Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em dixwazin bi rûmet û ewle vegerin mal, gund, û bajarê xwe li Serêkaniyê’

13/01/2025
in NÛÇE
A A
‘Em dixwazin bi rûmet û ewle vegerin mal, gund, û bajarê xwe li Serêkaniyê’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Komîteya Koçberên herêma Serêkaniyê bi silogana‘Em dixwazin bi rûmet û ewle vegerin mal, gund û bajarê xwe li Serêkaniyê’ meşeke girseyî bi amadebûna koçberên serêkaniyê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Îro li bajarê Qamişlo Komîteya Koçberên herêma Serêkaniyê bi emadebûneke girseyî ji koçberên Serêkaniyê û endamên rêveberiya xweser meşek li darxistin. Bi siloganên ‘Na ji dagirkeriyê re, Bijî berxwedana Serê kaniyê’ meş li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî veguherî mîtîngê.

Destpêkê hemû gel bi xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan piştî wê nameya ku ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres re hatibû nivîsandin bi zimanê kurdî û erebî ji gel re hat xwendin.

Di destpêka nameyê de wiha hat gotin:” Em, gelê Serêkaniyê/Ras El Eîn (Reş Ayno) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku têne temsil kirin ji aliyê Komîta Koçberên Serêkaniyê / Ras El Eîn ev name ji bona we diyar dikin. Ev komîte di 9’ê Tîrmeha 2021’an de li Hesekê hate damezrandin piştî civînek sivîl û gelêrî hat li darxistin û tê de ev komîte hat hilbijartin ku nûnertiya wan li pêş civaka navdewletî û herêmî bike.

Armanca avakirina komîtê:

Armanc ji damezrandina Komîtê da ku daxwaza gelê Serêkaniyê/Ras El Eîn (Reş Ayno), ya bi ewle û bi rûmet vegerin herêma xwe û di bin parastina navneteweyî û mafên mirovî de. Li gor van guhertinên dawî, piştî rûxana rejîma Esed, em dixebitin da ku deng û daxwazên koçberên me bighînin hemû desgeh û komeleyên navneteweyî.

Mijar:

Zêdetirî pênc sal in ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên bi navê  Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê têne naskirin li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî dest bi operasyoneke leşkerî kirin. Li gorî raporên navneteweyî ji sedî 85 nifûsa xwecihî (Kurd, Ereb, Suryan, Êzidî, Çeçen, Çerkez, Keldan, Asûrî û Tirkmen) koçber bûne. Bi deh hezaran kesên ji herêmên din ên Sûriyeyê li cihê wan hatin bicihkirin.

Birêz Sekreterê Giştî

Em dixwazin bala we bikşînin ser binpêkirinên giran ên di encama dagirkeriya artêşa Tirk û komên girêdayî wê yên li ser herêma Serêkaniyê pêk tên. Dagirkerî di bin navê “Kaniya Aştiyê” Serêkaniyê dagirkir û dest danî ser mal û milkên sivîlan û ew wêran kirin, vê yekê jî rastiya koçberan pir trajîk kir, ji ber ku ew di şert û mercên giran de li kampan bi rewşeke xirab dijîn. Hîn bi sedan malbat di dibistanên perwerdehiyê de dijîn û alîkariya pêwîst ji bo wan kême.

Daxwazên Me:

Em gelên herêma Serêkaniyê, Efrîn û Girê spî ji xwe dipirsin: Ma mafê me nîne ku em wek koçberên din ên li Sûriyê piştî rûxandina rêjîmê vegerin malên xwe?

Her wiha daxwazên wan ev in:

  1. Bidawîkirina dagirkeriyê û misogerkirina vegereke ewle û birûmet.
  2. Rêçiya Vegerê:
  3. Avakirina rêçiyek vekirî da ku vegerên ewle û bi rûmetê di çarçoveya nîşanên Neteweyên Yekbûyî û hêmanên neteweyî de were vedan.
  4. Lêdan û Çêkirina Herêmê:
  5. sazkirina bajar ji hemû aliyan ve.
  6. Bihayî û Vegerandin.
  7. Dad û Adalet pêk were.
  8. Desteka Aborî bê dayîn.
  9. Tevgerên Yasaî werin avakirin.
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.