Hemza Sêvo/ Qamişlo
Derbarê êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bendava Tişrînê û hedefgirtina sivîlan Yekîtiya Parêzeran û Meclisa Dadweriya Civakî li navenda xwe ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek dan. Tê de jî bang hat kirin ku divê Dadgeha Cezayan ya Navneteweyî jî derbarê sûcên dewleta Tirk, dest bi karê xwe bike.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bênavber êrişî deverên wekî Bendava Tişrîn, gunedewarên Kobanê, Minbic, Ênîsa û hwd… dikin. Derbarê van êrişên dagirkeriyê de û hedefgirtina sivîlan daxuyaniyek ji hêla Yekîtiya Parêzeran û Meclisa Dadweriya Civakî ya kantona Cizîrêve hat dayîn.
Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî bi beşdarbûna endamên yekîtiyê û meclisê hat xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser berdewambûna êrişên dagirkeriya Tirk û wiha hat gotin: “Tevî têkçûna rejîma desthilatdar li Sûriyê û tunebûna hincetên ji bo berdewamiya xebatên leşkerî li Sûriyê, lê dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe hîn jî êrîşî Bendava Tişrîn, Pireya Qerqozaq, gundewarên Til Temir û herêmên din dike. Êrişên dewleta Tirk ne encama rewş û bûyerên dawî ne, ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, Tirkiye gelên herêmê, erdnîgariya wê û projeya wê ya demokratîk hedef girtiye. Piştgiriya bêsînor a dewleta Tirk ji rêxistina terorîst a DAIŞ’ê re û dagirkerkirina deverê Sûriyê herwiha guhertina demografiya wan deveran, sûc û binpêkirinên komên girêdayî wê li dijî gel, erdnîgarî û jîngeha wan deveran ji kesî ve ne veşartî ye.”
Daxuyanî wiha domand: “Dewleta Tirk û bi riya çeteyên xwe, di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li gorî madeya 1’an ya Peymana Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945’an, sûcê êrişkirinê ye û li gorî madeyê ji aliyê hiqûqa tawanên navneteweyî ve û li gorî madeya (8 – dubarekirî) ya Peymana Roma ya Dadgeha Cezayan ya Navneteweyî ya 1998’an tê cezakirin. Hedefgirtina sivîlan bi taybetî , li gorî madeya 8’an a peymana Romayê sûcê şer e. Ji bilî îhtîmala hilweşandina bendavê û karesatên ku di encama wê de çêbibin jî li gorî madeya 6’an ya peymanê sûcê jenosîdî ye. Heta neha hîn sivîl ji ber hedefgirtina ji aliyê hemû cûreyên çekên Tirkî ve, jiyana xwe ji dest didin.Bi giştî binpêkirinên dewleta Tirk ji qanûna navneteweyî yên li dijî gelên herêmê û erdnîgariya wê, binpêkirinên cidî ji Peymana Cenevre ya Çaremîn a sala 1949’an e û ev binpêkirin jî li gorî madeya 8’an a Peymana Romayê weke sûcên şer tên dîtin. Dadweriya Navdewletî li dijî tawanên dewleta Tirk hin jî neketiye liv û tevgerê, diviyabû Neteweyên Yekbûyî komîteya seknandina li ser rastiyan şandiba herêmên me. Pê re jî komîteya lêpirsînê ya navdewletî ji bo Sûriyê, bi taybetî piştî hilweşandina rêjîma Esed erkdar kiriba.”
Herî dawî jî Yekîtiya Parêzeran û Meclisa Edaletê banga xwe wiha anîn ser ziman: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsyayê garantorên peymanên agirbestê yên sala 2019’an ên di navbera QSD`ê û dewleta Tirk de ne û ji ber vê yekê jî Amerîka û Rûsya erkên garantoriyê digirin ser xwe, lê helwêstên wan tu carî dernakeve asta bûyeran. Lewma jî em parêzer û dadwerên kantona Cizîrê bang li desteyên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku bi awayekî lezgîn sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me bidawî bikin. Di heman demê de ji bo sûcên ku Tirkiyeyê dike hesab jê were xwestin. Em bêdengiya navneteweyî ji bo van sûcan weke beşdarbûna bi Tirkiyeyê re, şîrove dikin. Divê Dozgerê Dadgeha Cezayan ya Navneteweyî jî derbarê sûcên dewleta Tirk, dest bi karê xwe bike. Ji ber ku binpêkirinên dewleta Tirk ji qanûna navneteweyî re gefeke li dijî aştî û ewlekariya navneteweyî ye. li aliyekî divê Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî li gorî beşa 7’an a Peymana Neteweyên Yekbûyî ya sala 1945’an tevbigere.”






