Ayşa Silêman/Qamişlo
Dîroknasê kurd Biradost Mîtanî diyar kir ku ji destpêka hatina rêjîma Baas li ser desthilatdariya Sûriyê li dijî gelê kurd zordariyeke mezin da meşandin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de ya herî girîng yekrêzî û hevgirtina gelê kurd e.”
Di derbarê rewşa Sûrî piştî ketina rêjîm Baas û erkê ku dikeve li ser milê rewşenbîran de dîroknas Biradost Mîtanî persiva pirsên Rojnameya me dan, hevpeyvîn wiha bû:
-Bi êrişa HTŞ’ê li ser Heleb û destpêka ketina rêjîma Bees li Sûriyê guhertineke bingehîn li Sûriyê çêbû, hûn vê guhertinê çawa dinirxînin?
Ji roja ku me çavên xwe li jiyanê vekir em dibin desthilatdariya rêjîma Baas de bûn û em li benda rojekî bû ku
azadî were, bi rastî dema ku ev rêjîma sitemkar ya ku li ser destê komek kes hatibû avakirin û ev welat bi rêvedibir. Dema ket dilxweşî û dilgeşiyek bi me re çêbû bêyî ku em bihizirin wê şûna wê çawa bê. Ji sala 2011’an ve gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi saya Rêveberiya Xweser û hêzên berxwedêr YPG, YPJ û QSD’ê azad jiyan dikirin. Ev 14 sal bû ku em ji sîstema qirêj rizgar bûbûn. Niha jî ew rêjîm çû û li şûna wê HTŞ’ê cih wê girt, em ketin qonaxeke nû de ku wê nexşa siyasî û ya erdingarî di Sûriyê de were guhertin. Ev 14 sal bû ku Sûrî di şer, kuştin, koçberî û talankirinê re derbas dibû. Her kes li hêviya sîstemekî bû ku rewşê baş bike, lê di 11 rojan de HTŞ’ê ji Idlib derket û berê xwe da paytexta Sûrî. Rêjîma Baas têk bir lê dîsa ne aramî û ne zelaliyek di vê guhertinê de heye. Dema ku ev sîstem hat tiştên nû bixwe re anîn wek; serî li komên çekdar yên ku bi navê artêşa azad dihatin naskirin û girêdayî artêşa dewleta Tirk bûn hat berdan û bi alîkariya dewleta Tirk ji şûna ku bi HTŞ’ê re di Şamê de bibe hevekar û nîqaş li ser hikûmetek veguheztî demokrat bikin, berê xwe dan cihên Rêvebriya Xweser û bi rengekî hovane bi tang û topan êrîş kirin. Di encamê de talan kirin û dagirkeriyeke nû peyda kir.
Gelên ku bi demokratî jiyan dikirin, Til Rifet, Şehba û Minbic dagirkirin û komkujî li ser wan pêk anîn, her wiha dema HTŞ’ê ket Sûrî de gelek kesan hêviyên xwe pêve girêdan û hemû dewletên derdorê destek danê. Tevî ku ew di nav lîsteya Terorê de ye jî, lê dîsa jî peywendî pêre kirin û serlêdana wan kirin û heta roja îro jî gelek hêviyên xwe pêve girêdane û tevî ku bi riya wan hatiye û gihaye vê astê. Gel dikevin lêpirsînê de ku çawa di demek wiha kin de karî rêjîma ku Îran û Rûsiya li pişta wê bûn û têk bibe. Ji ber vê yekê her kes dizane ku Emerîka û Israîl li pişta HTŞ’ê ne û pêre peyman îmze kirine. Dema HTŞ’ê gihişt Şamê gel kêfxweş bû ku rêjîma sitemkar çû, lê niha hewil didin ku hikûmeteke bajarvanî û ne rê olî avabikin. Dema ku hikûmeteke veguheztinê avakirin, bang li gelên ku berxwedanî kirine û xwedî hişmendiyeke paqij nekir mîna gelên Siwêda, Deri’a û pêkhateyên Rêveberiya Xweser yên ku îro xwedî pirojeyeke demokratîke. Tevî wilo jî Ehmed Elşeri bang dike ku wê artêşeke Sûrî avabike bêyî van deveran, dema artêş were avakirinê wê qelis bibe. Lê mixabin tenê bang li komên çete kirin da ku artêşê avabike. Ev yek ne rehetiyek û ne aramiyekî bi gel re çêdike ku armanca van kesên ku hatine li ser hikum nepaqijin û gelek dewlet mûdaxele dikin wek dewleta Tirk û çeteyên wê, bi armanca xirab kirin û wêrankirina bajare û sîstema Rêveberiya Xweser hilweşînin.
–Dagirkeriya Tirk xwest sûdê ji vê rewşê bigre û li Şehba, Minbic û Êyn Îsa li ser gel komkujî pêk anîn hûn kiryarên dagirkeriyê û pilanên wê çawa şîrove dikin?
Dijminatiya dewleta Tirk ji gelê kurd re bi mîsaqa milî ve girêdayî ye û bi dewleta Osmanî ve. Her wiha ev 14 sal bûn ku dewleta Tirk dixwest Sûrî dagir bike û bi ser nediket. Hîn di destpêka ketina rêjîma Baas de bû Erdogan digot ku wê di mizgefta El Umewî de wê mij bike, mebesta wî ne azadî û demokratiya gelê Sûriye, berûvajî wê mebesta wî dagirkirina xaka Sûriyê ye. Ji ber 30 melyon kurd li Bakurê Kurdistanê hene, li kîjan alî zadiya gelê kurd çêbibe wê bandor li wî alî jî bibe. Lewma dema dibîne ku îro roj guhertin di Sûriyê de heya û dem dema Netewa kurd ku azad bibe. Li Başûrê Kurdistanê jî heya astekî gelê kurd azad bûn û dewleta Tirk nikarîbû wê azadiyê rawestîne, ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe êrişî gêrîlayên azadiyê dike, da ku destkeftiyên mezin ên netewî li Başûrê Kurdistanê çênebin. Lewma nahêlin ev yek li Rojavayê Kurdistanê jî çêbibe.
Bi hemû hêza xwe ya leşkerî û siyasî berê xwe daye Sûrî û li dijî neteweya Kurd şer dike. Beriya rêjîma Baas bikeve jî gelek hevdîtinên xwe pêre çêdikir, da ku Rêveberiya xweser dûrî vê yekê bixin û neteweya kurdî bê par bihêlin. Dema ku rêjîm hilweşiya jî carek din berê xwe da Sûrî ji ber ku dizane wê ji bo kurda wê tiştek pêk were, niha jî bi tiştên heyî û neyî, her du rojan berpirsiyar û wezîrên xwe rêdike Sûrî û bi HTŞ’ê re kar û xebatê dikin. Di heman demê de şert û mercan datînin ku pêwîste çekdarên kurd çekên xwe deynin yan jî em ê wan û çêkên wan binax bikin. Her wiha xwe dighîne hemû welatan da ku careke din dîrok û nasnameya kurdan binpê bikin. Lê siyaseta ku îro em dibînin cûdaye, her kes dewleta Tirk hişyar dike ku wê qedexekirinê deynin ser wê dema ku ew şerê birayên me yên kurd bikin. Her wiha gelek welatên jiderve jî helwestên xwe li dijî dewleta Tirk nîşan dan ku pêwîste nema şerê kurdan bike ji ber ku kurd bûne faktorê aramî û ewlehiyê.
-Girîngiya hevrêziya kurdî ji bo pêşeroja Sûriyê û erkê ku dikeve ser milê rewşenbîr û nivîskaran ji bo yekîtî pêk were çiye?
Ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve hewildanên yekîtiyê di nav kurdan de çêdibin, lê mixabin ew hewldan tu encam bidest nexistin. Gelek beş hene navê yekîtiyê li xwe dikin lê xwe ji xizmet, kar û xebatên civakê dûr dixin. Ji ber ku kesê bixwazê ji bo xwe û neteweya xwe pêwîste ji xwe destpê bike. Heger yek rêzî çêbibe wê gelek pirsgirêk çareser bibin û dijmin jî wê nikaribe hêza me têk bibe. Lê îro roj baweriya min heye ku wê hikumeta Şamê a demikî wê bang li kurdan bike. Di heman demê de ku bang li kurdan nekir jî, em dîsa hene û em lezê nakin. Çawa ku hin ji kurdan bezîn û çûn Şamê, hevdîtin çêkirin û guh nedan mala kurd. Lê Rêveberiya Xweser xwedî hêz û pirojeye herkes dixwaze destekê bide wan. Herwiha ya herî girîng ji bo me ew e ku hêz û hevgirtina me mezintir bibe û helwesta me bi encam be. Ev nakokiyên ku di nav kurdan de heyî jî nakokiyên çêkirîne û nekûrin. Ev mercên ku çêdibin jî hemû mihane û hêncetin, ji ber ku yê bixwazî be yekîtiyê bike destpêkê divê bawerî û dilsoziya wî bi yekîtiyê were. Heya ku ev yekîtî pêk were pêwîst nake berjewendiyên kesayetî têde hebin.
Di heman demê de ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve em erkê rewşenbîran didin xuyanîkirin û me gelek gazin ji rewşenbîran jî kirin ji ber ku xwe didin alîkî ji xebatê, yan jî hin rewşenbîr hebûn ku diketin dibin baskên hişmendiya çewt de. Me him helbest û him jî gotar dinivîsandin li ser erkê rewşenbîran ku pêwîste kurdperwer bin. Lê bi demê re şiyar bûnek bi wan re çêbû û kêm ji wan dûrî dozê mane. Di heman demê de hewildan jî tên kirin bi riya gotar, çîrok, şevbûhêrik û semîneran re ku bang li yekrêziya kurdan dikin û zextê li wan kesên siyasetmedar dike ku xwedî çandeke kilasîkin. Pêwîste dîroknas di nivîsên xwe de yekîtiyê zelal bike û xirabiyên yekîtiyê werin xuyanî kirin. Her wiha ji hemû gelê kurd berxwedanî tê xwestin, divê çand, nivîs, pênûs û hişmendiya me bikeve dibin xizmeta doza me de.






