Argêş Vîyan/Qamişlo
Rojnamevan Nîhat Kaya helwesta dagirkeriya Tirk ya ragihandina şerê taybet li hemberî hevdîtinên Rêber Apo rexne kir û wisa got: “Aloziyên li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê bi rêya gurkirina hestên netewperestiyê hewildanên valaderxistina aştî û demokrasiyê ne. Dagirkeriya Tirk jî bi rêya ragihandina şerê taybet vê yekê pêk tîne.”
Derbarê bûyerên li Sûriyê diqewimin, şerê taybet yên li ser dezgêhên çapemeniyê yên dewleta Tirk ya dagirker tê meşandin û giringiya hevdîtinên li gel Rêber Apo di asta Rojhilata Navîn de, rojnamevan Nîhat Kaya bersiva pirsên rojnameya me da û naveroka hevpeyvînê wisa bû:
– Bi hilweşandina Rejîma Baas’ê serdemek nû li Sûriyê destpêkir, dê ev guhertina ji bona siberoja herêmê çi bi xwe re bîne?
Di sala 2009’an de, bi pênaseya Rêberê gelan Rêber Apo “Bihara Gelan” destpêkir û hêdî hêdî bingeha avakirina herêmê nûve hat avêtin. Bi Tinûsê, Misrê, Lîbya û taybet jî Sûriyê hemanên gîring rû dan. Sûriyê de zêde di aliyê gûhertinên desthilatîyê de di wê demê zêdê guhertin pêşneketin. Di sala 2011’an ve bandora xwe li Sûriyê jî kir. Wê demê rejîma Baas’ê bi pêşveçûnên herêmên ereban û ketina desthiladarên li herêman serweriya xwe komî liserhev kir. Bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re, ji bona xwe hişmendiya Islama radîkal biparêze, di aliyê çekdarî de, hewil da xwe xurt bik e. Lê nekarî hemberî tûndî û komkûjiyên DAIŞ’ê û komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker berxwe bide û şer bike. Hêdî hêdî, bingeha rûxandina xwe avakir. Destpêkê ji aliyê Idlibê ve, HTŞ’ê hat û leşkerên girêdayi rejîme Baas’ê berxwe nedan û pêşdeçûn bajarên girêdayî rejîmê ket bin serweriya HTŞ’ê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker. Rejîma Baas’ê heya niha bi alîkariya Rûsya û Îranê li ser piya mabû. Piştî ku Rûsya û Îranê jî hêza xwe kişand bibaweriyek mezin di nava artêşa rejîma Baas’ê de ava bû. Ev jî bû sedem ku leşker şer nekin û bajarên herî stratejîk weke Heleb, Şam û Lazkîyê jî dagirkeriyê ve rû bi rû bihêlin. Lê yên ku Rejima Baas’ê têkbirî kî ye? Dê pêşerojê ev yek xuya bike, ji ber hêzên weşartî di nav wê leyistokê de cîhgirtin. HTŞ’ê a ku qala wê tê kirin û rojeva me dagirtiye, hêzekî selefîye û ji Al-Qaîdê qût bûye. Ev jî wek çeteyên DAIŞ’ê bi hişmendiya Îslama tûndirew tê rêvebirin. Ji xwe di ragihandinê da jî xuya bû, Colanî yanî Ebû Mihemed El Colanî bi hişmendiya zilam salar û mêrê serdest destê jina nagire û bi jinên ser vekirî re wêne nakişîn e. Têgeha perwerdê gor şerîeta olî tê amade û plansazî kirin. Pergala zagonsazî jî heya gor mercên şerîatê amade dikin. Her kiryarên wan netewparêziya hişk tê rêvebirin. Ev desthilatiya niha Şamê rêvedibe, domandina hişmendinya DAIŞ’ê ye. Ev desthilat jî ne domdar e. Ji ber ku hişmendî û birdozîya wan wek ya rejîmê Baas’ê berjewendiyên gel bingeh nagire, ne ji bona gel e. Raste ji ber hêzên desthiladar û metinger niha ji ber HTŞ’ê rêveberiya demkî ya Şamê ye, danûsitandin tên kirin û karê diplomasî ji bona berjendiyên xwe didin meşandin. Lê kiryarên ku HTŞ’ê û komên çeteyên din yên dagirker pêk anîn, ji yên rejîmê Baas’ê ne cûdatirin. Ev hişmendî berdewam bike, dê Sûriyê beriya 2011‘an xirabtir bibe û ev metirsiyek mezin dide avakirin. Bi aliyên olî ve pêkhateyên li Sûriyê ne tenê Islamî ne, pêkhateyên cuda li axa Sûriyê de jiyan dikin. Gelo HTŞ’ê bi vê hişmendiya xwe wê bikare Sûriyê tevahî rêvebib e? Ji ber vê yekê li Sûriyê tevahî de, pêwîstî rêveberiyek demokrat û ya gel heye. Ramanên Rêber Apo ya Netewên Demokratîk yên pêkhateyên cuda di nav hev de jiyan dikin teqez dikare vê pêk bîne. Ji ber ezmûnek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûye.
– Hûn wekî rojnamevanekî ku rewşê ji nêz ve dişopîne, şerê taybet û derûnî yê li ser dezgehên ragihandin û çapemeniya dewleta Tirk ya dagirker çawa dinirxînin?
Hêzên ku pêşiya aloziyên Sûriyê vedikin û xwe bi navê cuda rêxistin dikin, di bingeh de dewleta Tirk ya dagirker e. Ev hevkariya çeteyên girêdayî xwe, dijî rejîma Baas’ê rexistin kirin û di nav gel de metirsî dan avakirin dewleta Tirk ya dagirker bû. Dewleta Tirk ya dagirker bi her çar parçeyên Kurdistanê de, qirkirin û tunekirina gelê Kurd e. Armanca van ne parastina sînoran, ne jî anîna demokrasiyê ji bo Sûriyê ye, armanca wan ya bingehîn têkbirina deskeftiyên kurda ne. Ev dijminahiya hemberî kurdan ne demekê kurte. Ev hişmendiya kevnar ya beriya Osmanîya ne. Serhildanên Kurdan yên destpêke de, serî li her cure komkujî û qirkirinan dan. Lê nekarîn pêşiya serhildan û têkoşîna gelê Kurd bigirin. Hemberî Tevgera Azadiyê nekarîn bi ti awahî agirê azadiyê vemirînin. Hîn gerîla û Tevgera Azadiyê ser piyan e. Dewleta Tirk ya dagirker roj bi roj paş dikeve û ber bi hilweşandinê ve diçe. Ger ku serî li çareseriya pirsgrêka Kurd û rakirina tecrîdê daba, dê biba hêzekî sereke ya di nav giştî cîhanê de. Lê hêza destê xwe ya heyî tenê ji bona têkbirina kurdan bikar tîn e. Vê carê kiryarên nekarî bi fizikî û çekdarî bike, serî li şerê taybet û derûnî yê ragihandinê dide. Ji ber civaka AKP-MHP’ê têk çûye. Ji ber raya giştî veşêrin binketina xwe serî li gurkirina netewperestiyê didin. Kuştina hezaran leşkerên xwe ji malbatên wan vedişêrin. Li ser ragihandina xwe van kiryaran nabêjin. Mirovên hilbijartî şerên taybet didin pêş rastiyê de ev endamên Istixbarata Tirk ya MIT’ê ne. Lê wê rastiyê cîhan giştî agahdare ku dewleta Tirk ya dagirker şerê hemberî kurdan Tevgera Azadiyê de têkçuyinekê jiyan dike. Ji ber wê yekê li ser wê yêkê dide li ser ragihandina xwe aloziya di navbera gelan de ava dike û dijmintiyê pêş dixe.
– Di 28’ê Berfanbara 2024’an de desteya Dem partî li gel Rêber Apo hevdîtinek pêkanîn, hûn girîngîya naveroka wê hevdîtinê çawa dibinin û dê çi pêşketin xwere bîne?
Dewleta Tirk ragihandina xwe de, wek li hemberî Tevgera Azadiyê qaşo serketiye û têkbirîye radigihine. Lê berovajî vê, carekê da hevdîtinên li gel Rêber Apo kirin rojev. Serokê Partiya Netewperest (MHP’ê) Dewlet Bahçelî axaftinek kir û got bila Rêber Apo bê parlementê daxuyanî bide ji bona PKK’ê û hêzên Tevgera Azadiyê çek berbidin. Ev axaftin ne berxwede hate kirin. Demekê kurt piştî wê axaftinê meha Cotmeha 2024’an de biraziyê Rêber Apo û Parlementerê Dem Partî yê bajarê Riha yê Omer Ocalan çû Imraliyê li gel Rêber Apo hevdîtin kir. Di heman demê de desteya ku parlementerê Dem Partî Sirri Sûreya Onder û Pervîn Buldan piştî demekê hevdîtin li gel Rêber Apo pêk anîn. Em mêze bikin ger hûn serkeftinê jiyan dikin hûn çima carekê da hevdîtin pêkanî? Ya rastiyê de ev hevdîtina li gel Rêber Apo encama têkoşînek mezin a Rêber Apo, Tevgera Azadiyê û gelê welatparêz yê berxweder e. Çiqasî hewildan ku ji bona wê têkoşînê bi rêya şerê taybet holê rabikin jî nekarîn. Ev hevdîtin pêşî li girtina xitimandinên pirsgrêkê li Rojhilata Navîn vekirin e. Mifteya çareserîyê li gel Rêber Apo ye. Di Şerê Cîhanê yê yekem de pisrgreka Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê de pirsgrêka sereke ye. Pirsgrêka Kurd neyê çareserkirin pêşketin li Rojhilata Navîn çê nabe. Ev navê wê bikin çi, bila bikin lê tekane rêya çareseriyê pirsgirêka Kurd û muxatap jî Rêberê gele Kurd Rêber Apo ye. Ji ber her çar parçê Kurdistanê jî, ji ber hêzên hegemon û desthilat xwe nêzî çareserkirina pirsgirika Kurd nakin hertim alozîyên nexweyî ve rû bir û dimînin. Berê da jî gelek hevdîtin bi Rêber Apo re hatin kirin, Rêber Apo gelek caran jî ev nêzîkatiyên aşitîyane nêz dewleta Tirk ya dagirker û aliyên azadîxwaz bû lê her carê dewleta Tirk bi hişmendîya xwe ya netewperest hewildanên Rêber Apo yên çareseriyê wala derxistin. Raste hikûmeta AKP-MHP’ê li Tirkiyê pirsgirêkek mezin ya demokrasiye jiyan dikin, bi hevdîtina Rêber Apo re çareser bikin. Em jî bi hêvîne wê carê çareseriyek mayinde pêk bê û dê Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe pêşengtiya wê bike.