Hemza Sêvo/ Qamişlo
Ji bo meşandina xebata siyasî û civakî herwiha çareserkirina pirsgirêka Sûriyê bi giştî, MSD’ê ji rojnameya me re eşkere kir ku ew ê di demeke nêz de navendeke xwe li Şama paytext veke.
Yekemîn car e ku wê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi fermî navendeke xwe li Şamê bide vekirin û piştre jî dê li hin parêzgehên Sûriyê yên din jî veke.
Piştî ruxandina rêjîma Baas şofînî ku di 8’ê Berfanbarê de pêk hat û bi hatina rêveberiya HTŞ’ê re êdî Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû.
MSD’ê jî li gorî qonax û rewşa Sûriyê tevbigere hewldanên xwe dike da ku xebateke siyasî ji bo tevahiya gelên Sûriyê bide meşandin.
Herwiha ji bo ku hîmê çareseriya kirîza Sûriyê bi cih bike, di heftiyeke pêş de wê MSD’ê vekirina navenda xwe ya li Şamê ragihîne û wê rasterast dest bi xebata xwe bike






