Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sozdar Cîhad jineke kedkar bû

22/01/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewlet jinê dide bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale       

Jina ku dikare têbikoşe, dibe ku kedkar û fedekar be. Ew ya herî zêde ye ku hebûna xwe diyar dike û pêdiviya civakê bi wan heye. Sozdar Cîhad (Şehnaz Omer) yek ji jinên ku bi dil û can xizmeta doza jinê dikir.

Şehnaz Omer sala 1974`an li gundê Qizil Baş ê navçeya Bulbulê girêdayî bajarê Efrînê ji dayîk bûye. Xwişka wê Sozdar û birayê wê Cîhad berî wê tevlî Tevgera Azadiya Kurd bibûn. Ew dema tevlî Tevgera Azadiyê bû navê xwişk û birayê xwe rakir.

Jina welatparêz Sozdar Cîhad sala 1999`an ji taxa Zorava ya Şamê biryar da ku rêça xwişk û birayê xwe bişopîne. Ji girêdana Sozdar a bi Tevgera Azadiyê re tê gotin aşk, dikarîbû her tiştê xwe ji bo doza xwe feda bike. Ji malbata xwe re digot eger ew tevlî nebe wê heyanî ku bimrê di gurava birçîbûnê de be. Ew cesareta wê hebû ku xwe bide ber kar û berpirsyartî rabike.

Ew yek ji jinên ku rûmeta wê li ber dilê wê gelekî ezîz bû, ji ber tucarî nedigot ez nizanim, ez nikarim, ez westiyame, yan jî destûr nedida ku gotin li ser karê wê were kirin. Diviyabû di karê wê de tucarî kêm û kurtî derneketibane.

Ji destpêka şoreşa Rojava ciyê xwe di xebatên civakî û xebatên jin de digirt. Girîngiyeke mezin dida exlaq û nirxên manewî yên civakê. Fêrnebibû ku li ser keda kesekî bijî, wê ked dikir û xizmeta gel dikir. Feraseta dibe şoreşger xizmeta gel bikin, di jiyan û têkiliya xwe ya bi civakê re, pêk anî bû. Nêzî 20 salan li hemû Kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebitî. Li sazî û meclisên jin xebitî û her tim xizmeta jin dikir. Ji bo wê ya girîng zerarê nede kesekî û hewl dida ku erkê xwe yê li beramberî tevgerê pêkbîne.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka şoreşa Rojava ve êrîşî tevger û xebatên rêxistinî yê jin dike. Bi dehan jinên têkoşer ku berpirsyartî radikirin, ked didan û erka xwe pêktanîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hedef dihatin girtin. Şehîd Sozdar Cîhad jî 10`Çile 2025`an di encama bombebarana balafirên dewleta Tirk şehîd bû.

Şehîd Sozdar Cîhad ji ber ku jineke kedkar û karker bû, divê hebûna wê wenda nebe. Karkerên jin li hemberî sîstema feodal û kaptalîzm dest bi têkoşînê kirin. Bi hezaran canê xwe feda kirin da ku jin bighîje mafên xwe û bi rûmet bijî. Di Tevgera Azadiyê de hevala Sozdar û hemû şehîdên jin ji bo rûmet, wekheviya di navbera jin û mêr û edaletê têkoşiyan. Niha jî jin li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê têdikoşe da ku civaka demokratîk, ekolojîk û azadî xwaziya jin ava bibe. Di vê têkoşînê de hebûna jinên kedkar û karker diyare, ji ber ew tenê dikarin ji bo welatparêzî, wekhevî û edaletê dev ji hemû daxwazên xwe berdin û xizmeta jinan bikin. Jin niha ciyê xwe di nava şerê rûmetê de digrin, nirxên ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi ked û xwîna xwe biparêz in.

Post Views: 192
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.