Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

11’emîn Salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser li Amûdê hate pîrozkirin

21/01/2025
in NÛÇE
A A
11’emîn Salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser li Amûdê hate pîrozkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan Kêfo/Amûdê

Bi sedema ku herêm ji zext û aloziyan rizgar bibe û hêviya gel vegerîne û ronahiyê derbasî jiyana hemû pêkhateyan bike, di 21 ê Çileya 2014’an de, Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezirandin. Roja 21 ê meha çile, salvegera 11’emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê ye. Rêveberiya Xweser a ku bû ciheke aram bi ewle ji bo sed hezara keç xortên hemû pêkhateyên milet me ji kurd,Ereb,Suryan,Aşûr û Ermen û di nava xwe de hemû bawerî û olên mîna Musilman,Êzîdî,û Xiristiyan li herêmên xwe bihevra parastin

Di aliyê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê bi boneya damezirandina salvegerê ya Rêveberiya Xweser de daxuyaniyek niviskî hat dayin. Li ser navê Rêveberiya Xweser Hesen Şero Hevserokê Encûmena Cîbicîkar ya Kantona Cizîrê daxuyanî hat xwendin.

Rêveberiya Xweser di aliyê xizmetgûzarî de, xebatên bêhempa dan meşandin

Di daxuyanîyê de, damezirandina Rêveberiya Xweser hat pîroz kirin û wiha hat gotin: “Di demeke ku hemû deverên din ên Sûriyeyê di nava aloziyeke tund de bû, pêkhateyên di herêmên Rêveberiya Xweser, bi serkêşiya jinê, bi hevre nirxê şoreşê diparastin,pêşketin û avakirin. Di heman demê de, rengê buhara gelan ji bo hemû Sûriyekê azad di afirandin. Îro jî, vê qonaxa hestiyar de û bi taybet piştî ketina rêjîma faşîst a ku Sûriyê gihand xeterî û metirsiyê, projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû nirx û rêbazên demokrat, mînakên çareserî û hêviya pêkhateyên tevahî Sûriyê ye. Piştî 10 salan û zêdetir, Rêveberiya Xweser isbat kir ku dikare vê qonaxê birêve bibe û projeya neteweyî ya ku afirandin dibe û nexşeyeke ji bo Sûriyêke nû û gel ji bermahiyên siyaseta rêjîmê ya şaş xilas dike. Ji bo berxwedaniya neteweyî û yên gelê Sûriyê ye û ji ber ku em mînakên yekemîn di avakirina Rêveberiya Xweser li Sûriyê bûn. Em amade ne bi hemû hêza xwe ji bo avakirina Sûriyêkî biewle, wekhev û aştîxwaz bibin alîkar. Em îro şehîdên xwe bibîr tînin. Ew lehengên şerê li dijî terorê kirin, ji bo avakirina welatekî wekhev de hebe û bi xwîna xwe têkoşîn birêveberin. Em gelê xwe silav dikin.Bi têkoşîn û berxwedana gelê me û girêdana wan bi xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, piştî 10 salan ji hemû cîhanê re diyar kirin ku mînaka berxwedaniyeke bêhempa li herêmên me dihate meşandin. Em berxwedaniya lehengên di çeperên şer de li bajarê Arîn Mîrkanan silav dikin. Ew lehengên ku me û tevahî cîhanê ji kiryarên terorî û derveyî zagonî diparêzin. Îro dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê êrîşên hovane bi ser Bendava Tişrînê pêktînin. Armanc êrîşen dewleta Tirk ya dagirker guhertina demografiya tevahî Sûriyê û talankirin û qirkirina gelê Kurd û herêmê ye. Kiryarên dewleta Tirk ya dagirker îro berdewamiya kiryarên rêjîma hilweşiya ye. Ji ber wê sedemê piştî ketina rêjîma ku 50 salî zilm û zext li ser herêmê dimeşand, gel hêvî dikir ku, jiyaneke aram bijî. Lê mixabin dewleta Tirk ya dagirker pêşî li vê aramiyê digire û naxwaze aramî bikeve herêmê. Di dawiyê de em soz didin gelê xwe,em ê têkoşîn û berxwedanê bi hemû hêza xwe li ser hemû qadan bikin û em ê ji bo berjewendiyên gel û bi daxwazên wan heta dawî kar û xebatê xwe bidin domandin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.