Ronaz Silêman/Qamişlo
Kongra Star bi boneya salvegera Sakîna Cansiz û rêhevalên wê bi dirûşmeya “Bi Berxwedana Sakîna Cansiz em ê têkoşîna xwe bilind bikin” meşek li ser asta kantona Qamişlo li dar xist.
Bi pêşengtiya Kongra Star meşeke girseyî li ser asta Kantona Qamişlo ji bo bîranîna her sê têkoşeran şehîd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan, di heman demê de şermezarkirina êrişên dewleta Tirk yên li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji bona parastin û rawestandina şer û pevçûnan berê xwe dane bendava Tişrînê û di encamê de 5 welatî şehîd ketin û 15 jî birîndar bûn şermezar kirin. Meş ji pêş Çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo hate destpêkirin û li Çerxerêya Şehîd Rûbar veguherî mîtîngê.
Di meşê de siloganên “Jin Jiyan AzadBijî berxwedana QSD’ê YPG’ê û YPJ’ꔓSakîna Namire û berxwedan jiyane” hatin berz kirin.
Piştî ku meş veguherî mîtîngê kêliyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hate rawestandin. Piştre li ser navê Kongra Star Şaha Xelîl û Şadiya El-Yûsiv axivîn.
Şaha Xelîl berxwedana gel û QSD’ê silav kir û wiha got: “Îro rojekî gelekî girîng û biwateye, roja berxwedan û têkoşînê ye, roja salvegera Sakîne û rêhevalên wê ye. Ew bi israr bûn di xeta azadî û parastina gelê xwe de, lê
mixabin dewletên desthilatdar û dewletên ku îro zihniyeta baviksalarî, pêşengiya jin di Rojhilata Navîn de qebûl nakin, ji ber wê jî her kes dizane di sala 2013’an de komkujî li parîsê li ser Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan pêk anîn, armanc jê jî ewbû ku xeta azadiya jinê bê îrade bikin. Lê wê tu carî dewletên hegemon nikaribin me ji felsefa Sakîna Cansiz û Rêhevalên wê bê bandor bikin.”
Di heman çarçoveyê de Şadiya El-Yûsiv şehîdên berxwedanê bi bîr anî û wiha got: “Têkoşerên berxwedêr Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemaz û Fîdan Dogan ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve, li paytexa Ferensa Parîsê hatin şehîdxistin. Di şexsê van şehîdan de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Dewleta Tirk dixwaze hêz û îradeya jin têk bibe, ji ber jinê hêza xwe li hemberî hemû cîhanê daye isbatkirin, lê jin bi berxwedana Sakîne û rêhevalên wê bighêjin serkeftinê.”






