Birûc Resûl/Qamişlo
Silêman Îsa Ehmed diyar kir ku nêrînên Rêber Apo çareseriya herî baş a krîza li Rojhilata Navîn û Tirkiya ye, kilîta aştiyê li Îmraliyê ye wiha got: “Ev zêdetirî 40 sal in ku em li ser felsefe û ramanên Rêber Apo ne û me ji bo vê yekê jî berdêlên mezin dane.”
Di 28’ê Kanûna 2024’an de şandeya DEM Partiyê li girava Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû û piştî vegerê jî şandeyê peyama Rêber Abdullah Ocalan ragihand. Di vê çarçoveyê de Endamê Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Îsa Ehmed ji Rojnameya me re axivî.
Silêman Ehmed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ev kelandina ku li cîhanê de çêdibe û daholên şer yên ku lêdide, şerê cîhanê yê 3`e mîn e. Ev şer jî di pêvajoya xwe ya herî gerim û giran de ye. Her wiha ji kur ev şerê cîhanê yê 3`e mîn destpêkir? Di dema ku komplo li ser Rêber Abdullah Ocalan hat pêk anîn ev şer jî wiha hat destpêkirin, ji ber ku êdî her mirovek xwe nêzî fikir û felsefeya Rêber Apo ya demokartî û aşîtiyê dikir, girêdan li ser fikirê wî çêdibû. Lewma dewletên faşîst ew kirin armanc û gotin ku pêwîste were girtin, da ku kes ji felsefeya Rêber Apo sûd negire, ji ber ku fikirê Rêber Apo wekî xeteriyekî ji xwe re didîtin. Bê guman ev 26 sal in ku Rêber Apo berxwedanekî pir mezin li îmraliyê dide meşandin, armanca dewleta tirk a dagirker ji revandin û girtina Rêber Apo û xistina wî di nava îmralî şikandina îradeya gelê kurd e. Bê guman em dibînin ku Rêber Apo Îmralî bi berxwedanî û îradeya xwe kir menberekî zanistiye demokiratîk û azadî ji bo mirovahiyê, di heman demê de bû qubilet ji bo parastina ekolojî, di heman demê de bû hêzek ji bo tevahî jinên cîhanê ku daxwaze mafê xwe yê azadiyê bike. Heya roja me ya îro jî em dibînin ku bi milyonan mirov li ser fikir û felsefeya Rêber Apo azad dijîn û xwe naskirine.”
‘Fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî Cîhanê tê qebûl kirin’
Silêman Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Wek ku em dizanin dewleta Tirk a dagirker bi van pêşketinên ku rûdidin bê çare maye. Dewleta Tirk bi şerê xwe yê taybet dixwaze Sûriyê parçe bike û xwe bike parçek ji Sûryê. Bê guman ger ku Rojhilata Navîn ji vê qirîzê xilas bibe, tenê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan wê çareserî pêkwere. Ji ber ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan di tevahî Rojhilata Navîn de tê qebûl kirin û bêşketinek ji bo tevahî gelan e. Wek tê zanîn ku ev 2 sal in pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Ev pêngav dengek da cîhanê û li tevahî gelan hat belav kirin. Ev jî giraniya firkrê Rêber Abdullah Ocalan dide xuyakirin.”
‘Wê birînên me ji bo me bibin hêz’
Silêman balkişand ser xalên ku di hevdîntina Rêber Apo de hatin eşkere kirin û wiha domand: “Rêber Apo di hevdîtina xwe de da zanîn ku dikare vê qirîza di Rojhilata Navîn de tê qewmandin, veguhere rewşeke siyasî û aştî. Paraznameyên Rêver Apo hemû ji bo gelê Rojhilata Navîn çareserî ye. Rêber Apo ew xwediyê fikerê biratiya gelan û Netewa Demokratîk e. Divê em enerjiya Rêber Apo bidin parastin da ku em bikaribin hêza xwe jê bigrin. Her wiha di demek nêz de divê cihê Rêber Apo were guhertin, ne tenê ji bo ku di perlamanekê de xîtabê bike. Pêwîste Rêber Apo li ser çareseriya gelan di parlemanê de biaxife. Em ê mizgîniyê ji Rêber xwe bigrin. Çawa Rêbe Apo ji bo me şoreş, şoreşger û hêz ava kir em ê jî vê şoreşê serbixin. Çawa şoreşa me bi şoreşa jinê hat nas kirin û jin bû Endameke bingeh ji civakê re. Ji ber vê yekê dema ku Rêbe Apo ji me re dibêje dest ji berjewendiyên xwe yên kesayetî berdin, Ji ber ku mirov dema li pey berjewendiyên xwe yên kesayetî dikev e, nikare tu carî bighêje armanca xwe. Ji ber wê jî Rêber Apo dibêje bila meclis werin avakirin û her mirovek rola xwe di van meclisan de bilîze da ku îrada wan xurt bibe û bikaribe li welatê xwe xwedî derkeve. Em wekî gelê kurd gelek êş û zehmetî me dît, wê birînên me ji bo me bibin hêz da ku em li şûna xwe nemînin. Hêza me hîn bêhtir mezin bû dema me di vê hevdîtina dawî de dît ku tendirûstiya Rêber Apo başe, ji ber ku em jî hêz û coşa xwe ji Rêberê mirovahiyê Rêber Apo digrin. Bi biratiyê mirov dikare her zehmetiyê derbas bike, em jî îro wê dixwazin ku di navbera me û Tirkan de biratî çêbibe. Di cîhanê de çareserî bi tunekirina netewan nayê kirin ji ber ku ev çareyên hovane ne. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji tevahî gelan re hêlîn e. Eger Tirkiye bixwaze çareserî çêbibe divê berê xwe bide aştî û demokrasiyê.”
‘Pêwîste em yekrêziya kurdî avabikin’
Endamê Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Îsa Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em wekî gelên kurd da ku em ji nameyên Rêber Apo yê ku hatin eşkere kirin sûd bigirin, yek jê pêwîste em yekrêziya kurdî bidin avakirin, ya din jî pêwîste em derbaskirina berjewandiyên partiyan û kesayetan bikin. Her wiha em dûrî pilanên dijmin bikevin. Divê em li gorî berjewendiyên gel, netew û mirovahiyê tev bigerin da ku em bikaribin bibin hêzek ji çareseriyê ji bo Kurdistanê. Ji ber vê yekê pêwîstî bi yekîtiya kudan heya. Ya herî girîng jî ku em asta berxwedanî, têkoşîn û îradeya xwe bilind bikin. Her wiha em bawerin ku wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û hêviyên me yên serkeftinê mezin e.”