Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêkhateyên herêmê wê bi şerê derûnî bandor nebin

18/01/2025
in NÛÇE
A A
Pêkhateyên herêmê wê bi şerê derûnî bandor nebin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Di çarçoveya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û li hember dibêtiya hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de Kongra Star a taxa El-Tey civîn ji gel re darxistin.

Meclîsa Kongra Star ya taxa El Tey a bajarê Qamişlo, têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û li hember dibêtiya hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi gel re civîyan. Her wiha bi dehan jinên taxa El-Tey di civînê de hazir bûn. Di heman demê de civîn li 3 cihan hat li dar xistin, li Kongra Star, Komîna şehîd Orhan û Dogan.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hat destpêkirin.

Piştre di çarçoveya rewşa heyê ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê tê qewmandin nerxandin û nîqaş hat kirin. her wiha Rêvebera Kongra Star a taxa El-Tey Yasmîn Îsa balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û tevlîheviya ku di nava pêkhateyan de çêdike û wiha Got: “Armanca me ji vê civînê, ew e ku gelê me bi şerê taybet yê ku dewleta Tirk a dagirker di nava pêkhateyan de dide meşandin, bandor nebin. Wek tê zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê ji hemû aliyan ve êrişê herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê dike, bi hemî cûreyên şer hem leşkerî û derûnî. Lê niha şerê taybet girantire ji şerê leşkerî û bi pisklojiya gel leystandin û bandorî li ser wan kirin, wê demê tevlîhevî di herêmê de wê zêde bibe. Pêwîste her welatiyek bi baldarî û zanebûn nêzî hev bibin. Îro me şoreşek mezin daye avakirin û ev şoreş jî deng vedaye tevahî cîhanê û bi taybet têkoşîna jin derkert holê. Pêwîste em bibin bersiv ji dijmin re ne ku em bikevin bin bandoriya şerê taybet yê ku dixwaze gelê herêmê bide helandin. Em bibin yek dest û piştgirya hev bikin.”

Di heman çarçoveyê de Rêvebera Komîteya Tendirostî a Kongra Star Îman Ehmed diyar kir ku ew bê navber ji bo parastina gel ji şerê derûnî ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê tê meşandin, nîqaş û civîn li dar dixin û wiha domand: “Di van demên dawî de şer li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber didome, her wiha dewleta Tirk a dagirker armanca wî ji van êrişan, berdewamkirina armancên berê ne, duxwaze kurdan qir û tune bike. Ji ber vê yekê niha em dibînin ku çawa dixwazin tevlîheviyê di navbera kurd û ereban de bidin çêkirin û li dijî hev rabin. Ew bi hemû awayê êrişên xwe nikarîbû herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ewlehiyê derbixe, niha jî dixwaze bi rêbazekî qirêj ku di navbera pêkhateyan tevlîheviyê derbixin û wan li dijî hev derxîne. Lê bila zanibe ku em zarokên şoreşê û kedê ne, wê nikaribe ewlehiya me xerabikin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.