Ronaz Silêman/Qamişlo
Yekîtiya Hesariyan a Kantona Cizîrê ji bo piştgiriya QSD`ê daxuyaniyek li Stada Şehîdên 12`ê Adarê da.
Îro Yekîtiya Hesariyîn a Kantona Cizîrê di çarçoveya çalakiyên ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li Stada Şehîdên 12’ê Adarê daxuyaniyeke nivsîkî bi zimanê erebî ku ji aliyê Hevseroka Meclisa Jin a Yekîtiya Hesariyan Fatma Osê ve, herwiha daxuyaniya devokî bi zimanê kurdî li ser navê Rêveberê şêxê Hesariyan Fûad Hesarî, Mişel Hesarî ve hate xwendin.
Berî destpêkirina daxuyaniyê xuleyeke bêdeng li ser giyanê şehîdan hate rawestandin.
Daxuyanî wiha hat dest pê kirin: “Bi navê Yekîtiya Hesariyan li kantona Cizîrê, em berxwedaniya QSD’ê ya dîrokî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina gelê me li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê, silav dikin. Berxwedana QSD’ê berxwedana hebûn û rûmetê ye, herwiha parastina destkeftiyên şoreşê ye. Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên ku di oxira parastin û azadkirina welat de şehîd bûne ditewînin. Em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Yekîtiya Hesariyan piştgiriya zarokên xwe di nava hêzên QSD’ê de dikin ku li dijî dagirkeriya Tirk li ser herêma me şer dikin.”
Daxuyanî wiha hat domandin: “Em ji cîhanê giştî re bi awayekî zelal didin diyarkirin ku gel QSD’ê ye û QSD’ê jî gel e. Di vê pêvajoya hestiyar de ku em ber bi azadiyê ve dimeşin, bi saya berxwedana keç û xortên me ye, lewra nabe ku ev gel gavê bi paş de bavêje. Em ê bi tevahî hewldanên xwe berxwedanê bidin meşandin, da ku dagirkeriyê ji herêmên xwe derxînin.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Dem dema ku Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe, bi taybet partiyên kurdî pirsgirêkên xwe yên siyasî bidin milekî, yekîtiya xwe ava bikin û hemû hewldanên xwe ji bo yekîtiya niştîmanî bikin. Em bang li hemû dewletên navdewletî yên têkildarî dosya Sûriyê ne, herwiha netewên yekbûyî ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma me ku di derheqê gelê me de didin meşandin û aramî û ewlehiya herêmê têk dibe, bidin rawestandin, da ku em ber bi çareseriyên aştiyane di riya diyalogê gavan bavêjin û şerê li herêmê bidin rawestandin.”






