Navenda Nûçeyan
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê bi daxuyanîyekî nivîskî, armanc girtina karwanên ji bona çalakiya mertalê zindî li bajarên Kantona Cizîrê çûbûn Bendava Tişrînê dan şermezar kirin.
Di daxûyaniyê de êrişên li ser karwanên sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve hate şermezarkirin û di daxûyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê êrîşên hovane yên balafirên şer ên Tirk li ser bendava Tişrînê bi tundî, şermezar dikin. Ev êrîşên ku gelê sivîl ên kantona me di dema ku piştgirî û piştevaniya hêzên me di berxwedan û parastinê de, hedef girtin şermezar dikin.
Di encama vê êrişa hovane de gelek kesayetên me yên welatperwer û xwedî kedeke mezin di têkoşînê de, şehîd bûn. Siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî gelê me bi hemû pêkhateyên xwe ve, armanc dike. Ev tawan binpêkirineke eşkere ye ji hemû nirxên mirovî û yasayên navdewletî re û careke din rûyê êrîşkar yê rejîma Tirk piştrast dike, ku bê dudilî hemû rê û rêbazan di şerê xwe de li dijî îradeya gelên azadîxwaz û aştîxwaz, bikar tîne.
Em tekez dikin ku fedekariya şehîdên me wê vala neçe û îradeya me wê ji hemû êrîşan xurtir bimîne. Her wiha em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erkên xwe rabin û bi lezgînî van êrîşan rawestînin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Di dawiyê de em soz didin şehîdên xwe û heta pêkanîna armancên wan ên azadî û rûmetê wê têkoşîna me berdewam be, her wiha heta têkbirina her cure dagirkerî û mêtingeriyê wê berxwedana me jî bidome.”
Şehîd namirin
Bijî berxwedana gelê azadîxwaz






