Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gel li Tişrînê xwedî li rûmet û îradeya xwe derdikeve

17/01/2025
in NÛÇE
A A
Gel li Tişrînê xwedî li rûmet û îradeya xwe derdikeve
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale/Raqe

Gekê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîn û biryardariyeke mezin xwedî li ax, destkeftî û hebûna xwe derdikeve û serî ji dagirkeriya tirk û çeteyên wê re natewîne.

Têgeha serhildan, berxwedan, xwişk û biratiya gelan li bendava Tişrînê bi wate bû. Roja çarşemê 8`ê Çile gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi çalakiya nobetê ya bendava Tişrînê kirin. Roja destpêkê ji kantona Cezîrê, Raqe, Tebqa û Kobanê berê xwe dan bendava Tişrînê, piştre jî her du rojan kantonek berpirsyartî radike û berê xwe didin bendava Tişrînê.

Dewleta Tirk a dagirker ji roja destpêkê ya çalakiyê heyanî niha karwanên ku berê xwe didin bendava Tişrînê bombebaran dike. Riya ji gundê Rimale yê girêdayî Sirînê heyanî bendava Tişrînê bombebaran dike da ku rê qut bike û gel neghîje bendavê, gel bi destê xwe wê rêkê çêdikin da ku erebe derbas bibin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê çalakiyê de bi rêbazên curbecur dest bi Şerê Gelê Şoreşgerî kiriye. Di vê çalakiyê de şervan û gel ji hemû pêkhateyan (Ereb, Kurd, Turkmen) bihevre berpirsyartiya parastina bendava Tişrînê rakirine. Hejmara jinan bi qasî hejmara mêran e, zarok û ixtiyar jî hene. Li Tişrînê her kes hebûna xwe diyar dike, li wêderê feraseta xwişk û biratiya gelan piratîkî dibe.

Bi êrîşan re pêkhateya Ereb xwedî li pêkhateya Kurd derdikeve, yên Kurd jî hevaltiyê bi pêkhateya Ereb re dikin. Her du pêkhate bi hevre xwîn dirjînin, xwedî li hevdû derdikevin û dibin alîkar. Li bendavê yek ji pêkhateyên Ereb Hisên Elî anî ziman ku Kurd û Ereb hemû Sûrî ne. Hisên Elî sala 1962`an li gundê Tinêrê yê bajarê Cirniyê Kantona Tebqa ji dayîk bûye. Ew ji êla Bo-Şabane û ji destpêka rizgarkirina Kantona Tebqa ew Hevserokê Komînê ye. Hisên Elî jî yek ji çalakvanên nobetê ya bendava Tişrînê ye.

Gel bê çek li hemberî balafirên şer û yên bêmirov ên Tirkiyê têdikoşin. Ne tenê li ber xwe didin, têdikoşin, berpirsyartî radikin û gavê paşve navêjin.

Bi çalakiya nobetê ya bendava Tişrînê re gel berê xwe dide eniyê, ne şer hatiye ber deriyê mala wan. Ji roja destpêkê heyanî niha 8 sivîl Şehîd bûn û nêzî 55 sivîl birîndar bûne lê çalakî berdewam dike û ketiye roja xwe ya 11`emîn.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.