Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em ê bi rihê Nazim û Cîhan bibin dengê QSD û YPJ’ê’

21/01/2025
in NÛÇE
A A
‘Em ê bi rihê Nazim û Cîhan bibin dengê QSD û YPJ’ê’
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Rojnamevan Ciwana Cuma ya ku êrişên dagirkeriyê û berxwedana gel a Bendava Tişrînê ji nêz ve dişopîne anî ziman ku dê berxwedaniya gel a bêhempa dagirkeriyê têk bibe û wiha got “ Ger Bendava Tişrînê bê armanckirin dê karîsetekî mezin a mirovî rû bide.”

Êrîşên dewleta Tirk a li ser Tişrîn û Qereqozaqê ku di 8’ê Berfanbara 2024‘an de destpêkir, ev 35 roj in bêyî navber berdewam dike. Ji ber êrîşan Bendava Tişrînê li ber hilweşînê ye. Tevî daxuyaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriye û bi dehan saziyan jî ne êrîşên dewleta Tirk rawestiyan ne û ne jî ji raya giştî ya navneteweyî helwestekî cidî pêş ketiye.

Di derbarê êrişên dagirkeriyê û berxwedana çalakvanên mertalên zindî de, rojnamevan Ciwana Cuma ji rojnameya me re axivî.

‘Berxwedaniya şervanan li bendava Tişrîn û Minbicê bi piştgiriya gel bilindtirdibe’

Ciwana Cuma ya ku ji roja destpêkê ve, êrişên dagirkeriya Tirk û li hemberî vê berxwedaniya gel ji nêz ve dişopînê dibêjê ku berxwedaniya Bendava Tişrînê berxwedaniya mirovahiyê ye û wisa dest bi axaftina xwe kir: “Dewleta dagirker ya Tirk û komên çete yên girêdayi wê wek her demê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên xwe bênavber didomîn e. Vê carê jî Bendava Tişrînê xistiye armanc. Ji ber ku Bendava Tişrînê ji du aliyan ve stratejîk e. Aliyekê nêzî pira Qereqozaq a li sînorê bajarê berxwedanê Kobanê ye û di heman demê de jî aliyê xizmetguzariya herêmê kehrebê dide giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji xwe wezîrê karê derve yê dewleta Tirk ya dagirker Hakan Fîdan jî, gelek caran anî ser ziman ku binesaziyên herêmê qaşo wek cihê leşkerî tên bikaranîn dê bên armanca êrîşên wan. Lê ev yek ne raste Bendava Tişrîn tenê ji bona xizmetgûzariya kehrebê ye û di heman demê de karkerên tê de kar dikin jî sivîlin. Ji ber wê yekê dewleta Tirk û komên çete piştî êrişên dagirkeriyê weke bajarên Heleb, Şehba û Til Rifet vê carê jî berê xwe dan Minbic û Bendava Tişrînê. Ev yek ji mehekê zêdetir jî, li wê derê berxwedaniyek bêhempa didome. Şervanên parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê QSD’ê, YPJ têkoşinekî di asta jor de didin meşandin. Li hemberî êrişên dagirkeriyê bi şêwazekê pispor li berxwe didin. Li dijî teknîka asta herî jor ya di destê dewleta Tirk ya dagirker de şer dike. Balafirên bêmirov hertim li ser esimanê herêmê de difirin. Gunde warên başûrê Kobanê ji aliyê balafirên şer yên girêdayi dagirkeriya Tirk ve tên bombebaran kirin. Gundê Sirînê û Qereqozaqê pir caran tên bombebaran kirin. Lê berxwedaniya şervanan dijî dagirkeriyê jî wan êrişan vala derdixîn e.”

‘Bendava Tişrînê dê bibe Bendava serkeftinê’

Ciwana got ku li hemberî êrişan gelê herêmê têkoşînek bêhempa dide meşandin û axaftina xwe wisa domand: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja destpêkirina êrîşan heya niha di bin hîma şerê gelê şoreşgerî û xweparastina cewherî dan xuya kirin ku gel li cem hêz û şervanên xwe cih digirin. Ji ber nerazîbûna êrîşên li ser xaka herêmê gel xwe li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birexistin kir û çalakiyeke mertalên zindî pêkanîn. Her bajarekî Rojavayê Kurdistanê ji 7 û heya 70’ê saliyê bi coşekê tevlî vê çalakiyê bûn û berê xwe dan Bendava Tişrînê. Rûxmê hemû êriş û bomberdimanên dewleta Tirk ya dagirker berxwedaniya gel ya bêhempa didom e. Karwanên çalakvanan pir caran hate armanckirin. Lê gel ti caran gav paş de ne avêt û ji bona têkoşînê soz dan. Dema roja destpêka çalakiya mertalên zindî destpêkirî, komên karwanan yên destpêkê bi balafirên şer hatin armancgirtin û 5 welatî şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn. Lê ev dîsa astengî ji bona çalakvanên mertalên zindî dernexist û berovajî vê çalakiya xwe hîn xurtir didin meşandin. Dema ku êriş pêkhat welatî ji erebeyên xwe daketin û heyanî bendavê bi meşê berdewam kirin. Bi her awayî dewleta Tirk ya dagirker bi armancgirtina hevalên me yên rojnamevan û di  serî de rêhevalên me Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan kirin armanc, ji ber ku wan  dengê rastiyê, şer û pevçûnên li bendavê û binkeftina dagirkeriya tirk û kiryarên wê yên dijmirovî ji jîhanê re radigihandin. Çalakiya mertalên zindî dorvegere, dema ku karwanên welatiyên Kantona Cizîrê tê de cihdigirtin gihişte cihê çalakiyê dîsa êrişên dagirkeriyê destpêkirin, lê gel bi biryare ku têkoşîna xwe berdewam bike. Dewleta Tirk ya dagirker bi riya endam û dezgehên xwe yên ragihandina şerê taybet ve, hewil dide berxwedaniya ku tê meşandin berovajî nîşanî raya giştî bid e. Dayik, ciwan û zarok bi hemû tevlî çalakiyê bûne û bi dirûşmeya ‘Em ji mirinê mezintirin’  biryara xwe ya parastina axa xwe dan. Ev gel xwe bi ramanê Rêber Apo perwerde kir û stratejiya şerê gelê şoreşgerî ji bona xwe bingeh girt. Bi wî rihê gelê şoreşgerî dê dagirkeriyê têk biçe. Gel sekna bêhempa ya dijî dagirkeriyê raber kiriye ku êrîş neyê sekinandin dê dewleta Tirk ya dagirker li hemberî berxwedana gelan têk biçe.”

‘Ragihandina şerê taybet hewildide berxwedaniya gel berovajî bide nîşan dan’

Ciwana da raber kirin ku dewleta Tirk ya dagirker rastiyên ku tên jiyan kirin hewil dide bi rêya çapemeniya şerê taybet vala derbixîne û wiha got: “Ev berxwedanî di rûpelên dîrokê de navê xwe nivîsand. Bendava Tişrînê dê bibe bendava serkeftin û berxwedanê. Herkesek dizane ku bendava Tişrînê bendavek mezin û stratejîk e. Ger ev bendav teqîya di sedema êrîşên dewleta Tirk ya dagirker dê keresatekî mirovî a mezin bi xwere derbixîne holê. Her çiqasî QSD û Rêveberiya Xweser bangawazî kirin ku êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser herêmê demildest bêsekinandin jî dîsa bi şêwazekê hovane ev êrîş berdewam dikin. Ev keraseta ku çêbibe ne tenê wê bandora xwe li ser axa Sûriyê bike, di heman demê de wê li ser Iraqê jî bandor bike. Di aliyê mezinahiya xwe de dikeve rêza dûyem a bendavên ji Sûriyê hene.  Ev rastiya gel û şervanên QSD’ê jiyan dikin, dewleta Tirk hewildide vala derxîne. Hevalê me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn armanca siyaseta dewleta Tirk ya dagirker qutkirina dengê rastiyê bû. Îro jî heman siyaseta gefxwarin û zextê hewildide ku rastiya tê jiyan kirin bê bertek bihêle. Lê weke endamên Ragihandina Azad û rojnamevan buyerên herêmê ku berxwedaniya herêmê ji nêz ve dişopînin em dibêjin; ‘Me kamira û pênûsa Nazim û Cîhanan hildaye û em rêça wan dişopînin, emê wê sozê bidin ku emê bi rihê Nazim û Cîhanan bibin dengê QSD’ê û YPJ’ê.’”

 

ShareTweetPin1
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.