Esma Mistefa/ Qamişlo
Bi dirûşmeya “Em Vegereke Bi Ewle û Rûmetdarî Li Efrînê Daxwaz Dikin” Kombenda Efrîn a Civakî û bi hezaran ji gelê Efrînê li bajarê Qamişlo bi meşeke girseyî nameya xwe ya vegera Efrînê ji Navenda Neteweyên Yekbûyî re rêkirin.
Gelê Efrînê yê ku di 8’ ê Berfenbara 2024 an ji Herêma Şehbayê Koçber bûne û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûne. Îro li bajarê Qamişlo bi serpereştiya Kombenda Efrîn a Civakî û bi hezaran ji gelê Efrînê yên ku li herêma Cizîrê dimînin meşeke girseyî li dar xistin. Meş li pêşiya stadyoma 21’ê Adarê hate orgenîzekirin û ber bi navenda Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo ve herikîn.
Di bernameya çalakiyê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanên Şehîdan hate rawestandin her wiha name ji aliyê Komîteya Koçberên Efrînê Roşîn Hido ve hate xwendin û ew name bi riya şandeyek ji 5 kesan pêk tê ji Navenda Neteweyên Yekbûyî re hate radestkirin.
Di navaroka nameya ku ji Neteweyên Yekbûyî re hatiye dayîn ev hate ragihandin:
Peyam ji birêz Antonio Guterres
Ji komîteya Koçberên Efrînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dîrok: Pêncşem, 16 Çile, 2025.
Bicihanîna daxwaz û bangên xelkê Efrînê yên bi darê zorê li ser pêwîstiya vegera bi ewle û birûmet bo mal û zeviyên xwe yên ku di bin sîwaneke navdewletî de hatine desteserkirin, di ronahiya guhertinên ku di van demên dawî de li welat piştî rûxandina rejîma Baas qewimîne, em ji Adara 2018’an ve ji bo vegerandina koçberên bi darê zorê yên ji herêma Efrînê û veguhestina daxwaz û mafên wan ji saziyên navdewletî û herêmî re kar dikin. 7 sal di ser dagirkirina dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê re li herêma Efrînê ya ku piraniya şîniyên wê Kurd in bi operasyoneke leşkerî re derbas bûn.
Dagirkirina berdewam a herêma Efrînê ji aliyê komên çete ve ku cîhadîstên tundrew jî di nav de ne, hewldanên we yên baş ji bo dîtina çareseriyeke berdewam û aştiyane ji kirîza Sûriyê re û cîbicîkirina biryarên peywendîdar ên Netewên Yekbûyî, bi taybet biryara 2254 piştî rûxandina rêjîma Esed, wek hewlên ji bo dîtina çareseriyeke giştî ji kirîza Sûriyê re hatine kirin.
Rewşa gelê me yê derbider nebaş e, û hejmara wan bi sedhezaran tê texmînkirin, ku di şert û mercên gelek trajîk de dijîn ji ber nebûna stargeh, xwarin û kampan, di heman demê de bi sedan malbat hîn jî di avahiyên dibistanan de dijîn di bi nebûna alîkariya mirovî ji bo wan.
Li ser daxwaz û bangên gelên herêmê yên bi darê zorê koçber bûne, em di Komîteya Koçberên Efrînê de weke nûnerên gelê xwe li gorî rêgez, yasa û peymanên navdewletî daxwaza mafên xwe yên rewa dikin:
1-Çêkirina şert û mercên mirovî û dabînkirina gerantiyên pêwîst bi armanca vegerandina hemû awareyên Efrînê û gundewarê wê bi garantî û parastina navdewletî û pêwîstiya dabînkirina gerantiyan ji bo rêgirtina li dubarebûna pevçûn û êrîşan di pêşerojê de. Rakirin û betalkirina hemû tehdîd û astengiyên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine ferzkirin ku rê li ber vegera me ya bi ewle vedigirin.
2- Nêrînên çalakiyê û planên rastîn ên ku bi rêya wan vegerê armanc dikin, ji bo vegera Efrînê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de li gorî destûr û peymanên navneteweyî yên têkildar, di nav de peymana rêxistina we ya Neteweyên Yekbûyî.
3-Avakirina binesaziyên wek av, elektrîk, kanalîzasyon, rê, dibistan û navendên tenduristiyê.
4- Nûavakirin û qerebûkirina wan kesên ku ziyan dîtine bi dabînkirina qerebûkirina darayî ji xelkê re ji bo wan ziyanan.
5- Dadmendiya veguhêz wekî daxwazeke civakê ya gelerî ji bo pêwîstiya hesabpirsîna berpirsên binpêkirinên ku bûne sedema koçkirina me ya bi darê zorê.
6- Piştgiriya herêmê di warê aborî de û peydakirina derfetên kar û jiyanê ji bo civakên ku vegerin.
7- Rakirina astengên yasayî û îdarî û hêsankirina prosedurên vegerê û vegerandina belge û milkên kesane yên desteserkirî.
8- Rakirina dagirkeriya dewleta Tirk û guhertina demografî ya li ser herêmên me, parastina navneteweyî ya ji bo herêma me û pêşîgirtina li her êrîşeke pêşerojê.
Em hêvîdar in ku hûn di demek nêzîk de bersiva daxwazên me yên rewa û armanca me ya vegereke ewle û bi rûmet bidin û em hêvîdar in ku bersiva we ya rêzdar ji bo nameya me çêbibe.
Her wiha gelê Efrînê li pêşiya Navenda Neteweyên Yekbûyî man heya ku şande ji navendê begeriya û bi siloganên `Em Efrînê Dixwazin`, `Efrîn ya Efrîniya ye` li benda bersiva nameyê man. Di dawiyê de şanda bi bersivdayêneke erênî ji Navenda Neteweyên Yekbûyê derket û li ser navê şandeyê Mistefa Hesen axivî.
Mistefa da zanîn ku şande bi nameya xwe ya ji bo vegera Efrînê û bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê û komên çete derbas bû . Li gorî nameya ku dane hate teqezkirin ku wê vê name û daxwazên wan bigihîne raya giştî û ew ê bi hêviyên mezin benda vegera EFrînê bin.







