Di salvegera 7’emîn ya êrişên dagirkeriy aTrikiyê li ser herêma Efrînê di 20’ê Çileya 2018’an de. Kombenda Efrîn a Civakî li Qamişlo û bi beşdarbûna bi sedan ji gelê Efrînê êrişên û kiryarên dagirkeriyê bi daxuyaniyekê şermezarkirin.
Esma Mistefa/ Qamişlo
Dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî wê di 20’ê Çile 2018’an de herêma Efrînê kir hedef. Ji bo şermezarkirina kiryar û êrişên dagirkeriya Trikiyê yên ku ji 7 salan ve derheqê gelê Efrînê de pêkaniye, Kombenda Efrîn a Civakî û bi beşdarbûna bi sedan ji gelê Efrînê li bajarê Qamişlo daxuyaniyek ji raya giştî re hate dayîn. Daxuyanî li ber çarxereya Efrîn bi zimanê Kurdî Rola Mihemed û bi zimanê Erebî Îyad Îbrahîm ve hate xwendin.
Di naveroka daxuyaniyê de ev hate ragihandin.
Daxuyanî wiha hate destpêkirimn: “Em weke koçberên Efrînê yê ku 7 salin di qonaxên zûr û zehmet ên koçberiyê re derbas dibin salvegera 7′ emîn êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê , li ser çiyayê kurmênc em bi tundî şermezar dikin .Di 20′ çi le 2018’an de dewleta tirk û çeteyên wê di bin navê ,şaxê zeytûnê de operesyon dan dest pê kirin. Dewleta tirk bi 72 balafirên cengê herêma Efrînê dagir kir. Di êrîşên dewleta tirk de bi sedan sivîl hatin kûştin û birîndar bûn, lê belê li hemberî vê yekê jî dibin navê berxwedana serdemê de 58 rojan gel û şervana berxwdaniyeke bê hempa meşandin.Lê bêbexitî û bê dengiya rêxistinin mirovî ,li hemberî binpêkirinên dewleta tirk û komên girêdayî wê bû sedem ku bi sed hezaran efrînîn ji cih û warê xwe koçber bibin”.
Pilanên dagirkeriyê îsrara gel lawaz nekir
Daxuyanî wiha hate domandin: “Piştî dewleta Tirk Efrîn dagirkir bi sed hezaran gelê Efrînê berê xwe dan kantona şehbayê û li wir dibin kampan de berxwedaniyaniya serdemê bi hêviya vegerê berdewam kirin. Lê bêbextîya cîhanê ya ku bû sedem dewleta Tirk hemû cûre çekên qedexekirî bi kar bîne û di encamê de herêma Efrînê dagir bike , gelê Efrînê bi darê zorê ji cihê xwe koçber bûn û li Şehbayê bi alîkariya Rêveberiya Xweser di bin kampan de bi cih bûn. Ji 18’ê Adara 2018’an heya 01/12/2024’an gelê Efrînê li Şehbayê li dijî hemû cûre zehmetî û dorpêça rêjîma Şamê ya ketî û topbarana ku tu caran nedihat rawestîn jî li ber xwe dan, tevî ku ew hatibûn koçberkirin jî, rojane ji aliyê dewleta Tirk ve rasti armanca topên dewleta tirk dihatin. Lê vê yekê tu carî îsrara wan a berxwedana ji bo vegera Efrînê lawaz nedikir”.
Gelê Efrînê biryara vegera li ser xaka xwe dane
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû sazî û rêxistinên navdewletî hate kirin wiha hate gotin: “Mixabin di pêvajoya ketina rêjîma Şamê ya dîktator de careke din di 02/12/2024’an de ji herêma Şehbayê jî koçber dibin û berê xwe didin herêmên Rêveberiya Xweser ên bi ewle, rêveberî jî bi hemû derfetên xwe yên heyî alîkariya wan dike û wan bi cih dike. Em bang li hemû sazî û rêxistinên mirovî û navdewletî dikin Ku ,ev welatiyên biyanî, li efrînê bi cih bûne ,vegerin cihê xwe ya rasen û gelê Efrînê vegere cih û warê xwe dibin Sîwana rêxistinên mafê mirovan yên Navdewletî de. Em dîsa dubare bi vîn û sekina gelê Efrînê bang li rêxistinên mafê mirovan navnetewî dikin ku çavê xwe vekin û bi erkên xwe yên însanî ra bin. Gelê Efrînê biryara vegera li ser xaka xwe da ne. Daxwaz û hêviyên me Vegereke bi rûmet û aram li ser xaka me ye”.
Bê Efrîn jiyan nabe ,veger sûnd û biryara me ye .
20 –çîle-2025 .Qamişlo
Kombenda Efrîn a civakî a Kantona cizîrê.






