Argêş Vîyan/Qamişlo
Birayê şehîd Xebat Dêrik, Hisên Mihemed Remedan da diyarkirin ku şahadeta Xebat Dêrîk hîma şoreşgeriyê di civakê de ava kiribû û wiha got: “Xebat Dêrik ne tenê birayê me bû, di heman demê de mamoste û fermandarê jiyana me jî bû.”
Di ser şehadeta Şehîd Xebat Dêrik 13 sal derbas bûn. Xebat Dêrik, yek ji pêşengên têkoşînê ku hîmên avakirina şoreşa Rojava danî, di nava damezrînerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cîh girt. Di 7’ê Çileya 2012’an de damizrênerê YPG`ê Xebat Dêrik ku bi guleya ixanetê li bajarê Qamişlo birîndar bibû, tevî hemû mudaxeleyan bijîşkî jî, di 14 Çilya 2012’an de li nexweşxaneyeke bajarê Helebê tevlî karwanên şehîdên doza azadiyê bû.
Derbarê jiyan û bandora şahadeta fermandar û şoreşgerê mezin Xebat Dêrik (Mehmûd Remedan Mihemed) de, birayê wî Hisên Mihemed Remedan ji rojnameya me re axivî.
‘Şehîd Xebat Dêrik, zarokekî jîr bû û dihat hezkirin’
Hisen Mihemed da diyarkirin ku Şehîd Xebat di jiyana xwe ya li malê de, pîvanên şoreşgeriyê dabû avakirin û wisa dest bi axaftina xwe kir: “Xebat Dêrîk bi navê malê Mehmûd Remedan Mihemed li gundê Kasanê jidayik bû. Gundê me navbera sînorên Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hemberî çiyayê Cudî cih digire. Em malbatekî welatparêzin û bi nirxên Kurdistanê ve girêdayî ne. Xebat birayê min yê ji min mezintir bû. Em ji malbatekî 4 ferdan pêk tê, Şehîd Xebat birayê 3’emîn bû. Zarokekî jîr bû. Ji bona rewşa malbatê ya aborî ne baş bû, piştî dibistana seretayî berê xwe dan bajarên Sûriyê paytexta Şamê. Li ser derdor û civaka gund bandoriyeke mezin avakir. Piştî temenê xwe yê 15 salî ji gund derket êdî ne hate gund. Di nava gund de, rûxmê ku demek dirêj jî nema dihate hezkirin û civakî bû. Tekiliyên xwe yê bi gel min jî pir politik û di asta fêrkirina jiyanî bû. Di sala 1980’an de leşkeriya neçarî ya wê demê hikûmeta Baas’ê kir. Bi nêzî 5 salan leşkeriya neçarî kir û dîsa vergeriya Kurdistanê. Demê leşkerî di Lûbnanê dikir, Tevgera Azadiya Kurdistanê naskir û bi nêz ve pê re mijûl bû. Piştî naskirina tevgerê demekê peywendiyên wî li gel me qût bû. Dema vê carê vergera Şamê de, hem xebatê di aliyê aborî de dikir û di heman demê de xebatên Tevgera Azadiyê dimeşand. Wê demê peywendiyên xwe li gel heval Selîm û Hemze de danî bû. Di sala 1986’an de ez ji bo karekê çûm Şamê min dît û xatir ji min xwest û tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.”
‘Tevlîbûna wî di nava refên Gerîla de şanazî û serbilindî di nava malbatê de ava kir’
Hisên bi bîr xist ku şehîd Xeba bi avêtina pêngavê di nava Tevgera Azadiyê ji bona Rojavayê Kurdistanê jî serkeftinek bêhempa bû û bi wisa axaftina xwe domand: “Di sala 1986’an de li Lûbnanê tevlî nava Tevgera Azadiyê bû. Bavê min ev mijar baş fêmkiribû. Ji ber ku bavê min welatparêz bû û rewşa Kurdistanê wê demê nêz ve dişopand. Dema ku şehîd xebat tevlî bû, axaftinek kir go hajê te diyamin û bavê min hebe. Her tim digot zarokên min yên ku tevlî tevgerê bibin rêya wan vekirê ye. Di meha Pûşbera 1986’an li akademiya Mahsûm Korkmaz tevlî perwerdeya leşkerî bû. Piştî perwerdê, derbasî çiyayên azad bû. Wê demê li ser zimanê herkesî, navê wî hebû. Bakurê Kurdistanê û heya Rojavayê Kurdistanê gel wî nasdikir. Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de komên destpêkê yên ji bo parastina deskeftiyên Kurdistanê derbas bû, hevalê Xebat û rêhevalên wî bûn. Şehîd Xebat Dêrîk bi damezirandina YPG’ê diyariyek ji bona Rojavayê Kurdistanê hişt. Di sala 2012’an de komên ku çiyayê azad di bi fermandariya Xebat Dêrik derbas bû, destana qehramantiyê li Rojava nivîsandin. Piştî damezirandina YXG (Yêkinîyên Xweparastina Gel ) damezirand. Gelek xizm û endamên malbata me ya teng tevlî şoreşa Kurdistanê bûn û şehîd ketin. Şehîd Xebat bandora xwe li ser hemû civakê dabû avakirin. Niha li ser wê hîmê keç û xortên ku bi mîrateya şehîd Xebat girtin ala wî dihejînin. Ev cîhê serbilindî û şanaziyê ye ku em xwedî bira û şoreşgerek wek Xebat Dêrikin. Şehîd Xebat xwe bi fikir û ramanên Rêber Apo xemilandi bû. Rojekê dema nû derbas Rojavayê Kurdistanê dibe, dema ku Çiyayê Spî yên di navbera sînorên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dimîne, dema derbasî wî ali dibe cilê xwe dide rêhevalên xwe yên din. Dîbîne cil berda nînin û bavê Şehîd Rêber dibêje ‘ji ber wî hîmê xwe li ser fedekariyê ava kir, ti caran ev şoreş têk naçe.’ Wi bû gelek keç û xortên wê hîmê xwe perwerde kirin û gehiştine asta şahadetê. Dîsa şahadeta Xebat Dêrîk di destê xiyanetkarê bi navê Ebdilah Bedro hatkirin. Ev endamê MÎT’ê û ENKS’ê hevkar hatibû hilbijartin. Kurê wî yê bi nasnav Sadiq jî din ava refên azadiyê qut bibû. Destê wan dinav xwîna sedan şoreşgerên azadiyê hene Lê rêhevalên Xebat Dêrik bi bilindkirina xebatê şoreşê tola Xebat Dêrik erdê nehiştin. Şehîd Xebat sala 2012’an li di nexweşxaneyeke bajarê Helebê, tevî hemû hewildanên bijîşkî jî tevlî kerwanên şehîdan bû.”
‘Wî mirateyek mezin ji bona malbat û nifşên Rojavayê Kurdistanê hişt’
Remedan bi mebesta salvegera şahadeta fermandarê mezin Xebat Dêrîk, şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîranî û wiha axaftina xwe qedand: “Gelek şoreşger û pakrewan li ser vê axa pîroz ked dan û şehîd bûn. Ev bû mînaka pêşxistina dozê. Em deyndarê wan pakrewanên doza Kurdistanê ne. Raste her şehîd û qehremanek cihê wî di dilê me de cûda ye, lê şehîd Xebat bi şahadete xwe û jiyana xwe êşek mezin di dilê herkesî de hişt. Ev bû nexşerêya azadiya Kurdistanê. Hemû civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi mîrateya Xebat Derîk rexistin dike. Çawa wek hatina wî ya Rojavayê Kurdistanê gelek endamên malbatê tevlî azadiyê bûn û di heman demê de, bandora şahadeta şehîd Xebat pir li ser malbatê ava bû. Gelek şoreşger di nava malbatê de, piştî şahadeta şehîd Xebat ava bûn. Em dîsa li Xebat Dêrik û şehîdên şoreşa Kurdistanê hemûyan bibîrtînin û soza şopandina rêya wan dikin.”