Dîlan Mulhim/Qamişlo
Ji bo rewşa heyî û pêkanîna Yekrêziya Kurdî Destpêşxistina Gelêrî Ya Kurdî Ya Serbixwe li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo li hola zana civînek li darxist.
Îro di derbarê rewşa heyî ya dawî ya li Sûriyê û pêkanîna Yekrêziya Kurdî, çarenûsa gelê kurd di Sûriya nû de Destpêşxistiya Gelêrî Ya Kurdî Ya Serbixwe civînek li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo li hola zana lidarxist.
Di civînê de partiyên siyasî, kesên siyasetmedar û jinên çalakvan beşdarbûn.
Di destpêka civînê de hemû kesên beşdar bi xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan. Piştre Rêveberê Destpêşxistiya Gelêrî Ya Kurdî Ya Serbixwe Rêber Seyda bi xêrhatina hemû kesên ku beşdarî civînê bûne kir.
Di heman demê de rêvebera Destpêşxistiya Gelêrî Ya Kurdî Ya Serbixwe Ezîza Ferho diyar kir ku bi yekrêziya kurdî wê pirsgirêka kurd were çareserkirin û wiha domand: “Di vê pêvajoya niha ku li Sûriyê derbas dibe, pêwîstî bi yekrêziya kurdî heye û girînge. Ji ber ku zehmetî û astengiyên ku niha li pêşiya me derdikevin, ew e ku yekrêziya kurdî heya niha nehatiye pêk anîn. Di pêvajoyeke wiha de ku niha gelek guhertin di Sûriya yê çêdibin, di Sûriya nû de jî pêwîste maf û destûr ji gelê kud re were belîkirin û danîn.”
Di dawiyê de Rêveberê Destpêşxistiya Gelêrî Ya Kurdî Ya Serbixwe Şikrî Sofî li ser xalên girînig ên Yekrêziya Kurdî ji aliyê Siyasî ve nîqaşkir û wiha got: Xala destpêkê pêwîste Sûriyek Fedralî were avakirin û her wiha divê ku di Sûriya nû de mafê gelê kurd bê parastin. Di heman demê ji bo ku Sûriyeke nenavendî were avakirin û mafê her kesî were parastin pêwîste her kes di nava kar û xebateke hevbeş de be”






