Kemal Necim
Bi rûxandina rejîma Baisê li Sûriyê re, rewşeke nû li vî welatî çêbû û civaka Sûriyê bi giştî kete pêşberî siberojeke cuda û her beşekî civakî û êdî her pêkhateyeke nijadî û olî li rewşa xwe û çarenûsa xwe dipirse. Kurd jî weke gelekî resen ê Sûryeyê der barê siberoj û çarenûsa xwe de ketine nava gengeşyan û vê mijarê bi berfirehî gotûbêj dikin.
Dawiya hefteyê li bajarê Qamişlo Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK`ê di bin sernavê “Ber bi Sûryeyeke nû ve” panêleke berfireh liderxist. Di panêlê de çend mijarên girêdayî rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa kurdan bi taybet bûne rojeva gotûbêjan. Yek ji mijarên panêlê ku weke pirseke arasteyî rewşenbîran hate kirin, pirsa “Nêrîna rewşenbîran der barê siberoja kurdan li Sûryeyê” bû. Di guftûgoyên der barê vê pirsê de nêrînên cuda yên rewşenbîran der barê siberoja kurdan li Sûryeyê derketin.
Beşekî rewşenbîran di wê baweriyê de ye ku pêwîst e Kurd doza dewleteke hemwelatîbûnê bikin, dewleteke sivîl ku rêgeza wê ya sereke tenê hemwelatîbûn be, bê cudahiya di navbera pêkhateyên nijadî û olî û çandî de.
Hinek ji beşdarên panêlê alîgirên sistema federalî bûn, ku divê herêmên Kurdan weke herêmên federal di nava dewleteke yekgirtî de xwe birêve bibe, weke mînaka wê jî herêma Başûrê Kurdistanê û Îraqê nîşan didan. Der barê mijara federaliyê de nêrînên cuda hebûn, hin kesan gotin ku herêmên kurdan ne herêmên xurû Kurd in, lewma dê nimûneya Başûrê Kurdistanê nepêkan be, li şûna wê divê fedraliyeke erdnîgarî ne federaliya nijadî hebe ku sînorê wê çemê Dicle û Feratê be.
Beşekî din jî, bi taybet yên ku bi mijarên mafnasiyê re mijûl dibin, behsa rêgeza (mafê çarenûsê kirin) ku di zagonên cîhanê yên navneteweyî de gelek peyman û zagonên der barê mafê gelen yê çarenûsê de hene. Alîgirên vê derbirînê dibêjin ku pêwîste di makzagona Sûryeya nû de Kurd weke gelekî resen yê welêt bêne naskirin ku mafê wî gelî yê çarenûsê heye li gorî zagonên navdewletî. Êdî ji wê û şûn de Kurd dê çarenûsa xwe bi xwe destnîşan bikin.
Nêrîna herî serdest jî ew bû ku pêwîste sistema heyî (Rêveberiya Xweser) bi hemû awa û derfetan bête parastin û bibe ninmûneya siberoja Kurdan li Sûryeyê. Xwediyên vê nêrînê jî pala xwe didin ezmûna rêveberiyê ya zêdeyî deh salan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha bû çeneke wiha derkete pêş ku ev ezmûn dikare ji bo herêmên din ên Sûryeyê jî bibe mînak. Lewma hate xwestin ku ev ezmûn were parastin û piştgiriya hêzên leşkerî û ewlekariyê yên ku vê ezmûnê diaprêzin were kirin.
Bi giştî baweriya çîna rewşenbîran ya Rojava bi rêveberiya demkî ya Şamê nayê û di wê baweriyê de ku pêwîste Kurd xwe zû nespêrin sozên vê rêveberiyê bêyî garantiyên misoger. Her wiha hate xwesitn ku Rêveberiya Xweser jî li gorî van guherîn û geşedanên li Sûriyê rû dane, li ezmûna xwe veger, zêdetir guh bide civakê û pêdiviyên xelkî yên jiyanî pêk bîne.