Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê komxebatek lidarxist

13/01/2025
in NÛÇE
A A
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê komxebatek lidarxist
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Di 13’ê Çile a 2025’an li bajarê Qamişlo taxa Siyahî hola Nuredîn Zaza di aliyê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (PDPKS) bi sernavê “Sûriya pêşerojê” û “rista kurdan di Sûriya pêşerojê de” komxebatek ji bona ragihandin û aliyên kurdî hat lidarxistin.

Komxebata ku demijmer 16:30 bi rêzgirtina ji bona şehîdên şoreşa Kurdistanê destpêkir û heya demên dirêj bi gotûbejin mevanên tevlî komxebatê bibûn berdewam kir. Di desteya amadekar ya komxebatê de, Dr.Selah Derwêş Sekreterê Partiya Demoqrat Pêşverû a Sûriyê, li ser navê ofisa siyasî ya partiyê Midya Eko û Mîdas Azîzî jî di dîwana komxebatê de amade bûn. Endamên Partiya Demoqrat Pêşverû a Sûriyê û endamên partiyên din yên aliyê kurdî di komxebatê de wek mêvan bicîh girtin.

Di komxebatê de, yêkrêziya Kurdî û rista partiyên Kurdî hatin gotûbêj kirin

Li ser navê desteya amadekar a komxebatê Mîdya Eko Cîvîn bi rêvedibir. Destpêkê Mîdya Eko axîvî û wiha got: “Em wek endamên partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê keyfxweşin ku ji bona Sûriya pêşerojê bi avakirin de, weke aliyek kurdî cîh bigirin. Ev ji bona me cihê serbilindî û ristek hêja ye. Ji ber ku em li vir pêşeroja Sûriyê gotûbêj dikin, lê heya em yêkitî ava nekin em nikarin rola me di aliyên kurdî tên xwestin pêk bînin. Hilweşandina rejîma Baas’ê ya hişmendiya netewperest carekê de pêk nehat. Ev têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi salan bû. Ev tişt mîrateya mamoste Hecî Hemîd Dervîş jî bû. Dildarê yêkiti û serkeftina Kurdî bû. Em ji hezdikin hemû aliyên kurdî bi nakokiyên naxweyi bidin cihekî bibin yêk rêz yêk fikir. Ji bona em di Sûriye pêşerojê de bibin xwedî mafên xwe yên ku me hatine sitandin. Pêwîste em mîrateya wî û şehîdên şoreşa azadiyê pêk bînin. Ji ber wê yekê me ev civîne pêkanîn.”

Sekreterê Partiya Demoqrat Pêşverû a Sûriyê Selah Derwêş destpekê mevanên ku tevlî komxebatê bibûn xêrhatina wan kir û nêrinên xwe wiha anî li ser ziman: “Di Sûriyê de gelek pêşketinên nû çibûn. Rejîma Baas jî hilweşiya. Em rojekê dema çûn li Rûsya û me li gel rayedarên Rûsî hevdîtin pêkanî û gotin rejîm nayê kontrol kirin û di bin serweriya me derketiye. Yanî vekirî digotin me rejîm di bin serweriyê de digirt û êdî me ne dikarî em bidin sekinandin. Yanî hêza rejîma Baas’ê nemaye û nikare Sûriyê biparêze û banga têkçuyina rejîmê dikirin. Îran û Rûsya parastina wê dikirin û têkçû. Ji ber wê yekê rojeva hemû cihanê hat gûhertin. Ji bona Sûriya nû avakirina nûve em çawa bikin û çi bikin pirsên wiha derketin holê. Piştî têkçuyina rejîma Baas’ê HTŞ û komên çete li ser desthilatiya Şamê cihgirtin. Ebû Mihemed El Colanî yê niha seroktiya hikûmeta demkî ya Şamê dike, DAIŞ’ê û El Nûsra de cih girtiye û evqasî komkujiyan de biçalak cih girtiye. Gelek pêkhate Sûriyê cih digirin bi vê hişmendiye Sûriyê rêvebib e. Niha hêza herî bingehîn û xurt Kurdin. Lê tenê kemasiyên me hene em ne yekin. Ji ber wê yekê dibe em aliyên Kurdî bibin yêk. Emê wê demê bikarin plansaziya Sûriya pêşerojê daynin. Em spasiya xwe PYD’ê û Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî jî dikin ji bona hewildanên wan yên yêkitiya kurdî û pêşeroja Sûriyê.”

Endamê ofîsa siyasî a partiya Pêşverû a Sûriyê Mîdas Azîzî wiha axifî: “Em jî keyfxweşin ku wek endamên ofisa siyasî bi pêşeroja Sûriyê nîqaş dikin. Lê weke mamoste Selah anî ser ziman em dema wê nîqaş dikin yekitî û yêkrêziyê divê em bîrnekin. Ji ber em Kurdistanî ne, ti cûdahîyên din navber me de nîn e. Piştî li Tirkiyê hevdîtînên li gel Rêber Apo jî em pi keyfxweş kirin. Mam Celal û Rêber Apo jiyana xwe hemû ji bona doza Kurdistanê feda kirin. Em jî hem weke mamoste Midya anî ser ziman mirateya Hecî Hemîd, Mam Celal û Rêber Apo emê yêkitiya kurdî pêk bînin. Em dîsa spasiya hemû aliyên ku di yêkrêziya kurdî de ked didin dikin.”

Piştî axaftinên endamên Partiya Demoqrat Pêşverû a Sûriyê, mêvanên di tevlî komxebatê bibûn, pirsên xwe di derheqê pêşeroja Sûriyê û plansaziyên partiyê de kirin. Komxebat bi piştî pirsên mêvanan û endamên partiyên siyasî ên kurdî bi dawî bû.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.