Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRJ bi daxuyaniyekê hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir

17/01/2025
in NÛÇE
A A
YRJ bi daxuyaniyekê hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

YRJ bi daxuyaniyekî êrişên dagirkeriya tik û çeteyên wê li ser rojnamevanan û şopdarên heqîqetê şermezar kir û bang li sazî û dezghên rojnamevanên Kurdistanî, herêmî û navnetewî kir ku li hemberî van kiryarên hovane û sucên şer ên li hemberê hevalên wan yên rojnamevan bi awayekê sîstematîk pêk tên şermezar kir û daxwaz kir ku li hemberî sûcên şer yên dewleta Tirk û çeteyên wê xwedî helwesteke xurt bin.

Naveroka daxuyaniyê jî wehabû:

Li hemberî êriş û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê, ji 8’ê çileya 2025’an ve hemû gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê  bi rihê seferberiyê li Bendava Tişrînê di bin şert û mercên herî zehmet de li berxwe didin. Gelek rojnemevanan jî berê xwe dan Bendava Tişrînê da ku  berxwedana dîrokî û êrişên hovane yên dewleta Tirk ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin.

Ev demeke dirêje li derdora Bendava Tişrinê şerekî dijwar heye. Dewleta Tirk bi rêbazên der mirovî êrişên xwe didomîne. Bi awayekî eşkere pîvan û zagonên navnetewî bin pê dike û li hemberî mirovahiyê sûcê şer dike. Raste-rast, ax, welat, hebûn û nirxên civakên Bakûr û Rojhilatê Suriyê  hedef digire. Dixwaze hemû çavkaniyên debara gel û binesaziya herêmê li gel însanên ku di nav de jiyan dikin, bi awayekî hovane ji holê rake.

Li hemberî êrişan berxwedanek mezin jî tê meşandin, her wiha gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li dijî êrişên ser nirxên wan li Bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê didomînin. Ji bo şopandina vê berxwedanê û belgekirina tewanên şer, rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema rewşa herêmê dişopandin ji aliyê SÎHA’yên dewleta Tirk a dagirker ve roja 19’yê Kanûna 2024’an bi zanebûn hatibûn hedef girtin û şehîdxistin. Li heman cihî, ji wê rojê heta niha li hemberî gel û rojnamevanan bênavber êrîşên dijwar didomin.

Herî dawiyê 16’ê Çileya 2025’an di saetên piştî nivro de rojnamevanên ku çalakiyên gel ên li Bendava Tişrînê dişopandin, careke din rastî êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatin li keleka gelê ku li bendavê ye. Di encama êrişê de 3 hevalên me yên rojnamevan jî di nav de bi dehan kes birîndar bûn û welatiyek jî şehîd bû.

Di êrişê de nûçegihana Ronahî TV Leyla Ebdê, rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê ragihandinê Dijwar Elîşêr birîndar bûn.

Mixabin li hemberî van êrişan cîhan ker û lal bûye. Bêdengiya heyî, rê dide ku her kêlî êrîş zêdetir bibin. Ya pêwîst ew e ku li hemberî van êrîşan helwestek zelal bê nîşandan da ku dewleta Tirk li gorî zagonên navnetewî bê darizandin. Lewre li gorî danezana Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hevpeymana Cinêv, êrişên dewleta Tirk bi eşkereyî, binpêkirin û sûc e.  Hovitiya heyî ti qanûn û mafên mirovan nas nake. Bi hemû rêbazên qirêj û dermirovî li peşberî hemû cîhanê rojnemevan tên tehdîtkirin û qetilkirin.

Weke YRJ’ê em van êrişan bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku ji bo ragihandina rastiyan em ê tu caran li hemberî van êrişan gav paş ve nevêjin. Li kêleka gelê xwe û jinan ji bo ragihandina heqîqetê û doz gel a mafdar em ê mil bi mil têkoşîna xwe dewam bikin.

Weke rojnemevanên jin bi bilindkirina têkoşînê, em ê şopandina rêya hevalên xwe û rêya heqîqetê bidomînin. Li ser vî esasî em hemû hevalên xwe yên ku di oxira vê heqîqetê de şehîd ketine bibîr tînin û  ji birîndaran re  şîfayê dixwazin.

Em bang li sazî û dezghên rojnamevanên Kurdistanî, herêmî û navnetewî dikin ku li hemberî van kiryarên hovane û sucên şer ên li hemberê hevalên me yên rojnamevan bi awayeke sîstematîk pêk tên, bêdeng nemînin  û li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê xwedî helwesteke xurt bin.

Silav û Rêz

Yekitiya Ragihandina JIN-YRJ

 

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.