Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD’ê bi gurzê Rustemê Zal li Tişrînê şerekî efsûnî dike

14/01/2025
in NÛÇE
A A
QSD’ê bi gurzê Rustemê Zal li Tişrînê şerekî efsûnî dike
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Li dijî planên dagirkeriyê şervanên QSD’ê li Bendava Tişrînê bûne Kawayê Hesinkar û Rustemê Zal ên serdemî. Bi coşekê xurt ev şerê rewa ji bo parastina gelan tê kirin û gel jî li bendava Tişrînê bûne şahidê vê berxwedaniyê.

Bi destê şervanên QSD’ê destanên dîrokî tên nivîsandin

Ev meheke ku dagirkeriya Tirk, çeteyên Hemzat û Emşat bi firokên şer, tang, top hem jî dironan êrişî Bendava Tişrînê dikin. Di çarçoveya şerê rewa de jî Hêzên QSD’ê bi ruhê tolhildana Şehîd Harûn û hemû cangoriyên azadiyê êrişî deverên gundewarên Minbic û Bendava Tişrînê dikin. Hêjayî gotinê ye ku şervanên QSD’ê bi teknîkeke şer a pêşketî û coşeke bilind berxwedaniykeke bêhempa didin meşandin. Nexasim êrişên hewayî yên Yekîneyên Şehîd Harûn ku bi dironên Birûsk ku tirs xistiye nava dilê komên çete. Birûsk bûye mîna birûskên buharan, lewma jî Birûskên Harûnan qira konên çete û amûrên wan ên leşkerî aniye. Ji ber vê yekê jî piraniya van komên çete di bin neçariyê de ji bo qezenckirina pereyan û tirsa kuştinê li ser destê dewleta Tirk êrîş dikin. Di çeperên şer de jî ev yek tê nîşandan, wekî tê dîtin dema çeteyên wan dikevin nav destên şervanan de ev yek tê xuyakirin. Bikaranîna van çeteyan ji hêla dewleta Tirk ve ne tiştekî nû ye, li Lîbiya, Ezerbîcan, Okraniya û hwd… ev çete ji bo armancên abûrî hatine bikaranîn. Niha jî tevî ku gelek jêderan dan xuyakirin ku dagirkeriya Tirk fonan nade çeteyan, lê dîsa komên çete tên neçarkirin ku êrişî gelên herêmê bikin. Lewma jî bi armanca parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şervanên QSD’ê berxwedaniyeke bêhempa didin meşandin.  QSD û YPJ’ê li Tişrînê bûne artêşeke efsûnî mîna Rustemê Zal û Kawayê Hesinkar, bi lehengî destanên şer dinvîsînin.

Yekîtî û karê diplomasî QSD’ê bêhztir dike

Piştî rûxandina rêjîma Baas a ku bi dirêjahiya 60 salan zilm û zordarî li gelên Sûriyê bi taybet gelê kurd kir. Êdî Sûriyê derbasî qonaxeke aloztir bû. Ev bêtirî mehekê ye ku ev rêjîm bi erêkirina hin dewletên xwecihî û herêmî hat rakirin. Jê û bi şûn de tevgera siyasî ya kurdî li Rojava, Sûriyê û ya diblomasî li cîhanê kete tevgerê. Arman cê ew e ku nimûneya Rêveberiya Xweser wekî şêweyek ji bo rêvebirina Sûriyê ji bo cîhanê bidin pêş. Ji hêlekê ve Rêveberiya Xweser li hundur xebatê dike, nemaze MSD’ê banga xwe dike ji bo lidarxistina kongreyeke netewî-sûrî. Di heman demê de bi riya xebatên Desteya Têkiliyên Derve jî karê diblomasî dide meşandin. Ji hêleke din ve partiyên kurdî li Rojava hewldana yekrêziyeke kurdî dikin. Hewldanên yekrêziya kurdî û li nik wê jî xebata diblomatîk hêz û moraleke xurt didin şervanên QSD’ê. Lê tişta ku kurdên li Ewrpa û dewletên din ên cîhanê kêm dimînin ew e ku piştgiriya QSD’ê, Kobanê û Rêveberiya Xweser bi rengê ku tê xwestin, nayê kirin. Pêwîste gelê kurd li tevahiya cîhanê ji bo piştgiriya QSD’ê û li dijî dewleta Tirk a dagirker mîting, civîn, meş û hemû cureyên berxwedanê bi kar bînin.

Geşedana asoyên çareseriyê, li dijî wê jî hewldanê dagirkeriyê

Wekî em dizanin bendav cihekî istratejîk e, gelên herêmê sûdeke mezin jê dibîne, lewma jî dagirkeriya Tirk dixwaze wê dagir bike û gel bê elektrîk, çandinî û debarên jiyanê bihêle. Herwiha bi riya dagirkina bendavê jî êrişî Kobanê û deverên din jî bike. Di heman demê de bi hincetên dûrî rastiyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Bi dehê caran Rêveberiya Xweser insyatîfên çareserî û aramiyê pêşkêşî dewletên hawirdor û di nav de jî Tirkiyê kiriye. Lê ev insiyatîf bêbesiv mane, niha jî dewleta Tirk dixwaze pilanên dagirkeriyê bide meşandin. Erdogan hewl dide pilanên dagirkeriyê dûrî sînorê xwe pêk bîne û haya wî ji hundirê sînor tune ku volkanek di nava Tirkiyê de geş dibe. Rêveberiya Xweser û QSD’ê ne qels û lawaz in mîna ku Erdogal dinere. Hêjayî gotinê ye ku pirojeya neteweya demokratîk çareseriyeke ji bo pêşeroja Sûriyê û ew ê hemû pirsgirêkên li Sûriyê çareser bike. Herçiqasî Rêveberiya Giştî ya QSD’ê Mezlûm Ebdî bi daxuyaniyan banga rawestandina operasiyonan kir, lê dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe êrişan li derdora Bendava Tişrînê didomînin. Her çendî daxuyaniyên hêzên navnetewî lawaz in, lê berxwedaniya gel û QSD’ê ya li Bendava Tişrînê bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî, di lûtkeyê de ye.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.