Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêkhateyên Suriyan ji bo parastina mafê xwe di Sûriya nû de çalakiyeke pirotestoyî lidarxistin

12/01/2025
in NÛÇE
A A
Pêkhateyên Suriyan ji bo parastina mafê xwe di Sûriya nû de çalakiyeke pirotestoyî lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Partiya Yekîtiya Suryanî di bin dirûşmeya “Misogerkirina Mafê netewî û olî di Sûriyeke pirengî nenavendî ew tekeziya hebûna me ye” li çerxerêya Sêfo ya Qamişlo pirotesto kirin.

Li bajarê Qamişlo, pirotestoyeke girseyî ji aliyê Partiya Yekîtiya Suryaniyan ve, bi armanca daxwazkirina mafên xwe weke gelên Suryan, Ermen, Aşûr, Kurd û Ereb di destûra nû ya Sûriyê kirin. Di pirotestoyê de siloganên mîna “Têkoşîna me berdewame heta gelê Suryan û Aşûrî rola xwe ya bingehîn di Sûriyê de bigirin” “Em welatekî ji hemû pêkhateyan re dixwazin” “Sûriya welatê hemû pêhateya ne bêy ferq û cûdahî”

Berî destpêkirina pirotestoyê deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin.

Piştre gotina destpêkê ya pirotestoyê ji aliyê Desteya Rêveber a Meclisa Netewî ya Bêt El-Nehrên Îşo Gewriyê hat kirin.

Îşo Gewriyê diyar kir ku bajarê Qamişlo bajarekî dîrokî ye, gelek pêkhateyan digire nav xwe û wiha got: “Ev pirotesto piştî hilweşîna rejîma Baas û salên dûdirêj ji êş û azarên ku gelê Sûriyê kişandibû. Îro ev gel daxwaza mafê xwe dike û temsîlkirina mafê wê di destûra Sûriya nû de. Ji ber vê yekê Meclisa Netewî ya Bêt El-Nehrên daxwaza mafên gelên Suryanî, Kildanî û Aşûrî dike, her destûrek ku di Sûriyê de bê çêkirin ew cih di nav de bigirin, nasname û zimanê me weke zimanekî fermî di Sûriyê de bê qebûl kirin, herwiha mafê hemû pêkateyan ji kurd, ereb û hwd… ku temsîla xwe bikin bi awayekî nenavendî û demokratîk be.”

Di heman mabetê de li ser navê Partiya Yekîtiya Suryan li Sûriyê Efram Ishaq rûxandina rejîma Esed li gelê Sûriyê pîroz kir û wiha got: “Gelê Sûriyê gelek berdêlên giranbuha dan, heta ku gihaştin vê qonaxê. Sûriya pêşerojê û piştî rûxandina rejîma Esed ku piştî 14 salan ji şer û pevçûnan, nabe ku Sûriya veger mîna berî 2011’an, di heman demê de nabe ku bibe dewleteke ku li ser îslama tundrew be, herwiha kesek tenê wê birêve nebe, ku tenê Sûriyeke demokratîk, pirengî û nenavendî be. Da ku Sûriya bimîne sembol û nimûneya jiyana hevbeş, rêzgirtina mafê mirovan û misogerkirina azadiya olan.”

Pirotesto bi dirûşmeya “Yeke Yeke Yeke, Gelê Sûriyê yeke”“Na ji nijadperestiyê re” bi dawî bû.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.