Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qereman tekez kir ku bi yekbûna dengê jina kurd, ereb, durzî, xiristiyanî, suryanî û ermenî wê Sûriyeke nû û demokratîk bi dest bixin.
Piştî 50 salên tijî êş û azar ku gelê Sûriyê bi giştî kişand, rejîma Eseed di 8`ê meha Berfanbarê de hate rûxandin, êdî dîrokeke nû ji bo Sûriyê hate nivîsandin, derfeteke ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê bi demokratîk bi hev re jiyan bikin û di destûra Sûriyê de cih bigrin, bi taybet jî jina Sûrî ku di seranserî 50`î sala bi awayekî berfireh ji maf xwe hate dûrxistin û ji qadên jiyanî hate paşguhkirin. Piştî şoreşê jinê cihê xwe di hemû qadan de girt, bi hatina HTŞ ser hukmê Şamê êdî dîsa xeteriyek ser rewşa jinan çêdibe, metirsiya vegerandina jinê mîna demên berê derdikeve holê, di riya hin daxuyaniyên ku ji hin aliyan tên derxistin di nava hikumeta nû de. Derbarê vê mijarê de hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qereman ji rojnameya me re axivî.
‘Sûriya qûnaxeke dîrokî jiyan dike’
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qereman diyar kir ku piştî rûxandina rêjîma Eseed Sûriya qûnaxeke dîrokî jiyan dike û wiha got:“Em kêliyên giring ji dîroka Sûriya nû jiyan dikin, ev qonax ji bo tevahî katagoriyên Sûriyeyê pir giringe, ku Sûriyê ber bi demokratîkê û temsîlkirina dengê Sûriyeyan biçe, piştî salên dûdirêj ji zilm, zordarî û nijadperestiyê”.
Leyla Qereman di axaftinên xwe de bal kişand ser rewşa jinê di çarçoveya rêjîma Esed û wiha pê de çû:“Dema ku em van kêliyên dîrokî û qonaxa ku Sûriya tê de derbas bû bibîr bînin, divê di serî de bal bê kişandin ser rewşa jina Sûrî, em zanin ku jina Sûrî cihekî wê yê dîrokî di civaka Sûriyê de hebû, di riya beşadrbûna wê di tevahî qadên jiyanê, lê piştî desthilatdariya Baas hate ser hukmê Sûriyê ji milekî din ve jî rola jinê hate paşguh kirin, herwiha hate dûrxistin ji hemû qadên jiyanê bi taybet di qada siyasî de.
‘Giringiya rola jinê di pêşeroja Sûriyê de’
Di dema ku Sûriyeyî hêviya guhertinên demokratîk dikin, hin daxuyanî ji hêla HTŞ ve hate derxistin derbarê paşguhkirina rol û cihê jinê ku hêrseke mezin ji aliyê jinan ve derket, derbarê vê yekê de Leyla Qereman wiha anî ziman:“Mixabin ku em van daxuyaniyan guhdar dikin, di demeke ku hewildanên ber bi xêzkirina Sûriyeke nû çêdibin, ji taybetmendiyên demokratîk û wekheviyê, bi taybet derbarê rola jina Sûrî bi hemû gelê wê, ji ber ku jinê şanseke mezin ji êşê kişand. Jinê li ser tevahiya astan beşeke mezin ji têkoşînê kir, bi taybet bi destpêkirina şoreşê di sala 2011`an de, ji bo rêxistinkirina refên xwe ya herî li pêş bû, bawer bû ku ew hevkara bingehîne di avakirina Sûriya de”.
Leyla Qereman destnîşan kir ser rola jinê û beşdarbûna wê di avakirina Sûriya nû de:“Giringe ku beşdarbûneke çalak ya jinê hebe di qonaxa veguherîna siyasî de. Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de tekez dikin ku hebûna jinê di her qonaxeke ji qonaxê veghuerîna siyasî de pir giringe ji bo serkeftinê, ji bilî vê yekê wê tu serkeftin tune be, mîna ku me di çarçoveya 13 salan dît ji temenê aloziya Sûriyê. Pêwîste ku madeyên destûrî hebin ku parastina mafên jinan bikin di Sûriyê de, ji destpêka dîrok û helwesta wê ya di dîrokê de û heta niha”.
‘Yekbûna Refên jinan pêwîste’
Leyla Qereman tekez kir ser yekbûna helwesta jinan di vê qonaxê de û wiha got:“Ev rastiyeke qonaxeke ku bi hezaran Sûriyeyî li benda wê ne, ku di salên aloziyê de pir êş kişandin, di nav de jin, ji ber vê yekê divê jinên Sûrî hesasiyeta vê qonaxê nas bikin, kar û xebat ji bo yekbûna helwesta xwe bikin. Bi yekbûna dengê jina kurd, ereb, durzî, xiristiyanî, suryanî û ermenî wê Sûriyeke nû, Sûriyeke demokrarîk were avakirin.” Leyla Qereman di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê Sûriyê kir, ku destwerdanên derve red bikin, da ku ji xeletiyên berê sûd bigrin û wiha got:“dirêjbûna aloziya Sûriya, sedema bingehîn destwerdanên derve bû weke Tirkiyê û hin hêzên heremî, ji dewletên ku berjewedniyê wan di dirêjkirina temenê aloziyê de hebû. Li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê û ne bidestxistina diyaloga Sûrî-Sûrî, ji ber vê yekê Sûriya nû tê xêz kirin, Sûriya ji hemû Sûriyeyan re ye, em ne hewcdarê destwerdanên derve ne, ji bo ku ji xeletiyên ku di salên aloziyê de qewimîn dûr bikevin”.