Dîlan Mulhim\Qamişlo
Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê bi merasîmeke girseyî 7 cangoriyên azadiyê li gorstana Şehîd Delîl Saroxan sipartin axê.
Îro şêniyên kantona Cizîrê bi merasîmeke girseyî 7 şehîd ên ku li bendava Tişrînê di encama firokên dewleta Tirk şehîd bûn, li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxirkirin.
Kesên şehîd Hevseroka PYD‘ ê Menîca Haco ya Qamişlo, şanogere Cuma Ibrahîm (Bavê Teyar), endamê Meclisa Malbatê Şehîdan Kêfo Osman û Ebdilqadir Ibrahîm ,endamê PYD’ê Mizefer Mihmed û endamê Hêzên Cewherî Ekrem Rexo bûn û şervanê Hêza HAT Şahîn Ibrahîm . Herwiha di merasîma oxirkirinê de bi hezaran şêniyên kontona Cizîrê, endamên Saziyên Rêveberiya Xweser û endamên Civaka Sivîl beşdar bûn.
Karwanên şehîdan ji beradeya şehîdan a Taxa Enteriyê bi rê ket. Herwiha şêniyên kantona Cizîrê li gorstana Şehîd Delîl Saroxan pêşwaziya pekrewan kirin.
Merasîmên oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştire li ser navê Partiya Yekêtiya Dîmkorat Foza Yûzif axivî: “Em ji vir heta bendava berxwedanê
Bendava Tişrînê silav dikin. Herwiha bijî berxwedana gelê me yên ku li bendava berxwedanê nobetê dikin. Îro dewleta Tirk dixwaze ku tevahiya Sûriyê dagir bike, lê em ji bo rûmeta xwe şer dikin. Di heman demê pêwîste hikumeta Demkî jî bêdeng nemîne. Em ji bo raya giştî dibêjin ku dewleta Tirk sivîlan şehîd dixe pêwîste li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin. Herwiha gelê kurd ti carî serîtewandinê qebûl nake û baweriya me ya azadîyê mezin e. Îro gelê me parastina ax û rûmeta xwe bike, berxwedaniyeke bêhempa dide meşandin.”
Di heman çarçoveyê de li ser navê kongira Islamî a Dîmkoratîk Mihemed Xerzanî axivî.“ Daxwaza vî gelî ku
azad jiyan bike û Bendava Tişrînê bû bendava şehîdan.Herwiha gel berê xwe dide bendavê da ku nehlin dewleta Tirk bendavê dagir bike. Em bejna xwe li ber ditewîn. Di heman demê de dewleta Tirk a dagieker bi van êrişên xwe nikare îradeya gelê kurd bişkîne. Nêzîk û ne dûr wê Kurdistan azad bibe û gel kurd bi ser bike û wê dagirker binbikevin. Em ê heta dema dawî berxwedaniyê bikin.”
Di heman demê de di bin navê Kongira Star Rîhan Loqo wiha axivî: “Bi sedê weke van şehîdan berê xwe dane bendava berxwedanê bendava Tişrînê em jî li hemberî van êrişan li ber xwe bidin. Herwiha gelê me li
hemberî çekê nato şer dike û dewleta Tirk dibêje ku gelê kurd û jinê kurd kî ne, em jinê xwedî berxwedanî û heqîqetê ne. Kesê ku bixwaze gelê kurd nasbike bila were bendava berxwedanê.”
Herwiha li ser navê Koma Serdem û TEV-ÇAND’ê rêhevalên Bavê Teyar, Ferhadê Merdê, Umer yê bi navê Teyaro û Hejar Remo di şexsê Bavê Teyar û hemû şehîdên din axivîn.
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin û cenazeyên şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin spartin.






