Nehîr pale/Raqe
Gelê Kantona Dêra Zor, Tebqa û Reqayê di roja roja 6`emîn a çalakiya nobetê ya bendava Tişrînê de berê xwe dan bendava Tişrînê. Dîroka van rojan bi destê gel û şervanan bihevre tê nivîsandin.
Di saet 14:00 an de karwanê erebeyan ên hersê kantonan birêket. `Em ji mirinê mezintir in` gel bi van hestan berê xwe dan eniya şer. Ji zarokan heyanî ixtiyaran, jin û mêr, Ereb û Kurd di nava karwanê de hene.
Li gundê Rimale yê girêdayî Sirînê ev cara duyemîne ku balafirên keşfê û şer ên dewleta Tirk a dagirker karwanên gel ên ku diçin tevlî çalakiya nobetê bibin, bombebaran dikin. Hewl didin ku şerê taybet li ser gel bidin meşandin û paşve gav were avêtin. Gel riya xwe berdewam kir heyanî ku gihîştin ciyê çalakiyê. Li bendavê şêniyên kantona Cezîrê ew pêşwazî kirin û bihevre daxuyaniya xwe dan.
Dem çawa derbas dibe? Pêkhateya Ereb û Kurd li ser awazên erebî û kurdî govendê digerîn in. Ji aliyekî ve bombebaran û ji aliyê dîtir ve serma heye. Ew hêza çalakvanan heye ku ne tenê rojekê deh rojan jî li eniya şer bimîn in. Beşek ji çalakvanan ev cara duyemîne ku berê xwe didin bendava Tişrîn. Gelekî kêfxweşin ji ber hîs dikin ku ew kêliyên dîrokî dijîn û di vê berxwedanê de wan jî ciyê xwe girtiye û tişta ji destê wan tê, dikin.
Cabir Hesen yek ji kesên ku cara duyemîne tevlî çalakiya bendava Tişrînê bûye wiha got:`Bi vê çalakiyê re em jî mîna gelê Vêtnamê Şerê Gel ê Şoreşgerî didin meşandin`.






