayînkirina Rojhilateke Navîn ya mezin her wiha riya heyanî deryayê, ji ber Efrîn jî weke deriyê deryayê tê naskirin, di milê din de jî li ser xeta sînor e. Ji bo pilanên xwe yên nû û demdirêj pêkbin diviya bû ku xeta sînor hemû bigihînin hev. Ji Bab, Ezaz û cerablisê destpêkirin. Lê belê tenê Efrîn û Til Rifet di wê navberê de mabû ew jî bi pilaneke dagirkirin. Daxwaza Tirkiyê û yên navnetewî ev bû ku xeta sînor weke ku hatiye pilankirin bigihînin hev, helbet ev yek jî dikeve xizmeta hegomoniya Gilobal ku pilana xwe ya Rojhilata Navîn ya mezin pêk bînin.
Bi rastî jî Efrîn gelekî zengîn e, çi di aliyê xwezayî de çi jî di aliyê cografîk de, her wiha ji bo derbaskirina xeta xazê xwedî erdekî pir alîkare. Di aliyê din de siyaseta ku hatiye meşandin, yek ji wê jî zengînbûna wê ya dîrokî û şûnwarên dîrokî yên ku xwe disipêrin bi milyonê salan. Efrîn weke dergûşa şaristaniyê dihate pênasekirin, li kêlek Efrînê Idlib heye di Idlibê de Dirgîş heye, li wir jî gelek gundên Kurdan hebûn, ev dihat wê wateyê ku Ev herêm dergûşa mirovahiyê di nava xwe de dihwîne. Bi taybet li Navçeya Şêrawa şînwarên Marmaron derketin. Bi van hemûyan re xwestin berê xwe bidin Efrînê û weke cihekî geştiyariyê jî bikarbînin û ji cewherê wê derxînin”.
Lihevkirin û bazar destwerdana Tirkiyê ji Sûriyê re rewa kirin
Mûşîre da zanîn ku di encama civînên Sotçî û Esîtana de Sûriyê hemû hate rûxandin û wiha got: “Em bixwazin hinek bêhtir vê dîrokê vekin, tiştê ku li Sûriyê hatiye jiyankirin û bi temamî sererd û binerda wê her wiha gelê wê hate talan û perîşankirin ev di encama civînên Sotçî û Esîtana bûn, her wiha ne ji demek dirêj ve di salên 90’î de dema lihevkirina Adana di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hatiye avakirin, Ev îtîfaqiyet rewakirina ji civînên Sotçî û Esîtana re bûn ku Tikriyê bikaribe destwerdanê li Sûriyê bike. Destpêkê weke 5 km bû li gore lihevkirina Adana ya duyemîn 35 km bû. Bi giştî em dikarin bêjin ku Sûriyê ne piştî hatine HTŞ’ê hate rûxandin, ji dema lihevkirinan ve Sûriyê ji destê Rêjîma Essed derketibû. Aliyê herî sereke ku hişt Sûriyê hilweşe ew jî dagirkeriya Tirkiyê û Rûsiya bû”.
Armanc ji dagirkirina Efrînê
Mûşîre bal kişand ser armanca dagirkeriya Tirkiyê ji dagirkirina Efrînê re û wiha got: “Armancên dagirkeriya Tirkiyê ji bo dagirkirina Efrînê gelek bûn. Yek ji wan armacan modêla Xweseriya Demokratîk ya ku li wir hatibû avakirin, ya din yekîtiya gelan ya li ser hîmên aşîtî û wekheviyê jiyandikirin bibin bixîne. Ji ber hêdî hêdî Efrîn di aliyê pirengî, siyaset û hêza wê ya leşkerî û parastina cewherî de weke dewletekî biçûk teşe girtibû. Ya din jî dixwest ew komên çeteyan derbasî Trikiyê nebin, her wiha îrade û vîna gelan têk bibe û berjewendiyên xwe pêk bîne. Ev hemû bibûn aliyekî din ji armanckirina dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re”.
Warê zeytûnê bû hembêza hemû gelan û pêkhateyan
Mûşîre di berdewamiya axaftina xwe de sekna gel bi avabûna Rêveberiya Xweser re anî ziman û wiha got: “Şoreşa ku li Sûriyê rabûye di 2011’an de ji cewherê xwe derket, lê di herêmên Kurdan de ev yek bi teşe û îdeolojiya herî guncav hate rûnişkandin û heyanî vê kêliyê jî berdewam e. Dema Rêveberiya Xweser di Efrînê de hate îlankirin, gel bi hemû pêkhateyên wê cihê xwe tê de girt û xwe di nav de birêxistin kirin. Di aliyê Leşkerî, siyasî, dîplomasî û civakî de xwe birêxistin kir. Ew rêxistinbûna ku hatiye avakirin di destpêkê de Meclîsa Rojavayê Kurdistanê 2011’an hat avakirin, destpêka 2012’an de jî Konferansa Avakirina Meclîsên herêmî hat avakirin, heyanî 2014’an gel di nava wan meclîsan de xwebirêxistin kir û bû bingeh ji avakirina Xweseriya Demokratîk di Efrînê de.
Dema Xweserî di Efrînê de hatiye îlankirin weke avakirina jiyaneke nû bû, bi def û zûrneyê rêveberî û gel meşiyan heyanî cihê şahiyê (Saha Azadî). Rûxmî ku ev şêwayê rêvebirinê modêlekî nû bû, lê gel karî bi hemû pêkhateyên xwe jiyana azad û wekhev pêk bîne. Bi hemdemiya wê re karî aboriya xwe avabike û gelekî xurt jî bû, dema ku Sûriyê di aliyê aborî de hildiweşiya Efrîn di pêşbirka aborî bi dewletan re bû. Bi rihetiya ku di aliyê jiyanî de hatibû avakirin, hêşt ku zihnê mirov jî rihet bibe. Aramî û aşîtiya ku hatibû teysandin herwiha dema Felsefeya Rêber APO êdî bû terzê jiyana gel di Efrînê de û bi pêş ket, bû metirsiya dijmin”.
Jina Efrînê li hember guhartina zihniyetê têkoşîn kir
Mûşîre da zanîn ku di Efrînê de jin ola herî pêşeng leyêst û wiha domand: “Ya herî girîng jî avabûna sîstema hvserokatiyê di nava sîstema Rêvberiya Xweser de bû, jin bi vê yekê re xwe di hemû aliyên jiyanê de birêxistin kir. Sîstema ku rêber APO daya pêşkêşkirin, li hember zihniyeta sedhezar salan xwe birêxistinkirine û guhartina wê zihniyetê ye, bê guman ne zihniyeta kes guhartina zihniyeta civakê. Her çiqas şekil bê guhartin û xweşikkirin lê dema zihniyet weke xwe be, wê tu tişt neyê guhartin. Bi avabûna vê rêveberiyê re jî jin bû beşek girîng di hemû qadên civakê de û di sîstem, rêvebirin û civakê de rola pêşengtiyê hilda ser milên xwe. Hebûna jinê bi naskirina dîroka xwe re herwiha bi têkoşîna ku daye meşandin re, karî careke din derkeve meydanê û erkên xwe yên dîrokî pêk bîne. Jin di Efrînê de gihîşt asta ku êdî artêşan bi rêve bibe, bibe xwediyê qada perwerdehiyê û zanistê.
Jin di vê astê re bi cil û bergên xwe derbasî yek ji dewletên hegomonîk ku bûye sedema dagirkirina Kurdistanê Firanseyê bibe, hemû zagonên xwe binpêkirin û jina kurd bi rengê wê pêşwazîkirin.
Dema êrişên li ser Efrînê destpêkirin jin beriya her kesî çek û rextên xwe li xwe kirin û cihê xwe di çeperên şer de girtin. Li kêlek zarokên xwe biryara ku bibin şervan û mertalên zindî dan. Ji çêkirin û belavkirina xwarina ku ji şervanên xwe re çêdikirin bigire heyanî eniyên şer li hember çekên herî pêşketî yên navnetewî şer kirin. Vê yekê jî em niha di kêliyên dîrokî yên ku jin di Bendava Tişrînê de dinivîse de dibînin”.
Hedefgirtina Efrînê Hedefgirtina Pirojeya Netewa Demokratîk bû
Mûşîre teqez kir ku asta Efrîn gihiştibûyê bû sedema êrîşên 20’ê Çile û wiha bilêv kir: “Efrîn bi ew asta ku gihiştibûyê, bû sedem ku di 20’ê Çile de 2018’an 72 balafir bi hevgirtina 72 dewletên navnetewî ku di nava peymanên Sûtçî, Esîtana û NATO de were êrîşkirin. Ew êriş berdewamiya kompiloya navnetewî ya li hember îradeya jina azad û felsefeya azadiyê bû. Di asta yekemîn de li hember pirojeya Netewa Demokratîk bû, ji ber dewletên navnetewî tunebûna xwe di nava pêşketina vê sîstemê de didîtin. Dewletên navnetewî bi sedsalan li pêş dinêrin, her tiştî ji bo mayîndebûna hebûn û berjewendiyên xwe pilan dikin. Ji ber vê jî didîtin ku wê bi vî rengî ewê hêdî hêdî tune bibin.
Dagirkeriya Tirkiyê bi hemû çûreyên çekên pêşketî û yên qedexekirî yên NATO’ê êrîşî Efrînê kir. Hemû pîvanên mafê mirovan binpêkirin û bi hezaran gel û zarok şehîd xistin. Bi sedan zarok di vî şerê bê wîjdan de hatin hedefgirtin û bi hezaran komkûjî pêka. Binesaziya herêmê û pêdiviyên gel armanc kirin da ku gel pê par bihêlin û goristanên Şehîdan jî hatin hedefgirtin. Bi vê kîn û nefretê Efrîn hate hedefgirtin. Lê li hember wê efsaneyên berxwedaniyê 58 rojan hate nivîsandin û cîhan tev jî bû şahidê vê yekê “.
Ji Efrîn û Şehba ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve
Mûşîre di berdewamiya axaftina xwe de behsa qonaxa duyemîn ya berxwedana serdemê kir û wiha pê de çû: “Di berxwedana serdemê de armanca dagirkeriyê ew bû ku hemû gel di navenda Efrînê de kom bike û bi dubarekirina komkûjiya Helepçeyê careke din di çexsê gelê Efrînê de komkujiyeke nû bike, ev yek jî biryareke navnetewî bû. Ji ber vê yekê bi biryareke hevpar ya rêveberî û gel Efrîn hate valakirin û gel di 18’ê Adara 2018’an derbasî Şehbayê bû, rûxmî hemû êş û zehmetiyan jî kêliyên nû yên berxwedanê di qonaxa duyamîn a berxwedana serdemê de destpêkirin û 7 sal ji avakirina jiyaneke nû, berxwedan, têkoşîn, êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û ambargoya Hikumeta Şamê li pey xwe hiştin û careke din bi geşedanên ku di giştî Sûriyê de hatine rûdan re, neçar man ku careke din koçber bibin û berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê”.
Divê Kongireyek Netewî- Sûrî bê lidarxistin
Mûşîre di dawiya axaftina xwe de bang li raya navnetewî kir û wiha got: “Li beramber ewqas kiryar û sûcîn şer herwiha li hember tunekirina dagirkeirya Tirkiyê di Efrînê de, Banga me ji hêzên navnetewî û Neteweyên Yekbûyî re heye. Em dibêjin di nava geşedanên ku li Sûriyê têne jiyankirin û li hember êrişên heyî û kiryarên ku têne kirin pêwîste ku hemû alî bibin xwedî helwest, da ku em bigihêjin çareseriyekê ji bo hemû Sûriyê. Her wiha kongireyekî Netewî-Sûrî bê lidarxistin û destûrekî hevbeş di Sûriyê re were avakirin da ku Sûriyeke demokratîk, aşîtî û nenavendî were avakirin”.