Friday, June 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Îranê xwepêşander li hember gefa darvekirinê rû bi rû ne

10/06/2026
in CîHAN
A A
Li Îranê xwepêşander li hember gefa darvekirinê rû bi rû ne
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêxistina Efûya Navneteweyî destnîşan kir ku herî kêm 78 xwepêşander, muxalifên siyasî û hwd…bi gefa darvekirinê re rû bi rû ne, di heman demê de zêdetirî 36 sivîl ji hêla desthilatdariya Îranê ve hatine darvekirin.

Ji destpêka êrişên Amerîka-Îsraîlê li ser Îranê di 28’ê Sibata 2026’an de, rayedarên Îranê herî kêm 36 kesên ku piştî darizandinên ne adil bi tohmetên siyasî hatine mehkûmkirin, darve kirine. Di heman demê de herî kêm 78 xwepêşander, kesên ku bi komên muxalefetê ve girêdayî ne niha bi gefa darvekirinê re rû bi rû ne. 41 ji van kesan di xwepêşandanên li bajarên cuda yên Îranê di di meha Çile û Sibata 2026’an de hatine binçavkirin. Ev xwepêşandan bi girtinên berfireh, bangên çalakiyê û zextên ewlehiyê hatine tepeserkirin.

Zêdetirî 6 hezar welatî girtî ne

Li gorî Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) ji destpêka êrişan ve zêdetirî 6 hezar welatiyên Îranî bi awayekî zordarî ji hêla desthilatdariya Îranê ve hatine girtin. Di nav wan de xwepêşander, rojnamevan, parêzger û çalakvanên parastina mafên mirovan û muxalif herwiha herî zêde welatiyên ji entîke û olên cuda hene.

Berpirsên dadwerî yên payebilind ferman dan ku girtî bi lez werin darizandin, di nav de kesên cezyê darvekirinê li wan hatine birîn, di nava fikarên berfireh wekî windakirina bi zorê, îşkence, muameleyên din ên xerab û karanîna “îtîrafên” bi zorê di darizandinên sexte yên bi tundî neheq de. Di heman demê de, rayedaran cezayên zindanê yên deh salan li hin kesan birî û herî kêm 39 darvekirinên siyasî pêk anîn.

Ji bo ku desthilata Îranê li ser hukim bimîne, êrişî welatiyan kir, çi kesê ku rexne an jî li dijî hikumetê derkeve wan hedef digre. Di heman demê de bi awayekî eşkere gefên kuştina komî li her kesên ku dijbertiya xwe an hilwişandina komara Îsamî; îfade bike, kir.

Di nava kesên girtî de kesên temenê wan 18 de salî jî hene

Rêxistina Efûya Navneteweyî di rapora xwe ya dawî de destnîşan kir ku herî kêm pênc ji wan kesên ku hatine mehkûmkirin di dema sûcdarkirinê de di bin 18 salî de bûn. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku ev yek binpêkirinek eşkere ya erkên navneteweyî yên Îranê yên di derbarê mafên zarokan de pêk tîne û daxwaza rawestandina tavilê ya darvekirina wan kir.

Herwiha rêxistinê diyar kir ku gelek bersûcan ji şêwirmendiya hiqûqî ya serbixwe, darizandinek adil û parastinek bi bandor hatine dûrxistin; û hin doz li ser îtîrafên bi zorê an raporên ji ajansên ewlehiyê hatine darizandin.

Dibe ku hêjmara fermî zêdetir be

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tekez kir ku ji ber hawîrdora zextê, ​​sînordarkirinên giran ên agahdariyê û zexta li ser malbatên girtiyên siyasî, hejmara rastîn a girtiyên ku di rêza mirinê de ne, dibe ku ji hejmarên fermî zêdetir be. Di raporê de hat destnîşankirin ku astengiya têkilî û parvekirina agahdariyê ji bo gelek girtiyan ji bo rêxistinên mafên mirovan zehmet dike ku asta rastîn a zextê diyar bikin.

Rêxistinê di rapora xwe de bang li rayedarên Îranê kir ku tavilê darvekirinan rawestînin, hemî biryarên li ser pêvajoyên dadwerî yên neheq betal bikin û piştrast bikin ku girtî gihîştina parêzerên serbixwe û mafê wan ê darizandinek adil heye.

Beşek ji siyaseta tepeserkirin û kontrolkirina civaka Îranê

Hişyariya dawî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di nav pêlek raporên ku hûrgulî didin ser zêdebûna girtinên li Îranê di mehên dawî de ku çalakvanên civaka sivîl, xwepêşander, welatiyên Kurd û Belûç û rexnegirên siyasî hedef digirin de tê. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku piştî destpêkirina pevçûnên herêmî hawîrdora ewlehiyê teng bûye, ku bûye sedema zêdebûna tepeserkirina navxweyî û cezayên dijwartir li dijî muxalifan.

Darvekirina jinan li Îranê bilind bûye

Çalakvana mafên jinan ya li Îranê Nedîm Muqereb ragihand ku rêjeya darvekirina jinan li Îranê bilind bûye, tenê di salekê de 61 jin hatine darvekirin ku ev yek di asta cîhanê de rêza yekeme de ye.

Zext, gef û êrişên rejîma Îranê li ser welatparêz, çalakvan û girtiyên siyasî berdewame. Taybet di hedefa rejîma Îranê de jin di rêza yekem de cih digirin. Çalakvana mafê jinan Nedîm Muqereb, di hevpeyvînekê de li gel malpera “Radyo Zemane”, derbarê rêjeya darvekirinên jinan yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê axivî.

Di salekê de 61 jin hatin darvekirin

Nedîm Muqereb ragihand ku rêjeya darvekirina jinan li Îranê zêde bûye û di salekê de herî kêm 61 jin hatine darvekirin ku di asta cîhanê de ev wek rêza yekem tê qeydkirin. Herwiha Nedîm Muqereb diyar kir ku tenê kêmtirî ji sedan 10 darvekirinên jinan ji aliyê medyayên fermî yên rejîmê ve tên ragihandin û yên din bi veşartî tên bi cih anîn.

Di heman demê de Nedîm Muqereb destnîşan kir ku ev tundiya sîstematîk tenê dozên sivîl li xwe nagire, heta niha jî gelek jinên girtiyên siyasî û bi raman ên wek Şerîfe Mihemmedî, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî di bin metirsiya darvekirinê de ne.

Nedîm Muqereb got: “Heman demê du jinên girtiyên xwepêşandanên vê dawiyê yên bi navên Bîta Hîmetî û Meryem Hûdwend cezayê darvekirinê li wan hatine birîn û metirsiyeke giran li ser jiyana Mehbûbe Şebanî û Hedîse Mirwarî heye ku bi tohmetên ‘şerê li dijî Xwedê (mûharebe)’ tên dadgehkirin û cezayê mûharebeyê jî darvekirine.”

Komeleya Parêzvanên Mafên Jinan ragihandin ku bêparkirina gihaştîna ji bo parêzerê serbixwe, bikaranîna îşkenceya zayendî di dema lêpirsînê de û sepandina cezayê mirinê, binpêkirineke eşkere ya Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovane.

Li gorî rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ya sala 2025’an, Îran nêzîkî ji sedan 80’ê tevahiya darvekirinên tomarkirî yên cîhanê pêkaniye ku ev jî asta herî bilind a piştî sala 1981’ê ye.

Windakirin, îşkence û ‘îtîrafên’ bi zorê

Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, rayedaran  li hemberî kesên girtî windakirina bi darê zorê, îşkence û muameleyên xerab ên din, wekî bi zorê “îtîraf” kirin herwiha qedexekirina hevdîtina bi parêzeran, pêk anîn.

Di nav kesên ku bi zorê hatine windakirin de, parêzer û parêzvana mafên mirovan a navdar “Nasrîn Sotoudeh” heye, ku di 1’ê Nîsana 2026’an de li Tehranê bi awayekî keyfî hate girtin û nêzîkî şeş hefteyan winda bû. Li gorî çavkaniyek ku bi mijarê re agahdar e, rayedaran piştî girtina wê ji malbata wê re tu agahî li ser çarenûs an cihê wê nedane. Ew di 13’ê Gulana 2026’an de bi kefalet hate berdan.

Du parêzerên mafên mirovan, Estara (Meryem) Ensarî û Elham Zehra Pîşe, ji dema girtina wan li parêzgeha Farsê di 3 û 4’ê Gulana 2026’an de, rastî windakirina bi darê zorê hatine.

Rojnamevan û parêzvana mafên mirovan Marî Mohamadî, ku ola xwe guhertiye ya Xiristiyan, ji dawiya Sibata 2026’an û vir ve bi zorê winda ye. Li gorî çavkaniyek ku bi mijarê re agahdar e, ew ji Tehranê ber bi Ehwazê li parêzgeha Xuzistanê ve çûye û heta dîroka 26’ê Sibata 2026’an, berî ku têkilî qut bibe, bi malbata xwe re di têkiliyê de bû. Rayedaran red kirin ku çarenûs an jî cihê wê ji malbata wê re eşkere bikin, lê li gorî agahiyên ku ji hêla Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) ve hatine berhevkirin, ew di destpêkê de li navendeke binçavkirinê ya Wezareta Îstîxbaratê li Ehwazê hatiye girtin berî ku di 2’ê Nîsana 2026’an de bo cihekî ne diyar were veguhastin.

Di dozeke din de ku ji aliyê Amnesty International ve hatiye belgekirin, rayedaran xwişka rojnamevan û parêzvanekî mafên mirovan ê ku li derveyî Îranê dijî, bi çend hefteyan bi zorê xwişka wî winda kirine da ku zextê li wî bikin ku dev ji raporên li ser binpêkirinên mafên mirovan li Îranê berde.

Rêxistina Efûya Navneteweyî bi fikare ku ev girtî û yên din di xetereyeke mezin de ne, nemaze di nav raporên îşkence, muameleyên xerab û mirinên di bin şert û mercên gumanbar de di bin çavan de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo piştgiriya YPJ’ê, Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî lidar xist
ÇAND Û HUNER

Ji bo piştgiriya YPJ’ê, Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî lidar xist

10/06/2026
Zanîngeha Rojava bernameyên xwe yên akademîk berfireh dike
CIVAK Û JIYAN

Zanîngeha Rojava bernameyên xwe yên akademîk berfireh dike

10/06/2026
XETERÎ Û KOMPLO BERDEWAM IN, YEKRÊZIYA KURDÎ PÊWÎSTIYEKE
HAJMARA PDF

XETERÎ Û KOMPLO BERDEWAM IN, YEKRÊZIYA KURDÎ PÊWÎSTIYEKE

10/06/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

10/06/2026
Bi vîna xwe serkeftinên herêmî û navneteweyî bi dest xistine
CIVAK Û JIYAN

Bi vîna xwe serkeftinên herêmî û navneteweyî bi dest xistine

10/06/2026
Li Îranê xwepêşander li hember gefa darvekirinê rû bi rû ne
CîHAN

Li Îranê xwepêşander li hember gefa darvekirinê rû bi rû ne

10/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.