Ayşa Silêman/Qamişlo
Şêniyên bajarê Qamişlo bi girseyî 2 endamên Yekîtiya Ragihandina Azad û endamekî QSD’ê li goristana cangoriyên azadiyê ya Şehîd Delîl Saroxan spartî axê kirin.
Li Qamişlo bi amadebûneke girseyê 2 şehîdên Ragihandina azad, Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan ku dagirkeriya Tirk derfet neda xizmên wan ku li cih û warên wan oxir bikin, li bajarê Qamişlo hatin oxirkirin. Di heman demê de Şehîdê QSD’ê Kendal Efrîn jî hatin oxirkirin.
Merasîm bi xuleyek bêdengî li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Paşê li ser navê meclisa malbatên
şehîndan Cibrayîl Mistefa axivî û wiha got: “Em sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin û mesacê didin hemû dijmin û dagirkeran ku gelê kurd yek e û kes nikare vîna wan bişkîne. Ev 60 sal bûn ku rêjîma Baas gelê kurd diperçiqand û rê ji dagirkeriyê re vedikir da ku Efrînê dagir bike, lê va ye rêjîm çû û gelê Efrînê hîn heye. Dagirkerî jî hemû şêwaz li dijî kurdan bi kar tîne û nikare hêza kurdan têk bibe, ev tê wateya ku kurd bi serketine. Hêza leşkerî tenê nebese pêwîste em tecrîbê ji drokê bigrin dest û hemû gelên azadîxwaz li herçar parçeyên Kurdistanê li ser piya bin û bi erkê welatparêziyê rabin. Ji ber ku dem dema serkeftin û têkoşînê ye.”
Herwiha li ser navê Hêzên Leşkerî Nezîr Sofî wiha got: “Di hizûra Nazim, Cîhan û Kendal de em
bejna xwe ditewînin. Dem dema netewa demokrat û biraytiya gelan e. Faşîstê geêel hêza xwe dan pêş, lê ew têk cûn, niha jî hevalên me li Bendava Tişrînê dîrokê dinvîsin û li ser şopa heqîqetê ne.”
Di berdewamiya merasîman de li ser navê Kongira Islama Demokrat Şêx Casim Salih sersaxî ji bo xwe û hemû malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Van şehîan canê xwe kirin qurbanî ji bo xaka pîroz. Pêxember Mihemed bang kiriye ku divê hemû netew bibin yek û bi yekdengî bang bikin. Ji ber ku çarenûsa me hemûyan yek e û roj roja têkoşîn û berxwedaniyê ye.”
Di heman çarçoveyê de li ser navê Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî wiha axivî: “Li gorî qanûn û yasayên navnetewî ku her malbatek cenazeyên zarokên xwe bigrin. Lê dagirkeriyê derfet neda ku
malbat wan bibîn. Ev tê wateyê ku ew ji cenazeyên me ditirsin. Lewma jî em ji bo rêhevalên xwe Nazim û Cîhan soz didin ku kamîre û pênûsa wan li erdê namîne.
Di dawiya merasîmê de wesîqeyê şehîdan, Kendal Efrîn hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û bi silogana “şehîd namirin” şehîd spartî axê bûn.






