Hêvî Keleş/Qamişlo
Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî endamê QSD`ê Şehîd Ehmed Silêman li goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.
Îro li goristana pakrewanên azadiyê ya Delîl Saroxan, li bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî şehîdê QSD`ê Ehmed Silêman yê li Bendava Tişrînê şehîd ket hate oxirkirin.
Merasîm bi xuleyek bê deng li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Paşê li ser navê Meclisa Malbatê Şehîdan Kêfo Osman axivî û wiha got:” Em bejina xwe li ber şehîdên xwe ditewînin û wan pîroz dikin,bila tilîliyê dayîkan bighêje dijminê hov,bila zanibin baweriya me heye û em dev ji vê dozê bernadin.Ev şervan xwe feda dikin ji bo gel û heger ne ji van şervanan ba em niha bi giştî bi hev re li vê derê hazir nedibûn, armanca dijmin ne Bendava Tişrînê ye armanca wan îrada gel têk bibe û bajarê Kobanê dagir bikin. Lê em soz didin ku heta nefesa dawiyê berxwedaniyê bikin.”
Di heman demê de li ser navê Hêzên Leşkerî Nezîr Sofî wiha got: “Gefên dewlata Tirk a dagirker ti carî îradeya
gelê kurd naşikîn e, her wiha şervanên QSD`ê berxwedaniyeke bêhempa li Bendava Tişrînê didin meşandin. Em deyindarê şehîdê xwe ne, şehîd xwedî li soza ku dabûn derket, em soz didin ku heta dilopa xwînê di laşê me de hebe em ê li ser şopa şehîdên azadiyê bimeşin. Ji ber ku emê bi saya van şehîdan bighêjin azadiy ê û em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.”
Di heman çarçoveyê de li ser navê Kongra Islama Demokrat Şêx Omer Hemîd axivî û wiha got:“Di roja îro de em li ser axa xwe jiyan dikin û bi saya van şehîdên ku cane xwe feda dikin ji bo welatê xwe em dijîn û em bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Herwiha berxwedaniya şervanên me li hemberî dijminê hov wê berdewam bike. Dema ku êriş li ser me çêbibe wê keç û xortên me li hemberî dijmin şer bikin, em serkeftinê ji şervanên xwe yên di çeperên şer de dixwazin .”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd, Ehmed Silêman hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin û bi silogana “şehîd namirin, şehîd rûmeta me ne ” girseya gel şehîd spartin axê.
Di heman çarçoveyê de li ser navê……………………………………….û wiha got:
de Di dawiya merasîman wesîqeya şehîd Ehmed Silêman hat xwendin û rsdestî malbata wî hat kirin , bi siloganên”Şehîd namirin,Şehîd rûmeta me ne” şehîd spartî axê bû.






