Nehîr pale
Baran Kemal Oso temenê wî ne mezine, ew li gel dayîk û bavê xwe li kantona Tebqa dimîn e. Di wextê gelê Efrîn û Şehba xwe amade dikin ku werin tevlî çalakiya nobetê ya bendava Tişrînê bibin, Baranê 8 salî berî her kesî ciyê xwe li erebeyê girtiye û ji bo kesek wî nebîne xwe di bin kursiyan de vedişêr e.
Dayîka Baran got:`5`ê Gulanê 2017`an roja pêncşemê saet 10:30 Baran ji dayîk bû`, ango piştî 23 salan dayîka Baran ducanî dibe. Ew zarokê tenê yê dayîk û bavê xwe ye, ji gundê Gemrikê yê navçeya Mabata Efrînê ne. Hîna temenê wî nebûye salek Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagir kirin û derbasî Şehba dibin, li kampa Berxwedan dimîn in. Baran li Şehba mezin dibe û dest bi dibistanê dike. Ew gihîştibû refa duyemîn û ji ber dagirkirina Tirkiyê ya Şehba nikarîbû xwendina xwe berdewam bike. Ev du şev û sê roje ku koma kantona Dêra Zor, Tebqa û Reqayê li bendava Tişrînê ne.
Ji nav çalakvanan Baran Oso yê herî biçûke û ji bo tevlîbûna wî ya çalakiyê neyê asteng kirin, xwe vedişêre heyanî ku karwan birêdikev e.






