Farûk Sakik
Ev pêvajoya nû, piştî ku bi Rêber Apo re hevdîtin çêbû derbasî qonaxeke nû bû. Navek li vê pêvajoyê kirin. Pêvajoya Aşitiyê.
Peyva aşitiyê baştir e. Di navbera du aliyan de 40 sal e şerek heye. Ji bo ev bi dawî bibe hewldanên hene derbasî merhaleyeke nû bû. Hevdîtinên herdu aliyan dest pê kir. Çima di demekî wiha de pêdivî bi aşitiyê heye? Kurd ji bo dîrok xwe dubare neke divê xwedî helwestek çawa bin?
Serdema îro dişibe serdema Sewrê ya sala 1920’î. Di Sibata 1920’î de li Îtalya li bajarê San Remo ji bo aştiyê dema amadekariyan dest pê kir, li ser navê Kurdan dîplomatê Osmaniyan Şerîf Paşa hebû. Li Kurdistan hin kadroyên îtîhatçi, serekên eşîran û hin şexên Xalidî li dijî Şerîf Paşa bi rêxistin kirin. Li ser navê van kesan telgiraf şandin. Digotin Şerîf Paşa nûnerê Kurdan nîne.
Li hember vê yekê Cemiyeta Tealî ya Kurdistan jî, ji komîteya peymanê ya ku Fransa pêşengtî dike re, nameyek şandin û gotin ew telgirafên li ser navê eşîran hatine şandin sexte ne. Digotin ew name bi darê zorê bi wan dane îmzekirin. Piştre 2 nameyên girîg hatin nivîsandin. Yek ji aliyê serokê Cemiyeta Tealî ya Kurdistan a şaxa Sêwas-Zara-Îmraniyê Elî Şêr ve, ya dudiyan di 20’ê Adara 1920’î de ji aliyê Seyît Riza ve ji Fransiyan re hatibû nivîsandin. Di herdu nameyan de ji bo doza Kurdistan gelek pêşniyar, daxwaz û midaxle tê xwestin. Di dawiya nameyê de dihat gotin; Şerîf Paşa di ‘peymana aşitiyê’ de berdevkê Kurda ye. Di peymana Sewrê de piştî şerê cîhanê yê yekem Rojhilata Navîn dihat par ve kirin. Tirkan nedixwest Kurd bibin xwedî statuyek.
Îrojî dîsa li Rojhilata Navîn tevgerek parselkirinê heye. Tirk dîsa naxwazin Kurd bibin xwedî statuyek. Dewleta Tirk di sala 1920’î de hêviya xwe bi telgiraf û nameyên sexte yên kesayet û serek eşîran anîbû. Îrojî PDK û ENKS wek nûnerê Kurdan nîşan dide. Bi van hêzan re dixwaze pêşî li daxwazên Kurdan bigire. Lê îroj gelek Elîşer û Seyîd Riza (hêzên di bin sîwana KNK’e de) hene. Hemû Rêber Apo (Şerîf Paşa) wek nûner-pêşengê Kurdan dibîne. Her biryarên wî bênîqaşin.
Lê talûkeyek-xeteriyek-şêlîbûnek heye! Li Tirkiyê pêvajoyek bi navê aştiyê dane destpêkirin. Heger di navbera PKK’ê û dewletê de (herdu aliyên şer) aştî pêk were, ew ê vegerin ji cîhanê re bibêjin em li ser navê Kurdan jî li vê masê ne. Niyeta wan pêşîgirtina hêzên cîhanî ya piştgirî dide Kurdan e. Di peyamên rayedarên Tirkiyê de ku heta îroj tên dayîn de ev niyeta wan tê dîtin. Ev yek xeterî ye. Lê îro şansek Kurdan heye wê Rêber Apo pêşî li van leyîzkên wan yên veşartî bigire. Şerîf Paşa israr nekir û heta dawî di hevdîtian de nema. Rêber Apo bi israr e û tiştên ku Şerîf Paşa di nîvê de hiştiye bigihîjîne encamekê. Di şerê ku bi salan e didomê de, Kurdan ji bo azadiya welatê xwe, Tirkiye ji bo welatê Kurdan azad nebe, şer kirin. Heger îroj aşitiyek pêk were, divê doza Kurdistan çareserbibe û divê Tirkiye doz û hiqûqa Kurdan qebûl bike.
Her wek ev qebûl kirine wa heyet di nav liv û tevgerê de ne. Dixwazin, civaka ku bi salan e fêrî çanda şer bûye, ji wateya peyva aşitiyê dûr ketiye, di nijadperestiyê de israr dike, hêviyên ku şikestine fêrî aşitiyê bikin. Di civakê de hişmrendiyek çêbûye. Dibêjin heger ev heyet-qasid Rêber Apo şandibe wê her tişt baş bibe.