Ayşa Silêman/ Qamişlo
Hevserokê Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Mistefa Nebi’o diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 19 cihên pîroz yên Êzîdiyan rûxandin û bi gelek awayan kurdê Êzidî işkence dikin.
Di derbarê kiryarên ku li dijî Êzîdiyan li Efrîna dagirkirî ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve tê kirin, hevserokê Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Mistefa Nebi’o ji Rojnameya me re axivî.
Kiryarên li dijî Êzidiyan
Mistefa Nebi’o da zanîn ku ji destpêka dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku di bin navê islama radîkal re êrişî Efrîn kirin di sala 2018’an de yekser êrişê gundên Êzîdiyan kirin û wiha got: “Di pilana wan de hedefgirtina Êzidiyan sereke bû, kîna wan bi giştî kurdan re heya bi taybet Êzîdî. Piştî dagirkeriya Efrînê çeteyên dewleta Tirk berê xwe dan pîrozgeh û şûnwarên Êzîdiyan û ew rûxandin. Dema Êzidî koçber bûn ji sedî 15 tenê man di Efrînê de, ji ber ku kal û pîr bûn û hin ji wan jî dev ji xaka xwe bernedan. Piştî dagirkirinê rojane li ser destê çeteyan rastî binpêkirinan dihatin. Em herdem dibêjin çawa DAIŞ li Şengalê ferman li ser Êzidiyan rakir, jinên wan revandin û birin bazarê firotin û cihên pîroz rûxandin. Heman şêwazê ku DAIŞ meşandî, dakirkeriya Tirk û çeteyên wê di Efrînê de jî berdewam dikin.Dihat diyarkirin ku ji yek hizir û yek nêrînê ne ku dixwazin Êzidiyan tune bikin çi li Şengalê be û çi jî li Efrînê be. Piştî ku Efrîn dagir kirin bi çend rojan, kesayetek bi navê Omer Şemo di gundê Qîvarê de ji ber ku şehadeta islamî negot, ew bi xwîneke sar bi guleyekî kuştin. Gelek keç û jinên me binçav kirin û bi mehan di zindanan de hiştin û hin kes heya niha jî çarenûsa wan ne zelal e.”
Bêdengiya saziyên Navdewletî
Nebi’o di dwama axaftinên xwe de wiha got: “Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê piştî ku koçberî Şehba bûn me hemû kiryarên dagirkeriyê û çeteyên wê belge kirin. Me karîbû vê dosiya bighînin destê saziyên navdewletî, di heman demê de bi riya komîteya azadiya olan di kongra Emrîkî de ev dosiya hat pêşkêşkirin û di kongrê de bi seatan nîqaş li ser hat kirin. Lê mixabin hertim berjewendiyên navdewletî bandor dikin. Di heman demê de me wêneyên dergehên xwe yên pîroz jî xistibûnê ku dema berê çawa bûn û niha piştî dagirkeriyê çawa ne. Mirovên ku hatin kuştin bi wêne û dîroka kuştina wan, her demekî hin kes direvandin û pere ji malbatên wan dixwestin. Bi giştî me karîbû em van kiriyaran bighînin raya giştî, lê mixabin dema mijar dibe kurd û bi taybet Êzîdî berjewendyên dewletan derdikevin û ev yek dibe asteng li pêşiya misogeriya mafê me. Heya niha jî tu dadgeh di derheqê dewleta Tirk û çeteyên wê de çênebûye. Hîn jî di Efrînê de binpê kirin berdewame, ew hişmendiya wan ya kuştin, talan kirin û revandinê hîn heye bi taybet komên çete yên bi navê Hemzat û Emşat.”
Hevserokê Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Mistefa Nebi’o dawî li axaftinên xwe anîn û wiha got: “Daxwaza gelê Sûrî bi giştî ew e ku bi azadî û wekhevî bijîn. Gelê Sûrî ji bo jiyanek bi azad û bi rûmet gelek temen da û bi taybet jî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Daxwaza me ew e ku Netewên yekbûyê bêdeng nemîne li hember kiryarên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di derheqê netewan de dike û li hember wê bi helwest be. Vê destdirêjiya dewleta Tirk bi sekinîne û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re jiyan dikin û dixwazin bihevre wek gelên resen yên herêmê bimînin. Metirsiya me ew e ku heger dewletên Navnetewî piştgiriyê bidin vê hikumetê û mafê Kurdan û yê Êzîdiyan misoger nebe ev xeteriyeke. Daxwaza me ew e ku her netew û her olek wek xwe jiyan bike.”






