Nehîr pale/Raqe
Dayîkên Kurd ên ku temenê wan 50 salî heyanî 70 salî ye tevlî çalakiya nobetê ya bendava Tişrînê bûne û dibêjin:` Em ji Erdogan natirsin bila ew ji me bitirse`.
Dayîka bi navê Meryem Henan jî ku temenê wê 70 salî ye dibêje:`Bila temenê min dirêjtir bibe ji bo ez her tim ciyê xwe di nava van çalakiyan de bigrim`. Dayîka Meryem Henan roja yekê ya çalakiyê 6`ê Çile tevlî çalakiyê bibû duh jî 13`ê Çile berê xwe da bendava Tişrînê. Ew dayîka şehîdane û niha di Meclisa Malbatên Şehîdan de ciyê xwe digre.
Çalakî di roja xwe ya 7`emîn de berdewam dike û balafirên bêmirov û yên şer ên dewleta Tirk a dagirker ji herêmê naveqetin û bombebaran dikin.






