Birûc Resûl/Qamişlo
Riyad Derar diyar kir ku tevahiya gelên Sûriyê nema şer û pevçûnan dixwazin, ew bi hêviya jiyaneke bi aramî û aşîtî ne û wiha got: “Pêwêste hikumeteke ne navendî were avakirin û karibe gelên Sûriyê bi awayekî rast hembêz bike.”
Di çaroveya rewşa heyî ya li Sûriyê tê qewmandin û hikumeta nû a Sûriyê, Çîgirê Desteya Rêveberiya Mecilsa Sûriya Demokiratîk Riyad Derar pirsê rojnameya me bersivand û hevpevîn wiha bû:
–Piştî ruxandina rêjîma Baas`ê gelek tevlîhevî li hemû Sûriyayê dereket, ji bilî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi nêrîna te wê rewş ber bi ku ve biçe?
Ez bawerim ev telîheviya ku niha li Sûriyayê tê qewmandin, sedema wê lawazbûne ewlehiyê ye û di heman demê de ev kesên ku niha rêveberiya Sûriyayê dikin di aliyê ewlehiyê de kêm û lawazin, nikarin Sûriyê bi ewlehê û aramî bi rêve bibin. Ev koma ku Şam bi destxistin, berê di Idlibê de xwe bi cih û rêxistin kiribûn. Em dikarên bêjin jî ku ev kom, komekî dixwaze tolhidanê bike û di navbere pêkhateyan de ferq û cudahî çêbike, herwiha ji bo berjewandiyên gel tev nagerin, her ji bo berjewandiyê xwe tevcdigerin. Gelek kes di nav koma HTŞ`ê de hene bi zagûn û mafê gelan nizanin, hete zanebûna wan di têkiliyên civakê de lawazin. Ev yek jî dibe sedem ku tevlîhevî were çêkirin û aramiyê ji hole rakin. Ji ber vê yekê ferqekî pir mezin heye di navbera ewlehiya Şamê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ji destpêka şoreşê ve Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye birêxistinkirin di hemû aliyan de. Hêzên ku detpêkê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kir û li gor mafê hemî pêkhateyan tevgeriya hezên QSD, YPJ û YPG`e bûn, bi hemû berxwedanî û îradeya xwe şer kirin, tenê ji bo ku çeteyên DAIŞ`ê herêmê dagir neke û gelê herêmê nedin pişaftin. Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû hezekî qezanckirinê ji bo gelan. Di heman demê de civak jî bi ewayekî rast û bi rêxistinkirî rêve birin, her pêkhateyek jiyana xwe bi rengekî azad dijî. Yanî heya ku şoreşek were biserxistin wê zor û zehmetî pir bin. Herwiha tevlîhevî jî wê zêdetir be, di rojek û mehekê de ev tevlîhevî çareser nabe, niha Sûriyê xwe ji nû ve dide avakirin û ew jî demek jê re dive ku bi rengekî rast were avakirin.
-Heya çi astî sîstema Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare bibe nimûne ji bo tevahî Sûriyê?
Sîstema Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemeke ku her kes dixwaze li hemû Sûriyê were pêkanîn, ji ber ku sîstemeke demokiratîk û ji bo berjewandiyên hemî pêkhateyan kar û xebat dike. Lê ji ber hin kesên bi zehniyeta nejedparat û cihê xwe li Sûriyê girtin ku bi navê îslamî destheledarî û hukimê xwe dide meşandin, eynî zehniyeta ku di buhare Ereban de hat meşandin. Dibe ku ev zehniyet têk biçe an jî ev koma ku niha rêveberiya Şamê bi awayekî demkî bi rêve dibe helwişe, ji ber ku ev zehniyet zehmeta ku were qebûlkirin, di heman demê de gelek tişt di bin navê îslamê feriz dikin. Hîn hikumê Sûrî bi awayekî fermî ne girtine, em dibînin ku çiqas li ser destên wan komkujî pêk tên. Bê guman helweşîne vê zehniyetê wê ne hesan be û wê gelek şerê giran û dijwar jî were destpêkirin, helbet xilaskirina ji zehniyetekî wiha wekî ev komên ku Şam bi ser xistin, wê ne hesan be û demek jê re dive. Em şer û pevçûn naxwazin her em jiyaneke bi aramî û aşîtî dixwazin, em dixwazin bi riya destûrê mafê her pêkhateyekê bigihîjiyê. Ji ber ku ne rehete ku dîsa şer û bi rengekî dijwartir were destpêkirin, di heman wextî de dewletekî ne navendî were avakirin û hikumet karibe gelê Sûriyê bi awayekî rast hembêz bike û pêwîste hikumeta nû a Sûriyê sûd ji sîstema Rêveberiya Xweser werbigire, ji ber hemî pêkhate di nava xwe de hewand û her pêkhateyek li gor ol û baweriyên xwe bi azad jiyan dikin. Her hêviya me ew e ku sala 2025`an de ev qirîz û alozya li Rojhilata Navîn tê qewmandin, bi dawî bibe.
-Helwestên dewletên herêmî û navdewletî ji hikumeta nû çi ye?
Ji bo nêzîkatiyên dewletan bi Sûriyê re yan jî wê çawa nêz bibin, li gor ku ez dibînim yê herî zêde ji pêvajoya Sûriyê sûd bigir û bandora wê li ser komê ku niha Sûriyê bi rêve dibin, Tirkiya ye. Ji ber ku tirkiyê xwe kiriye nava Sûriyê de û destê xwe jê bernade, di heman demê de dewleta Tirk şandeyên xwe şandin Sûriyê ji bo ku cihê xwe baş li Sûriyê bigre, bi hikumetekî ku niha bi rengekî demkî li şamê rawistiya ye û heya niha di lîsteya terorê de ye, tirkiya diwaze bi wan re pêşniyarê xwe bike û hevaltiya xwe bi wan re xurt bike, gor em dibînin ku heya niha Tirkiye desthiledariya xwe li Sûriyayê dide meşandin û sûd jê digire. Di heman wextê de wê HTŞ`ê di bin xizmete Tirkiyê de tev bigere û gor berjewandî û desthiledariya xwe wê hikum bidin meşandin. Hin dewletên nêz wekî Îraq û Ordin nêzî rewşê bû tenê ji bo ku zanîbin wê çi bibe û çi derfet hene ku çi ji vê rewşa niha sûd bigirin, di kêleka wê de jî riya danûsatndinê û têkiliyan ji xwe re veke. Her wiha em dibînin ku heya niha dewletên Ereb ne hatiya serdana Colanî û pîrozbahî jî ji bo Colanî ne şandiye, di heman demê de hikumetekî wekî Colanî qebûl nakin, ew jî dizanin ku xeteriyek heye û bi taybet di vê rewşa niha de ku tiştekî zelal tune ye, rewşekî ne zelal û bi nakokî ye; Colanî heya niha di lîsteya terorê de ye û ti hakimiyeta wî li ser hikum wê tune bê, zehmet tê dîtin ku kesek wek Colanî gelê Sûriyê bi rêve bibe, ji ber vê yekê dewletên Ereb xeteriyekî mezin li Sûriyê dibînin. Zehniyeta ku Colanî li ser mezin bûye ku bi navê îslamî û rêbazê komkujî û ne edalet ku dide meşandin, wê di nava gelê Sûriyê de newe qebûl kirin. ev jî wê şer û pevçûnên pir mezin bi xwe re bîne, wê ji rêjîma Baas xirabtir be, wê ti çareseriyê bi xwe neyinê. Ji ber vê yekê tişte yekem ku were kirin pêwîste zehniyeta Colanî were guhertin, di heman demê de pêwîste di aliyê tîpên xwe yên şexsî de jê guhertin cêbikin da ku karibe gel hembêz bike. belê em dibînin hin dewletên derve şandeyên xwe rêkirin Şamê da ku nas bikin HTŞ`ê wê karibe bi erka rêveberiya Sûriyê ve rabe an na, heya niha ti biriyar ne hatiya derxistin û tiştek di derbarê vê mijarê de jî zelal tune ye. lê wek dîtina min ez dibêjim; ji bo çareseriya qirîza Sûriyrê pêwîste hemî pêkhate yek bin û mafê her kesî bi jiyanekî azad bijî, destheledarî tune be ji ber dema ku di dewletekî de destheledarî tune be û mafê her pêkateyek were dayin wê ti astengî û zehmetî li pêşiya xwe nebîne. Em bi hêvîne ku Sûriya bibe Sûriyayeka Demokiratîk û azad.






