Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vejînkirina rihê afrandinê li cem xwendekaran

15/01/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Vejînkirina rihê afrandinê li cem xwendekaran
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

Mamosteyê Zanîngeha Rojava beşê wergerê Elî El- elî diyar kir ku ev ferheng ji bo xwendekarên zanîngehê gaveke serkeftiye. Armanca me vejînkirina rihê afrandinê ye li cem xwendekaran.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava beşê wergerê yên sala 2’emîn ku ji du refan pêk tên refek wergera kurdî-ingilîzê ye ku ji 18 xwendekaran pêk tê ferhengeka bi navê Arî amadekirin. Refa din jî ya wergera Erebî-ingilîzî ye nêzî 22 xwendekarî ne ferhengeka bi navê Wordspire amade kirin. Ferheng ji 1000 Peyvî pêk tê, di nava xwe de hemwate, pênase û mînak li ser her peyvekê digre.

Di derbarê amadekirina xwendekarên beşê wergerê ji ferhengan re mamosteyê Zanîngeha Rojava beşê wergerê Elî El- elî ji Rojnameya me re axivî.

Karê xwendekaran hêviyê dide

Elî EL-elî da zanîn ku wergervanên kurd pirsgirêka wergerê dibînin ku jêder nînin ku li gor wê wergerê bikin û wiha got: “Lewma me xwest em ji milê xwendekaran ve dest pê bikin ku wek hêviyekê bidin wergerên mezin ku em dikarin pirojeyeke wilo bidest bixin. Ku di demên pêş de berhemek hebe ku em hemû wek çavkanî bibînin. Bi giştî dema ku bi me re xwarî heya ku me ev ferheng bidawî kirin 2 meh bûn. Ferheng ji 1000 peyvên ingilîzî pêk tê, ku ev peyv yên herî zêde tên bikaranîn. Ev karê ku xwendekaran kirî karekî pîroz û nûye, ji ber ku ferhengên ji kurdî- ingilîzî hene lê ev ferheng ingilîzî-kurdî ye. Ev ferheng me ji bo kesên biyanî çêkiriye dema werin serlêdana bajar bikin hin têgeh hebin û bixwazin fêr bibin, wê ev ferheng bi wan re bibe alîkar.  Her wiha gelek gotûgot derketin ku tevî hindikbûna peyvên wê û navê ferhengê lê hatiye kirin. Armanca me jê ew e ku wek gavek pêşiyê 1000 peyv bin, lê mebesta me jê ew e di demên pêş de xwendekar wê bi berdewamî ferhengê pêş bixin û mezintir bikin. Astengiya ku rastî me dihat me ji bo xwe kir ev ferheng, astengiya me ew bû ku jêderên me nînin me ev ferheng çêkir da ku bibe jêder. Gelek ferheng hebûn wateyê tam nedidan yan jî gelek şaşîtiyên rêziman di wan de hebûn, loma me lêgerîn û hewildanên xwe kirin ku em vê gavê bavêjin. Tişta herî baş ew bû ku xwendekarên me ji hemû beşên Rojavayê kurdistanê bûn, angu ji hemû devokan bûn û peyvên kurdî yên resen bikar anîn.”

Mamosteyê Zanîngeha Rojava beşê wergerê Elî El- elî dawî li axaftinên xwe anîn û wiha got: “Ev ferheng wek destpêkekiye ji pirojeyek mezintirre, mebesta me ew e ku jêderek çêbibe ji giştî wergerên kurdî-ingilîzî re da ku hewcedarî ferhengên din nebe. Raste ji cem me xebat dest pê kir, lê li kîjan welatî bidawî bibe ne pirsgirêke. Hêviya me ew e ku asta zanistî li zanîngeha Rojava pêşbikeve ji ber ku heger di zanîngehê de zanist pêş ket wê Rojava bigiştî jî pêşbikeve. Her wiha daxwaza me ewe ku em ji fêrkirinê ber bi afirandinê ve herin, ev metiryala ferhengê di salên çûyî de hinekî astengî têde dihat kişandin. Lê ji îro û şûnde em ê şêwazekî cûda bikar bînin gelo heta çi astê ev xwendekar dikare bi riya vê xwendinê re biafirîne.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.