Nehîr pale
Li Sûriyê jin berî salên notî û dawiya salên heştî li ser asta gelek bajarên Sûriyê xwe birêxistin kirin. Keçên Kurd ji bo doza gelê Kurd were çareser kirin tevlî Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd bûn. Her wiha dema ku sîstema cebhewiyan ango milîsan hat avakirin bi taybet dayîkên Kurd berpirsyartiya doza tevgera azadiyê rakirin û dest bi xebatê kirin. Jinên milîs gel birêxistin dikirin, xebatên perwerdê birêve dibirin, Rêber APO bi gelê Kurd didan naskirin, mal bi mal digeriyan alîkarî kom dikirin û pêşengiya çalakiyan dikirin. Jinên ku bûn milîs û şervan bingehê Tevger û rêxistinên jin ên Sûriyê dan avakirin.
Bi şoreşa Rojava re xebatên jin ên rêxistinî ji gelek aliyan ve berfereh bûn, ji aliyê leşkerî, siyasî, aborî, civakî, tendirustî, perwerde, ragihandin û çandî ve xwe birêxistin kir. Dest bi lêkolînan kir da ku jineolojî pêşbixînin û çareseriyê ji pirsgirêkên civakî re bibîn in. Li giştî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi têkoşîneke siyasî û civakî kirin. Bi vê têkoşînê re ji bo hebûna jinê gelek bedelên mezin hatin dayîn.
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ciyê yekemîne ku jin bê astengî dikarîbû xwe lê birêxistin bike. Pirsgirêka zayendperestiyê yek ji pirsgirêkên civakî ya sereke tê dîtin. Jin ji hemû pêkhateyan tevlî tevger, meclis, sazî û komîteyên jin bûn. Bi tevlîbûna xebatê re kesayeta wan xurt bû, êdî di têkoşîna xwe ya li hemberî zayendperestiyê gihîştin asta hemû rê û rêbazên li hemberî jinê têne bikar anîn werin lêpirsîn kirin û bibin xwedî helwest. Ji vê yekê re şoreş tê gotin.
Têkoşîna jina Sûriyê li hemberî sîstema Baas a Sûriyê pêvajoya yekemîn bû, bi şoreşa Rojava re û li hemberî çeteyên DAIŞ û gurûpên çeteyan li ber xwe dayîn pêvajoya duyemîn bû, niha jî pêvajoya siyemîn destpê kir. Di vê pêvajoyê de wê li hemberî sîstema dewletî ya mêr têbikoşe. Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin xwedî tecrûbeyeke mezin e. Bê mêr xwe birêxistin dikin û birêve dibe. Di şert û mercên niha Sûriyê ketiyê bûyîna xwedî îrade, xwe dayîna îfade kirin û hebûna xwe diyar kirin ji bo tevayî jinên cîhanê tecrûbeyekî mezin e.
Ne tenê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî jinê dikin, kîjan hêz dikeve Sûriyê destpêke berê xwe dide jinê û hebûna wê inkar dike. Sîstemên zîhniyeta mêr diparêzin hebûna jinê ji bo xwe xeter dibînin. Niha di bin navê ol û kevneperestiyên civakî de destpêkirina zextê li jina Sûrî dikin. Ya jina Sûrî wê di malê de bi riya zewacê bifetisînin û dawî li şoreşa wê bînin, an jî yê wê bînin rewşa ku ji Sûriyê koçber bibe. Daxwaza jin a azadiyê û sîstemeke demokratîk li ser sîstema wan xeter e.
Di pêvajoya siyemîn de ji bo jin bikaribe deskeftiyên xwe biparêze û di destûra Sûrî de cî ji jinê re were dayîn, têxwestin ji aliyê siyasî û leşkerî ve li eniyên pêş be. Li hemberî êrîşan hîn zêdetir xwe birêxistin bike, şûna ku mêr çarenûsa wê diyar bike, ew bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.