Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Daxuyanî ji bona banga seferberiyê hat dayin

09/01/2025
in NÛÇE
A A
Daxuyanî ji bona banga seferberiyê hat dayin
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Vîyan/Qamişlo

Di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî û hîma xweparastinê de, ji aliyê fermandariya QSD’ê banga seferberiyê hatibû ragihandin. Niştecîhên taxa Şehîd Cudî daxuyanîyekî niviskî tevlîbûna xwe ya pêvajoya seferberiyê dan diyar kirin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bona tevlî bangawaziya seferberiyê bibin di nava liv û tevgerê de ne. Welatiyên bajarê Qamişlo roja banga seferberiyê hate kirin tax bi tax ragihandin ku gel hêz û şervanên xwe ne. Li ser wê bingehê Taxa Şehîd Cûdî (Qenat Sivês) bi piştgiriya HPC (Hêzên Parastina Cewherî) û niştecîhên taxa Şehîd Cûdî tevlîbûna xwe ya banga seferberiyê ragihandin û li ser wê daxuyaniyekî niviskî hat dayin. Daxuyanîyên bi dû zimanan hatiye dayin niştecîhên taxê bi zimanê Kurdî Hesen Elî Mihemed û bi zimanê Erebî jî ji aliyê Ridvan Îsa Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de balkişandin li ser giringiya parastina reva û daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li hember şoreş û deskeftiyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dikeve 15’êmîn sala xwe û hîn êrîş û gefên dewleta Tirk ya dagirker bênavber didomin. Wekî gelên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya QSD’ê berxwedana ku em dimeşînin, tekoşîna ku em bi berdêlên mezin didin. Her çi bibe, bila bibe ji bo parastina van deskeftiyên xwe yên hêja em wekî parazvanên axa welat û vîna gelê Rojavayê Kurdistanê wê daxuyaniyê didin.

Li dijî şerê dagirkeriya DAIŞ û dewleta Tirk û çeteyên qaşo bi navê SMO (Artêşa Netewî ya Sûriyê) ku bi hezaran berdêl me wek gel dan e. Îro jî ev berxwedana ku li Bendava Tişrînê li hember dagirkerî û çeteyên wê yên hov tê meşandin em silav dikin. Her wiha me jî biryar da ku bi rihê gelê şoreşgerî em li kêleka şoreşger û berxwederên xwe bisekinin bi awayek çalak tevlî pêvajoya seferberiya hatiye ragihandin bibin.

Bi şiyara ku her gund, tax bajêr û kolanekê de em xwe rêxistin bikin û deskeftiyên xwe yên şoreşê bigehînin serkeftina demokratîk û mafên azdiyê. Wek welatî û niştecîhên taxa Cudî em di bin sîwana HPC de, tabûrên xwe yên parastinê ava dikin û raya giştî re radigihînin. Di dawîyê de em didin diyar kirin ku der parastin û her der Tişrîn e. Emê xwe hertim bi parastina reva biparêzin û dagirkeriyê têk bibin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD û YPJ û QSD hêza gel e” bi dawî bû

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.