Lîloz Hisên/Qamişlo
Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê tekezî li ser giringiya lidarxistina kongireke neteweyî, kurdî, giştî, û berfireh kirin.
Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê derbarê serdana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) General Mazlûm Ebdî ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê û tekeziya ser li dar xistina kongreyek kurdî û netewî, daxuyaniyeke çapemeniyê li parka xwendinê li dar xist. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin.
Di destpêka daxuyaniyê de serdana Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) General Mazlûm Ebdî ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Cenabê Serok Mesûd Barzanî, weke cihê hêvî û kêfxweşiyê diyar kir.
‘Di Şert û mercên hesas de serdan giring bû’
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Ev serdan di nava şert û mercên gelek hestiyar de ku Sûriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî tê de derbas dibin de pêk tê, li gel berdewamiya êrîşên li dijî destkeftiyên gelê me, bi taybetî metirsiya li ser bajarê Kobanê. Em spasiya hewldanên ji dil ên hin dostên Rojavayî ji bo yekkirina helwest, axaftin û daxwazên kurdan dikin, ku di vê qonaxa dîrokî ya girîng de, piştî Peymana Lozanê ya xerab ji bo doza gelê me xebatê dikin. Ev hewldan roj bi roj tên berhevkirin ji bo ku gelê me û serkirdeyên xwe yên siyasî karibin roleke sereke di pêkanîna daxwazên rewa yên gelê me de û misogerkirina tevlîbûna wan di destûra Sûriyê ya nû de weke dewleteke fedral û nenavendî bilîzin.”
‘Giringiya li dar xistina kongireyeke netewî’
Di daxuyaniyê de wiha hate diyar kirin:“Di vê çarçoveyê de em weke nûnerên yekîtiyên çandî û kesên ku li jêr îmze kirine banga piştgirî û xurtkirina van gavên erênî dikin. Em tekeziyê li ser giringiya xebatên lidarxistina kongireke neteweyî, kurdî, giştî, û berfireh dikin, ku hemû aliyên tevgera siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, saziyên çandî û mafên mirovan û kesayetiyên neteweyî yên çalak tê de beşdar bibin. Bi rêya vî kongirî, em hewl didin ku lêvegereke Kurdî ya yekgirtî pêk bînin ta daxwazên rewa yên gelê me li Rojavayê Kurdistanê li ser maseya danûstandinên paşerojê, çi di çarçoveya Kongira Niştîmanî ya Sûriyê ya pêşerojê de û çi bi her aliyekî siyasî re li hundir û çi li derveyê Sûriyê, deynin ser maseya danûstandinan.
Di dawî de bang li civaka navdewletî û hêzên çalak hate kirin ku tedbîrên lezgîn bê bigirin, ji bo rawestandina vê destdirêjiyê, bi awayekî ku ewlekarî û aştiya gelê me yê kurd, wek hemû pêkhatiyên welatê Sûriyê misoger bike.
Yekîtiyên rewşenbîrên ku tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûyîn ev bûn
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li sûriyê.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê.
Yekîtiya Rewşenbîran Herêma cizîrê.
Hevgirtina rewşenbîrên Rojavayê kurdistanê (HRRK).






