Dilovan kêfo/Amûdê
Bi beşdariya bi sedan ji şêniyên bajar Amûdê û navçeyên wê, merasîmê oxirkirina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Beyar Al-Elî ku li Bendava Tişrînê de şehîd bû, li goristana Şehîd Ismayîl Hogir ya bajarê Amûdê hat lidarxistin
Bi berzkirina dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Şehîd namir in” bi sedan şêniyên bajarê Amûdê cenazeyê şervanê Hêza Sûriya Demokratîk li ser milên xwe rakirin û ber bi Goristana Şehîd Ismaîl Hogir ya li Amûdê ve meşiyan.
Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê li ser giyanê pekrewanan dest pê kir.
Piştre li ser navê Meclisa Leşkerî Zelal Amûdê axivî û wiha got: “Di destpêkê de em sersaxiyê ji malbatên Şehîdan re dixwazin û emê xeyalên wan pêk bînin.
Bê guman em ji şehadeta hevalên xwe hêz digirin, her wiha îradeya me ji planên dagirkeriyê xurtire û tu carî çavên me naşikê. Heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe emê berxwedan û tekoşînê bikin. Em ê xwe biparêzin û tola şehîd û xwe hilînin.”û dijin çi bikin çi nekin em xaka we bernadin. Şehîd riya me ronî dike an serkeftin an serkeftin.”
Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Çolî axivî wiha got: “Di serîde em sersaxiyê ji malbata Şehîd Beyar em dixwezin û em bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin ,îro dewlete dagirker Tirkiyê bi hemû ceteyên xwe û ertêşa xwe êrîşê bendava Tişrînê dikin,dikin nakin Ku di pêşde werein şervanên me nahêlin ku werin bihna wan çikadine,û ez wekî şahidekî zindî ku min dît çilo şehîd Beyar û hevalên xwe cîhan hejandinin, îro de em hemû gelên xwe mil bi mil de em bi şervanên xwe re ne û em heta dilopeke xwîn di canê me de hebin em li pişta hêza xwe bin û emê li ser riya şehîdên xwe bin,di dawîde em dibêjin Şehîde namirê Şehîd namirê.”
Merasîm bi xwendina wesîqeya şehîd Beyar Al-Elî bi dawî bû û bi tilîliyên dayikan, girseya gel cenazeyên şehîd spartin axê.






