Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya Ragihandina Azad Êrîşên li ser Rojnamevan û sîvîlan şermezarkir

16/01/2025
in NÛÇE
A A
Yekîtiya Ragihandina Azad Êrîşên li ser Rojnamevan û sîvîlan şermezarkir
Share on FacebookShare on Twitter

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA)bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya tirk û çeteyên wê li ser rojnamevan û sivîlan şermezar kir û bang li saziyên navdewletî kir ku li hemberî sûcên şer yên dewleta tirk bê deng nemînin, ji ber ku bêdengiyan wan cesaretê dide dewleta Tirk ku êrişên xwe zêde û dijwartir bike. Her wiha banga xwe li NY, saziyên navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û ji bo rojnamevan û pêwîste dewleta Tirk li dadgehên navdewletî were darizanin.

naveroka daxuyaniyê jî weha bû:

Dewleta Tirk a dagirker ku di êrişan xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xetimiye, bi kîna xwe ya dijminane êrişî Bendava Tişrînê dike. Bendavê bombebaran û topbaran dike. Ev çend roj in êriş derketine asta herî jor. Ji ber wê jî metirsî li ser bendavê çûbû.

Gelê herêmê bi armanca parastina bendavê berê xwe didin bendavê da ku bendavê biparêzin. Ji bedenên xwe mertalên zindî ava kirine. Dewleta Tirk çend caran êrişî sivîlan dike. Di encamê de hejmarek şehîd û birîndarên sivîl çêbûn. Di dîroka 16-01-2025’an ber saetên êvarê li dijî sivîlan êrîş dewam kir. Di encamê de careke din hejmareke welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Di nava birîndaran de 3 hevalên me yên rojnamevan û xebatkarên çepemeniyê hene. Ji birîndaran nûçehgan Leyla Ebdê, her wiha Rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê ragihandinê Dijwar ElîŞêr birîndar bûn.

Hêjaye bibîrxistinêye di roja 19’ê kanûna 2024’an de jî li Bendava Tişrînê Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk de şehîd bûn û ajokarê sivîl ê li gel wan bi giranî birîndar bû. Li aliyê din jî rê neda cenazeyên Şehîd Nazim û Cîhan bighêje malbatan û li warê wan werin oxirkirin. Li aliyê din jî malperên nêzî dewleta Tirk gefa gedefgirtina bi balafirên bê mirov li Nûçegihana Ronahî Tv Ciwana Cuma xwarin

Dewleta Tirk û çeteyên wê ku li Bendavê derbeyên giran ji şervanan dixwin, xitimîne, ji lewra kîn û nefreta xwe li dijî sivîl û rojnamevanan derdixîne. Dewleta tirk hemû yasa û zagonên ku Navdewletî binpê dike Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî erê kirine, nabe ku rojnamevan û sivîl werin hedefgirtin. Hedefgirtina wan jî sûcê şere

Lê saziyên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, saziyên mafê mirovan û bi taybet yên parastina rojnamevanan li beranberî êrişên dewleta Tirk bê deng in. Ev bêdengiya wan cesaretê dide dewleta Tirk ku êrişên xwe li dijî sivîlan û bi taybet rojnamevanan zêdetir bike.

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevan û sivîlan bi tundî şermezar dike. Bang li saziyên navdewletî dikin ku bê dengiya we cesaretê dide dewleta Tirk ku êrişên xwe zêde û dijwartir bike. Em bang li NY, saziyên navdewletî dikin ku ji bê dengiya xwe derkevin û ji bo rojnamevan û sivîl neyên kuştin pêwîste dewleta Tirk li dadgehên navdewletî ve were darizanin.

Di dawiyê de jî em soz didin em ê tekoşîna xwe ya li ser xeta Şehîdên heqîqetê bi hêztir bidomînin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.