Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Damezrandina 20’an a Kongira Star hat pîroz kirin

15/01/2025
in NÛÇE
A A
Damezrandina 20’an a Kongira Star hat pîroz kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

 Kongira Star bi boneya damezrandina xwe ya 20’an li bajarê Qamişlo çalakiyek lidarxist.

Îro Kongra Star bi dirûşmeya ‘Bi rihê Sozdar, Kerem û Cîhanan, bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê têkoşîna  xwe bilind bikin’ salvegera 20`an a damezrandina kongreyê li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi emadebûna hemû rêxistinên jin pîroz kir.

Di destpêka çalakiyê de hemû mêvan bi xuleyek bêdengî li ser giyanê Şehîdan rawestiyan, paşê Berdevka Kongira Star Rîhan Loqo axivî û wiha got: “Salvegera 20’an a rêxistina Arîn, Avêsta, Kerem û bi hezaran şehîdên ku ji bo berfirehkirina vê rêxistinê canê xwe feda kirin, em bejna xwe li ber wan ditewînin. Di şexsê rêhevalên xwe de Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan, Leylal Şaylemez, Evîn Guwî, Sêvê, Bakîze, Fatma û şehîdên berxwedana bendava Tişrînê Sozdar Cihad, Cîhan Bilgîn, Kerem El-Hemed de em soz didin ku doz û têkoşîna wan berdewam bikin. Em vê salvegerê di şexsê Rêber Apo de pîroz dikin bi israr û têkoşînê di salal 2005‘an de ev rêxistin hat avakirin, ku bi komeke piçûk dest pê kir û îro bi hezaran jin di bin sîwana Kongira Star de hatine rêxistin kirin. Roj bi roj bi berxwedanî, têkoşîn û israr tovê keda me zêde dibe, Kongira Star bi pêşengtiya jinên kurd dest pê kir da ku jin bi azadî û aramî jiyan bike. Lê vaye îro roj bi hezaran jin ji hemû bêkhateyan tevlî vê rêxistinê bûn. Me karî li beramberî rêjîma Baas ya olperest û zayend perestiyê karê rêxistina xwe bidin meşandin.”

Di berdewamiya çalakiyê de helbesteke dagirtî hest û berxwedanî ji bo Şehîd Bêrîtan hat xwendin.  Di heman demê de li ser navê Kongira Star a bajarê Dêrikê Şadiya Yûsif salvegera 20’emîn pîroz kir û got; bi navê Kongira Star û bi navê jina azad bixêrhatina hemû jinan dikim û vê salvegerê li jinên berxwedêr ên ku di çeperên şer de ne pîroz dikin. Ev têkoşîn hat avakirin bi keda sedan jinên ku rastî tundiyê û êrişê hatin. Her êşek ji bo jinê bû bingeh da ku sînorê zilmê bişkîne, dema Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir herkes daket qadan bang dikirin ku zilim bidawî bibe.  Bi hezaran jin ji hêla rêjîma Baas ve hatin girtin, piştî vê kedê kongira me berfirehtir bû û têde jin karî deng û hebûna xwe bighîne herderî.”

Di dawiya çalakiyê de hunermenda Hîlala Zêrîn Sûmeya Mihemed bi deng û hestên xwe ev roj pîroz kir.

 

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.